xwendin: 4604

Ez deyndarê wan zarokê Kurdim ku… - Zeynel Abidîn Han

Ez deyindarê wan zarokên Kurd im ku…

Berî her tiştî bi daxwaza serkeftinî we silav dikim û hêvîdar im kare Înîsîyatifê bê encam nemîne û xwe bigîhîne armanca xwe. Ji bo vê yekê jî ji destê me çi bê divê em bikin.

Zimanê nivîsa min ya yekem Kurmancî ye, lê Kirmanckî jî zimanê me ye û di wî warî de bi qasî hêza xwe ez dê alîkar bim. Yek jî ji bo tijîkirina malperê rewsenbir.com derfet hene û em dikarin yelpazeyeke berfireh bigrin, da kesên ji derê Înîsiyatîf jî (hemin yên bi helwesta maqûl) tê de binivîsin û gengeşiyeke bi Kirmanckî jî bikeve rojevê.

Bi tenê tiştekî dixwezim bêjim, (ez texmîn dikim hûn jî wisa difikirin): Ev peyv ne ew qas rast e: “Em hemî partiyan wek hev dibînin û dûraniya me ji hemiyan re wekhev e.”

Naxêr, berî her tiştî pîvana me, nêzik yan jî dûrbûna me ya li gel wan nîn e: Pîvana rewşenbîrek divê li gor nêzik yan jî dûrbûna berjewendiya netewî ya miletê xwe be û ev jî, em yan jî partiyeke Kurd qet ferq nake; çi qas nêzikî berjewendiya miletê xwe ne? Berjewendiya herî zelal û bêgengeşî jî; SERXWEBÛN e. Nexwe em dê nêzikbûn yan jî dûrbûna xwe li gor helwesta serxwebûnê dikarin diyar bikin. Ji bo min kes, hêz û partiyên ku serxwebûnê jixwe re dikin armanc nêzik in, yên vê armancê neparêzin yan jî dij in, ew jî dûr in. Mesele ev qas vekirî ye. Û ez wisa dibînim ku ev însîyatîf berî her tiştî serxwebûna miletê xwe ji xwe re bike armanc, û ev jî besê min e…

Jiber ku ez deyindarê wan zarokên Kurd im ku di pêşerojê de nebin bindest û binpêyên zarokên dagirkeran û ew zulma em jiyane, divê ew nejîn û miletê Kurd bi dewleteke serbixwe, yekbûyî demokratîk li nav miletên dunyayê de.

Di dawiyê de dikarim bêjim, ji bo vê armanca pîroz ji qet kar û kedekê xwe vênakişînim û bi her awayî alîkar bim…

Zeynel Abidîn Han

APRIL 13, 2016

Pêveker: kurd kurdistan. netew

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84