dem: 12.02.2017 10:31 xwendin: 710

Em çawa binivîsin: “-iy” yan “-îy-“? / Husein Muhammed

Demeke dirêj e ku gengeşeyeke berdewam li ser hindê heye ka gelo gava ku ”y” bê dûv ”î”, ”î” bibe ”i” yan jî ne. Niha di piraniya nivîsîna kurmancî de ”î” berî ”y” wek ”i” tê nivîsîn. Lê dîsa jî dem-bi-dem hin kes serî dijî vî awayê nivîsînê derdixin û daxwaz dikin ku ”divê ’î’ wek xwe bê parastin û neyê guherandin. Yek ji sebebên neguherandina wan ya serekî ew e ku bi texmîna wan hiştina ”î” li berî ”y” wek ”î” hêsantir e û ”lojîktir e”.

Li gor îy-parêzan, divê mirov binivîse: ”çîya, dîyar, jîyan, sîyaset, kirîye, gotîye, xwarîye…”, nenivîse ”çiya, diyar, jiyan, siyaset, kiriye, gotiye, xwariye…”

Gelo îy-parêzî çendî mentiqî û lojîkî ye?

Ka em ji çend nimûneyên hêsan dest pê bikin. Em dizanin ku ”î” di peyvên wek ”diyar/dîyar, jiyan/jîyan” de heye ji ber ku rehê wan ”dî-” (dî-tin) û ”jî-” (jî-n) in. Heke mirov neguherandina ”î” li berî ”y” biparêze, divê mirov bi rastî jî wan peyvan wek ”dîyar, jîyan” binivîse.

Lê heke em daxwaza neguherandina ”î” ya berî ”y” bikin, gelo em ê ji kû bizanin ka di peyva bi maneya devera bilind de bi rastî ”î” heye yan jî ”i”? Anku divê em binivîsin ”çiya” yan jî ”çîya”? Di meseleya ”diyar/dîyar”ê û ”jiyan/jîyan” de rehê peyvê rêber û alîkara me bû di dîtina forma ”rast” de. Lê kî dizane ka di peyva ”çiya/çîya” de eslen ”i” yan jî ”î” hebûye?

Mijareke din jî peyvên ji erebî ne. Li gor îy-parêzan divê em wan wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet…” binivîsin. Di alfabeya erebî de (hem bi zimanê erebî û hem jî bi alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî yan jî li gor zimanê farisî eyarkirî) ”i” nîne. Lê dîsa jî di wan zimanan de ev peyv ne wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet” lê wek ”syaset, xyanet, ehlyet” anku سیاسه‌ت، خیانه‌ت، ئه‌هلیه‌ت tên nivîsîn, ne wek “sîyaset, xîyanet, ehlîyet anku  سییاسه‌ت، خییانه‌ت، ئه‌هلییه‌ت.

Bi heman awayî, ji ber nebûna ”i” di alfabeya kurdî-erebî de, peyvên xwemalî yên wek ”çiya, diyar, jiyan” wek ”çya, dyar, jyan” (چیا، دیار، ژیان) tên nivîsîn, ne wek ”çîya, dîyar, jîyan” anku چییا، دییار، ژییان. Mirov dikare delîlên vî awayê nivîsînê hema-hema di her nivîsa kurdî ya bi alfabeya kurdî-erebî de bibîne.

Yek ji îy-parêzên dengbilind, Bahoz Baran li destpêka nivîseke[1] xwe dipirse, gelo meseleya ”îy” û ”iy” di alfabeya erebî de çawa ye. Lê ew bi xwe bersiva pirsa xwe nade – belkî bi qest ji ber ku bersivdana wê pirsê dê idiayên wî yên îy-parêziyê pûç kiribûna.

Pirseke din jî ya giring ew e ku heke mirov îy-parêziyê bike, gelo divê mirov binivîse ”hatîye gotîye, kirîye…” yan jî tevî îy-parêziyê jî binivîse ”kiriye, gotiye, xwariye…”?

Îy-parêz di vê meseleyê de ne hevgir in. Bo nimûne, Rozan Hazimê îy-parêz dinivîse ”hatîye,  gotîye…”[2] Lê Baran Rizgarê îy-parêz dinivîse ”hatiye, kiriye, gotiye…”[3]

Heke em ”îy” qebûl bikin û li gor reh û rîşên peyvê biçin, em ê bibêjin ku Hozanî xwe şaş kiriye û Rizgarî rast nivîsiye: ”kir-i-ye, got-i-ye, hat-i-ye” rast in ji ber ku heke em forma dema borî ya dûr/çîrok bidin, em ê bibînin ku ”i” di eslê wê de heye, ne ”î”: ”(wî) kir-i-bû, (wî) got-i-bû, (ew) hat-i-bû”, ne ”(wî) kir-î-bû, (wî) got-î-bû, (ew) hat-î-bû”.

Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) vegerr-î-ye”, ” (wî) kirr-i-ye, (ew) vegerr-i-ye”, ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirr-î-bû, (ew) vegerr-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) vegerr-i-bû”…

Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku parastina ”îy” sergêjiyeke gelek mezin peyda dike. Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e.

Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna ”îy” li cihê ”iy” argumenta serekî ya îy-parêzan bi xwe pûç dike: ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse ”îy”, hingê ”iy” bi rastî jî di eslê peyvê de nayê parastin. Heke mirov carinan jî doza nivîsîna ”îy” bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”gotiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.

Çavkanî: zimannas.wordpress.com 


Têbînî

[1]http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ser%C3%AA%C5%9F%C3%AEya_%C3%AE_ya_ber%C3%AE_y_y%C3%AA

[2] Bo nimûne, li vê nivîsa Rojan Hazimî binêrin: http://xweza.com/TC%20u%20pusula.htm

[3] Bo nimûne, li vê nivîsa Baran Rizgarî binêrin: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/netew

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84