dem: 24.11.2016 01:41 xwendin: 414

Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd; Em Federasyona Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin!

 

Di civaknasiya siyasetê de, pevçûnên desthilatiya siyasî û nijadî ya bicihbûyî ji bo kesên rastteqîn çiqasî dûr be, li gorî hizirvanên avakirina civakî jî ewqas nêzîk bûn. Di vê wateyê de, ji bo azadiya welatê me, serbestiya gelê me yê bi piyên tazî diviya hindek berdêl bêne dayîn. Ji ber li gorî xwezaya desthilatiya siyasî, her gel bi dayina berdêla serxwebûna xwe bidest dixe.

Di sedsala dawî de wekî gel, me di vê rêkê de gelek soysebat û serpêhatî jiyan kirin. Li xaka Başûrê welatê me hêzên Pêşmerge, dijî dijminan bi qehremanî şer kirin, berdêlên giran dan û Rêvebiriya Kurdistana Federe bidest xistin.

Li Bakurê Kurdistanê, bajar û bajarokên welêt ji aliyê Dewleta Dagirker ya Tirk ve hatibin rûxandin, gelê me di komkujiyeka hovane ve derbas dibe jî, Tank li ser termên ciwanên me ve bêne ajotin jî, gelê me neçarî derbederî û mişextiyê hatibe kirin jî, em rojeka wisan dîrokî dijîn ku kêm jî be van êşan bi me bide jibîrkirin.

Belê; hêzên Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di encama civîna 2 rojan de ya li bakurê rojhilatê Hesekê navçeya Remela de Rojavayê Kurdistanê wekî Federasyonê ragihandin.

Em di encama cangoriya hêjayan şervanên Kurd Şehîdên me, siyasetvan, Rewşenbîr û gelê me yê welatparêz de tunekirin û avêtina hebûna dijminan li ser axa Rojava, qehremaniyeka mezin dibînin û wekî dîtir jî piştevaniya ji aliyê hêzên welatên rojavayî ve bo şervanên û siyasetvanên me re hatî dayîn sipasiya wan dikin.

Û ev destkeftî, destkeftiyek ji wan yên herî mezin yê Kurdane di vê sedsalê de. Em dibin şahidê wê yekê ku xeyalên me pêk tên. Hemî erda welatê me gav bi gav dê ji bin dagirkeriya dijmin bê rizgarkirin. Pêkhatina federasyonê li Rojavayê Kurdistan wekî gel em gelekî bextewer kirine. Bi vê boneyê wekî Komîteya Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd em Ragihandina Hêzên Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ya Federasyonê gelek hêja dibînin û hetanî dawî piştevaniya xwe rave dikin. Em dixwazin ku ev destkeftî di navbera gelê me û siyasetvanên me de yekîtiya Netewî, biratî, hezkirin, dad û çanda demokrasiyê pêk bîne.

 

Komîteya Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      183
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      159
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      228