dem: 18.09.2017 11:51 xwendin: 292

Ev care carek din derfet dubare nabe.

Ey kurdê kevneşop hêsîro dema te hat gêhîşt,

Rizgarke niştiman ewe ji tera şeref bêhîşt.

 

Biherike li meydanê bo rapirsînê nebe lal,

Bi dengê te yê bimilmile li esmana ev al,

 

Hezar sala carek dikene rûya rozgar qeder,

Bernede firsendê keda te bila nebe heder.

 

Dijmin tu dorpêç kirî hewil dide kerbî bi zorê,

Baş fehm dikin pêşeroj ya teye vedibin derî û rê.

 

Dixwazin bi  derewa, bi hede te bavêjin dîsa torê,

Firsendê nede bilivin nexape şaş nebe terê berê.

 

Rapirsîne ji bo te pêşeroj bêje erê,

Bi hevra bi kar bînin vê mecala qederê.

  

Herkê hesnakî bizêrî bindestbî bijî çawa qûl,

Rapirsîne şoreşa hemdemî medenî û maqûl.

 

Bîyanî welatê meda bi qurna desthilatin,

Dergên jîyanê berbi me şidandin em xalifandin.

 

Bese em bûn mindal pir em xapandin û zêrandin,

Bi sed salan em tawandin bê sûc daliqandin.

 

Ku bi hevra rabin hevbeş bi tevger herin qada,

Kesê bi me nikaribe cîhanê de vê şûnda.

 

Vê oxrêda bibin çeleng berxwedar canfîda.

Bila şabe ruhê wan pakrewana şeîda.

 

Bi rapirsînê yê ser kevin nêt meramên qenc,

Emê alt bikin îmhayê zulmê zorê û renc.

 

Ey kurd rapêre vaye vebûn ber te dergê xêrê,

Here giştpirsînêra bi cesaret bêje erê.

 

Bi şareza bigire  dîlanê govenda serxwebûnê,,

Berê neyar bide berbi revê çûnê û qelsbûnê.

 

Bese bûy bêkenî xezan bindestada mayî,

Welatê xwe şênke bi serfrazî lê bibe xayî.

 

Bi biryarî bi îsrarî bi biratî bi rayî,

Esmanê welatê te wê bibe ronî û sayî.

 

*** *** *** *** *** *** *** *** ***

 

Kî rapirsînêra ku na dibêje,

Xwefiroş seqet bê fehm û qirêje…

 

Welat nanê helal jîna rehet û mekan bêhîşt,

Hezar sale neyarê hov kotî ji mera nehîşt.

 

Ruza ê me copand û bir ser qismet ê me rûnişt.

Jina şeref rapirsîne rabin hevra çartenişt.

 

Ev care carek din ji mera mecal çênabe,

Bi rêfêrêndûm netawa kurd aza û şabe.

 

*** *** *** *** *** *** *** *** ***

 

Neyar ji axa pîroz ranabe,

Ji kirinên hovane têr nabe,

Ji dunya medenî fêr nabe,

Xwe girtîye kotîdîyê nake tobe.

Rewşek weha de jîne nabe.

 

*** *** *** *** *** *** *** *** ***

 

Emin îro mêrxas maqûlê cîhanê,

Bi rapirsînê ve kurdê bêne xanê.

 

Sînorê ser axa Kurdistanê rabin.

Gelê bindest kole wê ese azabin.

 

Ey kurdo bi şanazî bi culet rabe,

Ya me ev care derfet dubare nabe.

 

*** *** *** *** *** *** *** *** *** 

 

Tirs û xof ketîye dilê dagirkera,

Kurdê paşopê wan sîyarkin li kera,

Berê wan jî yê bidin mêşa newala

Bila hemêzkin qedera vala...

Bila bikevin li ser çoka

Bila bibin çîrokê dîroka…

 

*** *** *** *** *** *** *** *** ***

 

Ya me ev care derfet dubare nabe,

Ey kurd bi şanazî bi culet rabe.

 

 

 

Bêwar Barî Teyfûrî     

17.09.2017

Pêveker: bewar bari teyfuri

Tevlîker

Barî Têyfûrî
Barî Têyfûrî

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      385
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      350
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      460