dem: 06.02.2017 00:02 xwendin: 1297

Elî Herîrî (1010-1077)

ELI HERIRI

(1010-1077)

Yek ji helbestvanên Kurd ên klasîk û kevn, ELÎ HERÎRÎ ye.

Elî Heîrî sala 1010an de li gundê Herîra ku li Deşta Herîrê ye û wê demê girêdayê bi Colemêrga Şemzînanê ve bû, hatiye dinyayê

Herîrî di sala 1077an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Mixabin gora wî ne diyar e ku li kurê ye, lê guman tê kirin ku li Şamê ye.

Nîqaş li ser piraniya zanayên Kurd ên klasî heye. Ji ber ku ev e 200 sal in berhemên kurdî têne şewitandin. Ji ber hindê pir kêm belge di destên me de hene.

Li gor çavkaniyeke dî, Elî Heîrî di 1425an de ji dayik bûye û sala 1495an jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Dema Elî Herîrî di kemîna xwe ya zanistiyê de bûye, Dewleta Kurdên Merwanî hebûye. Piraniya vê axa ku jê re Kurdistan tê gotin heta bajarê Şam û çarnikalê wê jî, di binê desthelatiya Qiralê dewletê Alî Merwan de bûne. Tê gotin ku Elî Herîrî şair û nivîskarê Dewleta Kurd a Merwanî bûye.

Bavê Elî Herîrî bi xwe şêxekî mezin bûye û xwedanê Medreseya Kurdî bûye. Elî Herîrî jî pêşî li cem bavê xwe xwendiye û di medreseya wî de li xwendinê donamdiye. Piştre çûye li gelek medreseyan geriyaye weke medreseya Hewlêr, Bexdad, Cizîra Botan û piştre çûye li Şamê û li wirê xwendiye.

Li Şamê Elî Herîrî bi Şêxê navdar Ebû Elî Mexribî re ketiye hevberiya zanistiyê û serkeftî bûye. Ji ber hindê ye ku Elî Herîrî di nava Kurdan de, xasma jî di nêv peyrewên Medreseya Kurdî de weke zanayekî bêhempa hatiye pejirandin.

Ji ber hindê ye ku ji bo Elî Herîrî ŞÊX ELÎ HERÎRÎ tê gotin.

Di dema Elî Herîrî de li her deverê Zimanê Kurdî bi awayekî fermî hatiye bikaranîn.

Lê ne diyar e ku Elî Herîrî kengê dest bi nivîsandina bi Zimanê Kurdî kiriye. Lê belê di hin çavkaniyan de dîyar bûye ku Herîrî pirtûka xwe ya bi navê MEQAMAT li Cizîra Botanê nivîsiye.

Berî Elî Herîrî, neh-deh kesên dî jî bi kurdiya kurmancî divîsîne. Berî Îsa Pêxember jî kurdiya kurmancî hatiye nivîsandin.

Weke mînak:

a) 300 sal B.Z. helbestvanekî Kurd bi navê Bodraboz bi kurdî nivîsiye. Niha jî helbesteke wî di destê Kurdan de heye.

b) Piştî Îslamiyetê, berî Elî Herîrî jî zanayekî Kurd bi navê Baba Rax û yekî din bi navê Behlulê Mahî (Sedsala 8an) bi kurdî helbest nivîsîne.

c) Di Sedsala Nehan de zanayekî Kurd bi navê Basam Kurdî û Xalid Axa Zehar (905–974) bi kurdî nivîsîne.

d) Zanayekî Kurd bi navê Ebdusemed Babek (972-1020)  bi kurdî nivîsiye. Niha jî di nava Kurdan de navûdengê Babekî heye.

Berhemên Elî herîrî niha pir zêde li holê nayên dîtin. Tenê pênc-şeş helbestên wî hene, wekî din ew jî di nêv gerîneka mêjû de nixro bûne.

Bêguman helbestên Elî Herîrî ne tenê ev in û gelekên dî jî hene. Weke helbestên Feqiyê Teyran ku gotiye, wî 1000 helbest nivîsîne, lê îro 20-25 helbestên wî li holê têne dîtin.

Melayê Cizîrî jî 114 helbest di Dîwana xwe de nivîsîne, lê dema me dîwana wî veguhazt latênî, me yazdeh helbestên wî yên dî jî dîtine û xistin nava dîwanê çapa xwe.

Nivîskar Tehsîn Dostkî, du sal berê jî helbesteke Melayê Cizîrî di deftereke Mele xelîlê Sêrtî de dîtiye û di kovara NÛPELDAyê de li Wanê daye weşandin.

Helbestên Elî herîrî bi piranî behsa evîn û bade û meya îlajhî dikin. Lê belê xwedênasî û tesewuf jî di wan de aliyekî giran wergirtine.

Helbestên Herîrî pir dewlemend in. Min bi tecrûbeyên xwe derxistiye holê ku ev helbestên ji aliyê zanayên Medreseya Kurdî ve ku hatine nivîsandin, hem ji aliyê vêjeyî ve û hem ji aliyê dewlemendiya bêjeyan ve gelek berepêş ve çûne.

Tê gotin ku berhema “Qewlê Hespê Reş” ya Elî Herîrî ye.

Li gor agahdariya ku gorbihişt Mîr Celadet daye û di programa WIKIPEDIAyê de jî eynî heye, pirtûka Qewlê Hespê Reş ya Feqiyê Teyran e.

Divê rewşenbîrên Kurd lêkolîneke berfireh li ser Elî Herîrî bikin û akademisyenên Kurd jî li ser Elî Heîrî û kesên wisa xebat bikin, da ew agahdariyên nixumandî eşkere bibin.

Erkê mezin ev e ku divê sazî û dezgehên kurdî perpirsyariya xwe bi cih bînin, piştre divê rewşenbîrên Kurd jî bibin alîkar. Eger meriv bi rêk û pêk xebat bike, tiştekî ku zelal nebe, namîne.

Navûdengê Elî Herîrî li Kurdistanê xasma di nava peyrewên Medreseya Kurdî de, gelek belav e û hertim Kurd pê şanazî dikin. Niha jî çi kesê ku di zanîn û zanistiyê de zîrek û zana be, tê gotin ku “Bûye wek Elî Herîrî.” Yan jî dema kesek pesnê xwe bide, xelk dibêje: “Meriv dibê belkî bûye Elî Herîrî.”

Zeynelabidin Zinar

21/12/ 2015

 

***

 

Elî Herîrî (1010 – 1078) (Sedsalên X. – XI.)

 

*Helbestkarê kurmancan ê pêşîn yek jî Elî Herîrî ye. Ew li gundê Herîrê, Navçeya Şemzînan (Şemdînan) a sincaqa Hekariyê hatiye dinyayê.

*Dîwaneke wî heye lê ev dîwan bi temamî dest nîn e.

*Albert Sosin helbestek binavê Elî Herîrî nivîsandiye.

*Pirtûkxaneya Saltîkov – Şêdrînê helbestek binavê Elî Herîrî heye.

*Sala 1980’an di Pirtûka Hozanêt Kurd deSadiq Behadîn Amedî helbestekê Elî Herîrî çap kiriye.

*Mexlesa Elî Herîrî; Elî, Eliyo, Şêx Elî nin.

*Kesî ku pêşiyê behsa Elî herîrî dike Şêx Ehmedê Xanî ye.

*Hinek Kurdologê Ûris di pirtûkên xwe de behsa Elî Herîrî dikin.

*Dîsa wisa diyar e ku lêkolînên rojhilatnasa ferensewî Joyce Blau tekûztir in. Li gor Alexander Jaba, Elî Herîrî sala 1425'an ji dayik bûye û sala 1495'an jî çûye ser dilovaniya xwe. Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê alman Albert Sosin û rojhilatnasê sovyetî M.B.Rudenko ve hatin weşandin.

Necmettîn KEVE

16/12/2014

Berfenbar/Wan  

HELBEST


Dilê mehzûn kefaret bêt ke im şeb taze mihman têt
Be mizgînî beşaret bit ke mihman canê canan têt

Ke mihman canê canan e, le ser cavê me mihman e
Be mala cumleyê Xan e, ke şahê cumleyê xan têt

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dilêxsîr in
Be can menzilgehê mîr in telebkar î ke sultan têt

Telebkar in dilara yîm med îm yarin bûyî şaîm
Le bejna er’erîn daîm sîyehmar lê be colan têt

Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran
Ku xas û am bibûn heyran le cîran enberefşan têt

Du zulfên enberefşan in du le’lên şekeristan in
Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

Ecêb bir ke mirarî tê le seddê qewsê tarî tê
Sîyehpenc in xumarî tê, ji mexmûran du eslan têt

Ji mexmûran tu mexmûr î, be cî hişt eqreba jûrî
Tewafa Beyti Me’murî le burcan xûn be sîran têt

Eqarib hat û bê hed hat, le wê burca zeberced hat
Vebala qewsê eswed hat, le tilbey mahî taban têt

Le heyva kewçêr in kamil ve ehlan ra nehiştin dil
Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xiste
Binefş û nêrgiza mest e, cinisrê le’l û reyhan têt

Reyahîn sosin û werd in, le Şêx Elyê xerîb ferd in
Weristê ehmer û zerd in hero sed car bi efxan têt

Ji efxanan nemayim têr du’agoyê te ez bê vir
Bebête şer du esleh dîr heta vî qasidê can tê

Bebîne rû şemalînê were hindava balînê
Ji dest ahan û nalînê çi reng feryad ji esman têt

Bi feryad û bi hewar e, ji dest ahan min ew kar e
Me lazim bendeyê jar e, ji seyidê çi ferman têt

Seyidê heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt.

 

**

 

 

 



E’niya bi nûr zilf têne ser

Rengîn dibin şems û qemer

Reşmar ji perdanê neder

Li e’re’ra yarî dikin.



Hoş û e’re’ra şimşa diket

Teşmîn reva sebir û xîret

Qahu medet, ahu medet

Çeşman çi xubarî dikin.



Çavê li rojê bîne kom

Came mey anî ji bom

Emir kir lazim vexom

Mestî ji min jarî dikin



Mest û şerab qendavê

Êsîr û bendêt vê şevê

Ger wesfê yarê ez bibêm

Hûn terkî huşyarî dikin

 

(Albert Sosin, Kurdische samlingen, 278-279)


 

**


 


 



GER HÛN BIBÎNIN NALÊ EŞQ

Ger hûn bibînin nalê eşq,

Tenê li bom zarî diken,

Herkes bizanît halê eşq

Bi hîle dijwarî diken.



Bi halê eşq bexil bibûm

Her dem di dem zelîl dibûm

Bê rah û bê delîl dibûm

Her kes bi xemxwarî diken.



Hûn bar mekin xemên di zor

Li hesreta vardên di sor

Çavê li reş bisk têne dor

E'nîya bi nûr tarî diken.



E'nîya bi nûr zilf têne ser

Rengîn dibin şems û qemer

Reşmar ji perdanê neder

Li erera yarî diken.



xoş erera şimşa diket

tejmin revand sebir û xîret

qahu medet, ahu medet

çeşman çi xûmarî diken:



çavê li rojê bîne kom,

camê mey anî ji bom

e'mir kir lazim vexom

mestî ji min yarî diken.



mest û şerab qendavê,

esîr û bendêt vê şevê

ger vesfê yarê ez bibêm

hun terkî hûşyarî diken.



cot xumaran kirme def

tefsîr diken sune"y sedef

roj xemilîn her çar teref

bi miskê tar tarî diken



hûşim çu bûn mabum di hom

her dem bi dem lew tên bicoş

mera qewî zewq û xuroş

bi şahî xundkarî diken



bi şahî wan dan û kerem

xizmet diken tirk û ecem

mirîdê eşqê dem li dem

li neqşê ceharê diken



neqş û nîgarê navşan

dîwan û wesfet şawşan

hey hey li cotêt padşan

ecêb xoş serdarî diken



serdarî şaha rewneq e

mue"cîza remzet ebleq e

elîyo mebêje ehmeq e

li bazarê înkar diken


 **

 

 


 

 

 



XELKNO WERIN BIBÎNIN

xelkno werin bibînin,

çi hûsneke bi kemal e

heyran ji dil bibînin

ji sene' zewal celal e.



sene' xwedê ku danî

sifhe ji nurê danay e

enber li ser kêşay e

enber xet di xal e.



xalên di şibê enberî

bêm her wek qemerî

ez t'êr nabim ji munzerê

min naçît ji xeyalê.



min qet naçît ji bîrê

zilfêt şibê herîrê

wê li ser be di munirê

dagırt bun helale.



ebru helala eyd e

dêm her wek xurşîd e

eblek şibê nahîd e

cibhet meha bi kemal e.



cibhet meha teva ye

ru sorgula bi xunav e

reyhan hatine hindave

nesrînyan da û pale.



nesrînyan çu wext best e

min nêrî pê host e

eqlê min çu ji deste

heyran kirim der hale.



heyran bum ez ji dinê

sohtim ji dest evînê

ji xwe nakim hivya jînê

l'im kêm bum mah û sale.



li'm kêm bun mah û salan

metnê ji lam û dalan

ji ber zehmet û eşkalan

ez t'er dikim miqale.



çavê min jê diborî

ji ber ebleqêt xumarî

wekî ava di carî

bê wext û bê meal e



gerden şuşa nebat ê

lêvê şerbeta heyat ê

ji hisna bît welatî

bi min cahî helal e



methê di nazenînan

û sefê di xûn şirînan

wekî dur û yasînan

ez her dikem emale



baxê ku sed bihar lê

bilbilê lalezar lê

ku ed gulê bixar lê

bilbilî nale nal e



ji hindê bînin taracî

ji mermeri bînin xeracî

ji romê bistînin bace

ji bo xemla şepal e



dêma xalê di hûr lê

eyna zilfêt stûr lê

rûnîva guhê tûr lê

mehbûbê bê missal e



hisna teya hebîbe

dilekî min jê xirabe

e'lî tu bike nesîbe

dest bi dil wesal e



hisna teya dilxah e

dîlber lebsî sîyah e

bi min kaa'be ella

tewaf dikem her sale



ji hînd bînin talanî

bikkin klî sibhanî

ji bo çavê şa-siltanî

dema bêtin ser sal e



çend bîbêje elî sadiq

ji serar û di qayq

ji wan wesfê di layq

ji hisna ya elal e.



 


 

Начало формы

 

Ji kitêba sadîq behaddîn:



îisan ji nu eşqa berê

pir enderunîya ateş e

zıilfa muzeyen enberî

d' wêd gel xala reş e



xala li deme dil reva

sed ruh û canim bin feda

sotim gelo çu li min nema

terkim kirin aqil û hiş e



aqil û hişim bune esîr

dinya ku geh qet têne bîr

dem suhbete bedra munîr

zilfa ji wedê bên xoş e



werdan ji nav zilfa derên

şula binefşê tê werin

bala û qed e'rerim

hejîyan ser marê reş e.



dîsan hey têt û diçît

elîyo emvetan dibêt

wê cîhan mufam nur jê diçît

dêm şuhbeta şe"ma geş e



şema şebistanê ev e

weda gulistanê ev e

sirî tebistanê ev e

şoxa herîrî dil geş e



ecêb letîf û cindîy e

ezman nezan u rom ye

ageh ji aşqbazan nî ye

mest û xumar û serxoş e



serxoşî cama şerbet e

horî tu baxê cenetê

dem şahî de"ma zulmete

serdaê çendin mehweşê



mehweş ku wetan sef bi sef

ew hate der misrî di kef

wan got: "e"lîyo lat xef

mi bi mirdin qewî xoş e

...................................



....................................



dîdara te ez zîn kem

heta kengê ruh te teng kem

keser bum carekê bîn kem

xudana têt û destmala



xudana têt û cehhet bê

xerac û erd û qîmet bê

dîdrara te bi qîmet bê

li eyd û cejn û sersala



evel kom û kesê min tuy

yeqîn firna dersê min tuy

kesê min û bese min tuy

li zer û mal û pir nala



li zer û mal û pir rencim

kesadim sahibim gencim

li bajêra guhêr sencim

sefer diwere heta mala



sefer di were şebê tarî

ey elîyo tu pir ray

da bikeyn zikir cebarî

belkî li me xoş bêt sala



gulistana xuda rist e

li etraf dilan xwest e

binefş û nergêz mest e

(cinsirî) lee"l û reyhan têt



reyhan sosin û werdin

li şêx elî xerîb ferdin

(weristin ehmer û zerdin

her ro sed car efxan têt



ji efxanan nemaym têr

dua" goye te ez be fêr

bibête ser du esleh dêr

heta vê qasidê can têt



bibine rewşê malînê

were hindava balînê

ji dest ahan û nalînê

çi reng firyad ji esman têt



bi firyad û hewar e

ji dest ahan min ew kar e

melazim bendeyê jar e

ji seydayê çi ferman têt



seyda heq nezer vêra

di iqlîman gêra

fitara gewheran vêra

ji nav kana bedexşan têt
 

(tirsik.net)
 

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84