dem: 29.01.2017 23:26 xwendin: 903

Divê Kurd çi bêje, çi nabêje… – Hejarê Şamil

Vê nivîsa xwe pêşkêşî Serokê PAKURD İbrahim Halil Baran dikim.

Ji zindanê peyamek wesa rê kirîye: “Ez dewrêşekî Kurdistanê me, li vir jî ez dê berdewamî bidime weazê ayîna rastiyê; Divê dewleteka Kurdan hebe”. 


**

Ew zimanê ku hûn bi kar dihînin, dibe nîşaneya giyan, hizir û hestên we. Nasnameya we ya derûnî aşkire dike. 


Zimanê we, pîvera (pîvan) jiyana we ye, ew zimane dîyar dike ka hun danusitendineka çawa li gel dost û dijminên xwe dikin. 


Bi kurtî zimanê me, awêneye hest û hizira me ye. 


Her çend em hewl bidin da xwe veşêrin, lê ew hinde jî em xwe aşkire jî dikin. Çi kes nikare xwe ji vê dana bacê biparêze. 


Li van demên dawî, hindek derbirinên bê ser û ber yên wek ‘zimanê aştîyê’, ‘zimanê şer’ derxistine û di nav gelê kurd de belav kirine. 


Salek, du sal berî niha ‘zimanê aştî’ di rewacê de bû. Ev ro ‘zimanê nîv şer’ pare dike. Sibê; dema gengeşeya sîstema ‘serokatiyê Tirkiya’ nemîne, çend rêveberên HDP bihêne berdan û keştiyên derya Marmara dest bi kar bikin, dê hingê dîsa ‘zimanê aştî’ bikeve devê me. 


Min li serî bi derewan amaje bi peyva bê sêr ber nedaye. Peyv dihêne reqisandin. Gelo ‘Zimanê aştîyê’ çiye? Zimanê aştîyê, ne ewe ku mirov ji bo dostê dayika xwe bibêje ‘bavo’?..

Siyaset henekek girêj e, lê ne qeşmertî ye. Siyasetmedarên me yên Bakurî bi şaşî ji wateya siyasetê tê gehiştine. Hem ew bi xwe têk çûn, hem jî ew xelkê ku ji wan bawer dikirin, têk dan. 


Divê Sîyaseta Bakurî ne bêgurçik be lê ew sîyaseteka bê prensîbe, bê rênmaye (bê rêzik)


Dest ji karê aqil û hizirvanîyê berdane, siyaseta bîr û baweriyê bi rê ve dibin. 
 

Ev jî ne bes e, welatê xwe Kurdistanê wek parçekî mêtîngehê dizanin û mêtîngerîyê ji bo xwe nakin derd jî. 


Xwekêmkirin (xwekêmdîtinî) ketiye nav xwîna wan. Çi pirs û pirsîyar nîne … 


Heger ne wesa ba ji bo welatê xwe nedigotin; ‘Rojhilat’ / ‘doğu’.


Serokên mêtîngehê weke ‘Serok’ / ‘başkan’, ‘serokwezîr’ / ‘başbakan’ dîyar nedikirin.
 

Gava wekîlê Kurd, ji bo walîyên mêtîngehê bibêje ‘waliyê min’ / ‘valim’, bi rastî mirov ne tenê pê sersûr (şaşwaz) dibe, her wesa şermê ji hebûna xwe dike. 


Ji xwe wekîl û siyasetmedarên Kurd pey gav bi gav hatine girtin û kirin zindanan. Ew jî ber xwe didin… 


Babet ne tirsonekîya, bêziravtîya wan e, ew gelek wêrekin jî. Lê belê, ji bo çi, paşaroj û pêşêroja welatê xwe bi dûvika tirkan, ereban û farisan girê didin? Eve cihê hebetîmanêye. Ji bo çi xwe bi laşê xelkê re pîne dikin, hişê mirovî hilnagire… 


Paşî jî navê pînekirinê wek ‘siyaset’, ‘tektîk’ bi nav dikin?


Ême heta kengê  bi bêşermî ji dewleta tirk ya mêtînger re bibêjin ‘welatê me’ / ‘ülkemiz’, ji hukumatê tirk ya faşist re bibêjin ‘hukumata me’ / ‘hükümetimiz’, ji meclisa tirk ya nejadperest re bibêjin ‘meclisa me’ / ‘meclisimiz’.


Vekin çapemeniyê bixwînin yan guhê xwe bidin siyasetmedarên Kurdan, wê çaxê hun dê bibînin ka çawa van gotinan rez dikin.


Heta vir li hemberî xwe kîna xwe ajotin, nuke jî berê xwe bidine dijminên xwe.


Hîn sala di 2001-ê de Midûriyeta polîsan giştî ya Tirkiyeyê, ji bo TRT-ê nameyek rê kiriye, bi kurtî naveroka name bi vî rengîye: “Ji bo Kurdan nabêjin Kurd”. Ji bo Siyaseta ‘Kurdan nabêjin Kurd’ niha jî ev daxwazene bi alikarîyê ‘pêşengên’ Kurdan berdewam e. 


Polisê tirk, ji çapemeniyê tirkan vê daxwazê dike: 


Dewsa ‘bi eslê Kurd’ / ‘Kürt kökenli’ bibêjin ‘welatiyên me ku, ji aliye cudakerên wek Kurd dihêne binavkirin’.


Qet nabêjin ‘Wekîlê Kurdan’ / ‘Kürt milletvekili’, bibêjin ‘Endamên rexistina têrorê’ … Fîlan û fîstan…

 

Ji mêje min li ser vê xalê hizir dikir bi rastî. Ji bo me pêdivîye ku em jî têrmînolojîya xwe çêkin.

Niha jî berê xwe bidine termînalojîya me. Divê Kurd çi bibêje, çi nebêje:

Çİ NAYÊ GOTİN: DİVÊ Çİ BÊ GOTİN: 
Kürt – Kürd / Kurd
Kürdistan – Kurdistan 
Kurdên Îranê – Kurdên Rojhilatê Kurdistanê
Kurdên Tirkiya – Kurdên Bakurê Kurdistanê
Kurdên Îraqê – Kurdên Başûrê Kurdistanê / Kurdên Kurdistana Federal
Kurdên Suriya – Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê yan jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê

Herêmên Kurd li Îranê – Kurdistana Rojhilat, Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilat
Herêmên Kurd li Tirkiyayê – Kurdistana Bakûr, Bakurê Kurdistanê, Bakur
Herêmên Kurd li İraqê – Kurdistana Başûr, Başûrê Kurdistanê, Başûr
Herêmên Kurd li Suryayê – Kurdistana Rojavayê, Rojavayê Kurdistanê, Rojava

Başûrê Rojhilatê Türkiya – Kurdistanê Bakur, Bakûrê Kuristanê 
Bajarê Wanê li Tirkiya – Bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê 
Herêm – Kurdistana Bakûr
Herêma Kurd – Kurdistan 
Parlamentoya Herêmê – Paralamentoya Kurdistanê 
Palamentoya Tirkiya (TBMM) – Parlamentoya nijadperestiya 
Hukumeta Herêmê– Hukumeta Kurdistanê 
Hevwelatiyê Tirkiya – hevwelatiyê dewleta dagirker 
Serokwezir – Serokwezirê Tirkiya, sergerdeyê tirkan 
Meclis – meclisa tirkan / Tirkiya
Hukumet – hukumeta tirkan ya paşverû
Dewlet – dewleta tirkan, dewleta tirkan ya faşist / nejadperest 
Wezîr – wezîrê dewleta dagirker 
Wekîl – wekilê tirkan / Tirkiya, wekilê Kurd di meclisa tirkan de 

Tirkiya – dewleta nejadperest / faşîst. (Pir Kurdên me ji bêfehmiyê ji bo Tirkiya dibêjin ‘welatê me’. Nabe. Heger bi zanebûn dibêjin, bênamûsiyê dikin. Heger fêm nakin dibêjin, divê dest ji kêmaqiliya xwe berdin). 
Kurdistan – welatê Kurdan. 
Polisên Tirkiya – kujer, koma kujerên, polîsên dewleta dagirker 
Qer(l)eqolên Tirkiya – navenda kuştinan ya / caniyan 
Leşkerên Tirkiya – leşkerên dewleta mêtînger 
Çapemenî – çapemeniya tirkan, çapemeniya Kurdan, çapemeniya cîhanê 
Enqere – serbajarê dewleta dagirker û kolonyalîst 
Amed / Diyarbekir – serbajarê Bakurê Kurdistanê 
Hewlêr – serbajarê Başûrê Kurdistanê.

Ez wesa bawer dikim ku hate fêmkirin.

Hejarê Şamil
[email protected]

Nivîs 14 ê Sibatê sala 2013 a de li malpera KP bi tirkî hatibû weşandin. Min niha serbest wergerand; hinek tişt derxist, hinek tişt jî lê zêde kir. Rêzdar Agirî Soran bi sivikî dest lêgerand li ser wergera min. Kekê minî Omer Dewran jî wisa mist da, ku nivîs ji aliyê hevoksaziyê de bû  Behdînî...  

 

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70