xwendin: 4102

Encamnameya Civîna Brukselê 4 ê Hezîranê

Civîna Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistan bi beşdarbûna nêzîkî 60 Kurdperwerî li Bajarê Brukselê, di encama amadekariyeka berfireh de pêk hat. Hinek kesên jî berê de hatina xwe ragihandibûn,  beşdar nebûn û hinek rewşenbîrên beşdar nebûyî jî bi peyamên xwe yên taybet,  piştevaniya xwe ji bo civînê şandibûn.

Beşdarên civîna me ji hemî deverên Kurdistanê bûn.
Beriya civîn destpêke, herkes di xwendîna Sirûda Ey Reqîb re kêliyekê ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê lî piya ma.
Beriya civînê, ji aliyê Komîteya Amadekar ve dazanînnameyek  berfireh, di derbarê kar û barên Komîteyê de hatibû amadekirin. Ev rapora Koma amadekar hizir û awirê beşdaran di warê Înîsiyatîf û karên Înîsiyatîfê de vekir û fireh kir. Ji ber hetanî nuha derçûn û sedemên derçûna Înîsiyatîfê, çemk û têgihiştinê hizrî û baweriya înîsiyatîfê, armanc û bernameya wê bi berfirehî nehatibû diyarkirin. Bi pêşkeşkirina vê raporê,  him beşdar, him rewşenbîrên navê xwe li jêr belavoka destpêkê dayî û him jî raya giştî hate ronahîkirin. Piştî xwendina raporê hizir, nêrîn, rexne û şiroveyên beşdaran hatin wergirtin. Bi giştî rapor berfireh û erênî hate dîtin. Axaftvanên ji berê de mijarên axaftina xwe diyarkirî li ser Înîsiyatîfê, armancên wê, rêka tekoşîna wê, têgeha rewşenbîriyê û gelek xalên cûrbecûr axifîn. Axaftvanên mijarên xwe serbest hilbijartî jî, li ser xalên giring yê hebûn û birêveçûna înîsiyatîfê, helwest û nêzîkatiyên înîsiyatîfê, ziman û nêzîkatiya ziman hilgirtine dest.

Di civînê de beriya hertiştî rewşa çardorê Kurdistanê hatiye şirovekirin. Êrîşên dewletên dagirker, êrîşên teroristên navdewletî û zilma li ser gelê Kurd hatiye derbirîn. Li himber vê yekê giringî û karên Înîsiyatifa rewşenbîrên Kurdistan hate vegotin.

Şiroveyên civîna me di bin sîbera vê rewşa Kurdistanê de hatine kirin. Arîşe û xeletî û çewtiyên hêzên siyasî jî hatine derbirîn. Rê yên tekoşînê yên çewt, rêvebiriyên çewt û siyasetên çewt hatine derbirîn. Lê civîna Brukselê cihê destnîşankirina rêya tekoşînê ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê bû. Û bêhtir li ser vêya hate axaftin. Xalên herî giring yên li ser têgihiştin û hizrê Înîsiyatîfê weha hatine derbirîn:

1- Beriya hertiştî, him di warê mirovatiyê,  netewî,  olî, hîm di warê baweriyê de,  Înîsyatîfa rewşenbîrên Kurdistanê siyaset û hewldanên hêzên dagirker yên li ser Kurdistanê û komkujiyên wan bi tu rengî na pejirîne û hebûna desthilatiya dagirkeran li ser erdê Kurdistanê, him di warê netewî, navnetewî, hîm di warê ol û baweriyê de bêmaf û bêdadî dibîne û ji bo azadbûna xaka Kurdistanê, aramî û aşîtiya Kurdistanê divê dawî li `biratiya gelan û ummetê` ya derew bête anîn. Ji bo vê yekê jî, Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê divê şirove, hizir, helwest û derbirînan di vî warî de pêş bixin. Hemî hewldanên tekoşîna rewa bimeşînin û di vî warî de ji bo hêzên tekoşer û siyasî yên Kurd bibin rêpêşander.

2- Axaftvana bêhtir ew xal derbirîn ku Înîsyatîfa Rewşenbîrên Kurd divê bibe saziyek rewşenbîrî yan jî saziyeka tekoşînê ya bi tu hêzên siyasî, leşkerî û dewletî ve girêdayî nebe. Bi vîn û îradeya kesên beşdar, di encam de bi vîn û îradeya gel tevbigere. Ev jî vîn û îradeyek ji hemî siyasetan, ji hemî rêxistin û tevgerên siyasî cihêye . Her çend,  ji hinek axaftvanan  xwe wekî alîgirên PDK, hinekan xwe wekî alîgirên PKK û hinekan xwe wekî alîgirên rêxistinên dîtir binav kiribin jî, aşkere û vekirî derbirîn ku divê Înîsiyatîf wekî saziyekê di bin bandor û hêza rêvebirina tu rêxistina siyasî de nebe. Hate derbirîn ku hêzên siyasî yên Kurd, him bi rêya kesan, him bi rêyên cûda dê bixwazin bandora xwe li ser Înîsiyatîfê bikin û li gorî xeta xwe ya siyasî birêve bibin, lê li himber vê yekê pêdivî pê heye Înîsiyatîf bi her awayî li gel têkiliyên xwe bi hemî sazî û rêxistin û pêwendiyên hêzên siyasî de jî azad be û bi hizrê rewşenbîrên Kurd tevbigere. Di şêwazê rexnegirî û helwestdanînê de dê berjewendiyên Kurdewarî bingeh bêne girtin û hewldanên xirabker, yên xisarê bidin gelê Kurd pêk neyên û neyêne pejirandin.

3- Wekî kesên tevlî Înîsiyatîfê bûne û bibin dikarin her hizir, bawerî û îdolojiyê biparêzin û piştevaniya wêya bikin. Her kesek di warê xwe de azade. Him di hizrê xwe yê siyasî de, him di girêdan û piştevaniya xwe ya rêxistin û hêzên siyasî de azade. Lê belê bi tu-rengî, bi tu-awayî piştevaniya hêzên dagirker, helwestên pesindana zalim û kujer û dagirkeran, hewldanên dijî gelê Kurd bi tu rengî nayêne pejirandin. Deveyî vêya endamê her partiyek Kurd dikare cihê xwe di nava karê înîsiyatîfê de bigre û dikare tevlî civînan bibe û dikare hizrê xwe bi rengekî azad derbibire. Li gel vêya hizir û raman çi dibin bila bibin, ne di civînan de, ne jî derveyî civînan, şer dijî hev, dijûn û peyvên piçûkxistin û zimandirêjkirin nahên pejirandin. Tekoşîna Kurdewarî bi rengê hezkirin û yekgirtina beramber hev û hêrsa dijî dijminan divê were meşandin.

4- Hate diyarkirin ku Înîsiyatîf hetanî nuha bi dilxwazî û karên kesane hatine birêvebirin û meşandin lê îdî dema sazîbûnê hatiye û divê xwedan pergalek saxlem ya birêveçûnê be. Li ser wê yekê jî, hate axaftin divê giranî bête dayîn da bêhtir rewşenbîr beşdar bibin û di vî warî de jimar ne giringe, lê belê çonayetî û giraniya beşdaran girînge. Hate derbirîn da bêhtir Înîsiyatîf baskê xwe fireh bike û xwe bighîne rewşenbîrên hemî deverên Kurdistanê û cîhanê yên Kurd. Hinek mijarên sereke yên encama gotûbêj û birêveçûna civînê di axaftinên beşdaran de ev xalên sereke derketin pêş û hevbeşiya van xalan hate derbirîn. Hate diyarkirin ku herkesek di kare bi her awayî li hemî hêz û saziyên Kurdistanê rexne bike lê asta van rexneyan negihîje xirabkirin  û xisardanê. Di civînê de li ser wan xalan jî hate rawestîn ku gelek kesan, Înîsiyatîf, wekî saziya PKK binav kiriye, gelek kesan jî  bi PDK ve binav kiriye. Hate diyarkirin ku ev nêzîkatiyên bêhtirî xwe her çend bi biyanoya kesên di nava Înîsiyatîfê de hatibin derbirîn, di bingehde ew kesên ji kar û xizmetê direvin ev hizrana belav kirine û xwe ji karê Înîsiyatîfê dur girtine. Hate derbirîn ku Înîsiyatîf holeke vekirî ya tekoşîna Kurdewarî ye û cîhek ji yê karkirina Kurdewarî ye. Di civînê de gotûbêjên tûj û dijwar jî pêk hatin. Bêhtir li ser hizrên siyasî û hêzên siyasî şirove û gotûbêj pêk hatin lê bi hişyariya Dîwana civînê, gotûbêj bêhtir li ser Înîsiyatîfê û sazîbûna wê pêş ketin. Ji bo qelsiyên di rêvebirina civînê de rexne li Dîwanê jî hatine kirin . Ji ber arîşeya demê û kêmbûna demê, gotinên gelek axaftvanan di nîvîde hatin birîn an jî alozî têde derket. Axaftvanên, axaftina xwe nivîskî amade kirin bêhtir naveroka axaftina xwe ji bo beşdaran veguhestin. Di gotûbêjan de bi taybet birêveçûna civînê ya bi zimanê Kurdî wekî xaleka giring hate dîtin û ev jî wekî helwestekî asayî û pêwist hate dîtin. Civîna Brukselê jî wekî civînên dîtir ji ber bi mebesta hevnasîn, danasîna înîsiyatîfê û hevgirtênê pêk hat, dem dem hevtênegihştin, hêrsbûn, dengbilindî û helwestên wekî wê rû dan. Di encam de bi giştî di navbera beşdaran de dayîn û sitandinek germ, hevnasîn, pêwendiyek Kurdewarî pêk hat. Pirsên di serê mirovan de, xalên nahên zanîn yên di derbarê Înîsiyatîfê de û di warê armanc û rêka tekoşînê de, him bi dazanînnameyê, him bi gotûbêjan zelal bûn. Herkesekî ji bo piştevaniya karê Înîsiyatîfê, ji bo yekgirtin û hêza înîsiyatîfê alîgiriya xwe û beşdariya xwe derbirî. Pêşniyarên hatin kirin û biryar, di dazanînname an ku rapora Komîteya Amadekar de hatin kirin û hinek pêşniyarên dîtir ji aliyê beşdaran ve hatîn ravekirin, bûne mijara civînê û di encam de hinek biryarên giring hatine girtin.

1- Êdî Înîsiyatîf bi komisyon an jî şandeyek  hilbijartî ve bête birêvebirin û kar û barên wêya ji aliyê vê şandeyê ve bêne sererastkirin rêxistin. Ev şande ji 7 kesan pêk bê. Di nava vê şandeyê de Koma Pêwendiyê ya hundur û ya Derve bête diyarkirin.

2- Ji bo karê Înîsiyatîfê komên ziman bêne diyarkirin da ku hemî kar bi zimanê Kurdî bi zaravayên Kurdî bêne kirin.

3- Komelek fermî ji bo Înîsiyatîfê bête vekirin, ev komel endamên Înîsiyatîfê di jêr sîbera xwe de kom bike. Him di warê fermî de, him di warê hiquqî-dadwerî de piştevaniya endamên înîsiyatîfê bike û karên Înîsiyatîfê bi taybet li Ewrûpa wekî karekî fermî bîne meşandin.

4- Pergala Endamtiyê bête pêşxistin, Rêpîvan û Pirsên endamtiyê bîne amadekirin her kesekê rêpîvana bi pejirîne, bibe endam û bûhayê endamtiya Înîsiyatîfê li gorî Ewrûpa salwextê 50 euro pere bide, li gorî welat an jî deverên dîtir civînên wanderan biryara xwe bidin.

5- Komisyona Înîsiyatîfê ya hatîye hilbijartin dema wê diyar bike û derfetê wê ava bike her sê mehan carê Kovareka Rewşenbîrê bête weşandin û li Kurdên çardorê cîhanê bête belavkirin. Civîn hetanî êvarê domî û ji aliyê Medya Kurdî û TV yên Kurdî ve jî hate şopandin.

JUNE 12, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84