dem: 25.03.2017 11:53 xwendin: 647

Evdalê Zeynikê, Pîrê Dengbêjan…

„Temo Lawo, bila mirin heba, dilê rezîl, kalbûn, korbûn û feqîrî qet tuneba…“ dibêje Pîrê dengbêjan.

Dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa, Deng û Avazê Serhedê, Siwarê Kuvî, Bavê Temo…

Evdalê Zeynikê di destpêka sedsala 18’an da, li Cemalvêrdîyê hatîye dinyayê. Cemalvêrdî gundekî girêdayî navçeya Tutaxê ye û Tutax jî girêdayî bajarê Qerekosê ye.

Navê bavê Evdal Mistefa, navê dîya wî jî Zeynê ye. Evdal di sê salîya xwe da bavê xwe winda dikeö hêtim dimîne û dîya wî, wî mezin dike. Sedem vê yekê ye ku ew her tim bi navê dîya xwe tê nasîn û heta dawîya emrê xwe, heta îro jî wek Evdalê Zeynikê tê binavkirin.

Evdal 113 salî jîya ye.

Evdal heta 30 salîya xwe di gundê xwe da kar û barê rênçberîyê dike. Heta tê ragihandin ku wî di wan salan xwe da tu car kilamek jî nehistiraye. Evdal di 30 salîya xwe da şevekê xewnek dibîne û di bin tesîra wê xewnê da dimîne. Nexweş dikeve, sedem nexwaşîyê, jîyana wî bi mehan di nav nivînan da derbas dibe.

Tê gotinê ku di dema nexwaşîya wî da stran û melodîyên ku heta wê rojê nehatine bihîstin ji devê Evdal derdikeve…

Ji nexwaşîyê xilas dibe lê ji wê rojê şûnda şev û roj distirê û bi sedan kilam û stranan li pê xwe dihêle. Piştî mirina Evdal, Dengbêjên Serhedê stranên wî distirên û bi deng û awazên xwe ekola wî didomînin.

Di kilam û stranên Evdal da evînî û hîciv bi giranîyek mezin û bi hev ra cîh digrin. Jîyana Evdal di nav feqîrîyê da derbas dibe. Evdal bi xwe jî mirovekî bejn kin û zirav e. Kêsên ku wî baş nasneke û ji hunerê dengbêjîya wî bêhayîdar be, rûmetê nade wî. Wek mêvantîya wî ya di gundekî Erzurumê da. Evdal rojekî bi ereba ga ji gundê xwe bi rê dikeve û diçe Erzirumê. Rê dirêje û di rojekî da xilas nabe. Di rêwîtîya xwe da li gundekî li serê da ereba xwe dadiwestîne û di malekî da dibe mêvan. Keça malê bejn û bala Evdal dibîne, bi bejn bala Evdal dikene û qilfê xwe pê dike, ji ber ku Evdal mirovekî bejnkin, zirav û feqîr e.

Tsadûfeke baş, wê êvarê di gund da şahîya dawetê heye û Evdal jî wê êvarê weke mêvan beşdarî daweta gund dibe. Bi kilam û stranan şahî dest pê dike, govend bi kêf û eşq digere. Evdal li ser keç û xortên di govendê da çavê xwe digerîne û keçika ku biroj li ser bejn û bala wî qilfê xwe kiribû dibîne, hêdîka ji cîhê xwe rdibe, diçe dikeve milê wê, destê wê dike nav destê xwe û di milê wê da direqise û stran li ser stranan dibêje. Ji kêf û eşqê li alîkî distirê û direqise, li alîyê din jî destê keçikê di nav destê xwe da ew qas dişidîne ku heta xwîn ji nav neynikê wê da dinuqute, destê keçikê bernade…

Govend diqede, Evdal li keçikê dinêre û bi dilek rûken jê ra dibêje; „De tu here, bira her kes xêrê ji bazara xwe bibîne…“

Siyarê Kuvî, Bavê Temo.“

Evdal di kilam û stranên xwe da xwe wuha dide nasîn: „Siyarê Kuvî û Bavê Temo.“

Temo lawê Evdal nîne. Evdal wî di dema koçberîyê da, di nav pêçekê da li serê rê dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Wek lawê xwe wî mezin dike, ji zarên xwe yên heq venaqetîne û navê wî Temo lêdike. Jiber ku Temo xwe sêwî nebîne, di kilam û stranên xwe da, xwe wek Siyarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike.

Evdal di kaltîya xwe da nexwaş dikeve, kor dibe. Bi çavên xwe yê kor havîn, zivistan Qulungeke baskên wê şikyayî xwedî dike.

Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal wek berê pêşîya xwe dibîne, tê gotin ku bi dîtina Evdal ra baskê Quling jî baş dibe.

Evdal mesela xwe û Quling di gelek kilam û stranên xwe da distirê û vedibêje.

Evdal Dengbê Sürmeli Mehmet Paşa ye 

Evdal demeke dûr û dirêj, di Seraya Sürmeli Mehmet Paşa da dengbêjîyê dike. Di dema koçberkirina Avşarên Kozanê bi Surmeli Mehmet Paşa ra tevdigere.

Surmeli Memed Pasa, nebîyê Îshaq Paşa yê xwedîyê Seraya Bazîdê ye.

Di sala 1865’an da Dewleta Osmanî ji bo îsyana Kozanoglu yê Edenê alîkarî ji Surmeli Mehmet Paşa dixwaze.

Sürmeli Memed Paşa jî bi 400 suwarîyên xwe va, derdikeve serê rê û berê xwe dide Kozanê. Di nav wan suwarîyan da Evdal jî heye. Piştî têkçûna isyanê, ji 50 hezaran zêde kes ji cîhê xwe koçber dibin û pirranîya wan tên kuştin. Li alî ki şer û kuştinl li alîyê din jî nexwaşî. Nexwaşîya kolerayê dest pê dike. Wek pirranîya leşkerên Dewleta Osmanî, 300 suwarîyên Surmelî Mehmet Paşa jî bi wê nexwaşîyê dikevin û dimirin.

Li ser trajedîya Kozanê Evdal jî destanek ji ber xwe derdixe û distirê. Destana Evdal ya bi navê Wey Xozanê jî wek stranên wî di nav gel da belav dibe û ew jî wek stranên wî yên din hê jî tên guhdarî kirin…

Berîya çûyîna Surmelî Paşa ya ber bi Kozanê, Padîşah ji wan ra fermaneke dişîne ku tê da dibêje bila ew di Dersimê ra derbas nebin, ji ber ku kesên wir kuvî ne û ewê zirarê ji wan bibînin. Surmelî Mehmet Paşa gotina padîşah nake, di rîya çuyînê da, di nav Dersimê da derbas dibe û bîlakîs ji kesên Dêrsimê mêvanperwerîyekî baş dibîne. Surmelî Mehmet Paşa li hember erdnîgarîya herêmê ya bedew û bê emsal şas û metal dibe. Evdal ji li ser dîmena erdnîgarîya Dersimê, strana xwe ya bi navê Dersimê jiber dike…

Sedem nexwaşîya Kolerayê Surmelî Mehmet Paşa jî bi pirranîya suwarîyên xwe va nexweş dikeve û li wir dimire. Yên ku sax dimînin ew jî bi awayekî dikevin serê rê û xwe davêjin welatê serhedê…

Tê ragihandinê ku, ew kesên ku bi Surmelî Mehmet Paşa ra çûne Kozanê ji wan tene 50 kes şûnda vegerîyane û Evdal jî ji wan kesan yek e…

Evdal di sala 1913’an da, di 113 salîya emrê xwe da, ji vê dinê koç dike û diçe ber rihma Xwedê…

Laşê wî dibin erdê sar da dibe xalî, stranên wî wek mîrateke bêhempa ji me ra dimîne û heta roja îro tê.

Nivîskar û Lêkolîner Ahmet Aras, bi sala li pê şopa Evdal dikeve, lı herêma ku Evdal tê jîyaye, gund bi gund digere, di derbarê Evdal  da bi gelek kesan ra diaxife û gelek agahîyan berhev dike.

Ehmet Aras, ev xebata xwe ya bi salan kirîye, di pirtûka xwe ya bi navê „Evdalê Zeynikê“ da diweşîne. Ahmet Aras, di wê pirtûkê da Evdalê Zeynikê ne tene wek dengbêjeke Kurd, wî wek Şairê Kurda yê Efsanevi bi nav dike.

Nivîskarê bi nav û deng, nivîskarê esilkurd Yaşar Kemal jî rûmeteke mezin dide Evdalê Zeynikê.Yaşar Kemal jî wek Ahmet Aras, Evdal wek Homerosê Kurdan bi nav dike, heta wî wek bavê fikrîyeta xwe dibîne.

25.03.2017

[email protected]

Çavkanî:
1- Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, Weşanên Deng
2 – Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Mehmet Uzun, Weşan Îthaki

Tevlîker

İkram Oguz
İkram Oguz

Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpê..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      47
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84