xwendin: 8572

Em êrîşên Belcîka şermezar dikin

Em çalekiyên hovene yên terorê yên li paytexta Belcîka Brukselê şermezar dikin, êşa wan kesên ji van êrîşên derveyî mirovatiyê xisar dîtî ji dil parve dikin.
Armancgirtina DAÎŞ ê ya navenda rêvebiriya Ewrûpayê Brukselê gefxwarina tarîtiyêye dijî ronahiyê, paşverûtî dijî şaristaniyê.
Tekoşîna navnetewî ya dijî terorîzma navnetewî bi wê yekê pêkane ku çavkaniyên terorê bêne zûhakirin; piştevanên wê, arîkarên dirafî, hevkarên wê, hizirvanên wê yên bi rengê serok û serokkomaran bêne piştdestkirin û bêne şermezarkirin.
Em di wê baweriyê de ne, ji bo cîhan û mirovatî bi rengekî ewle bijî, ji bo ev belaya navnetewî ya bi navê DAÎŞ ji holê bête rakirin, rêvebiriyên wan dewletên vê rêxistina terorê bi aliyê darayî xwedî dikin bi lezgînî divê ji civata cîhanî bêne qutkirin û tenêhiştin, dijî van hêzên xirabker kiryarên herî hişk bêne pêkanîn.
Gelê Kurd ku di vê sed sala dawî de ji aliyê wan dewletên erda wê dagir kirî ve rastî terora herî hovane ya dewletan hatiye hertim alîgirê şaristanî û rewşeniyê bûye.
Armacgirtina gelê Kurd ku di sedeya dawî de ji aliyê dewletên ew dagir kirî ve rastî terora dewletê ya hovane hatiye ji aliyê van rêxistinên xirabker û piştevanên wan ve û dijî vê yekê dijî rawestana bi cangorî ya gelê Kurd hêjayî dîtinê ye. Van êrîşan ev yek aşkere kiriye ku divê piştevaniya wê tekoşîna dijî terorê ya Gelê Kurd yê alîgirê şaristaniyê bête kirin.

Bi hêviya dahatiyeka ronak em çalekiyên terorê yên li belçîka careka dîtir şermezar dikin û em rave dikin ku bi dilê xwe li cem gelê Belcîka ne.

Yekane rêka serkeftinê dijî tarîtiyê roniya zêde ye, rewşeniya zêde ye.

Komîteya Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd

MARCH 23, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421