dem: 28.10.2017 18:36 xwendin: 296

Dil û Emeliyatên Danê Êvarê

Emeliyatên danê êvarê têne kirin, ji emeliyatên danê sibehê têne kirin, him baştir û him jî ewletir in. Li gor xebateke nû emeliyatên danê êvarê têne kirin û ahenga/rîtma biyolojîk ya laşê mirov bi awayeke pirr baş li hev û din dihên.

Lêkolînerên Fransayî xebatên xwe li ser daneyên 600 kesên nexweş yên derîçeyên dilê xwe nû kirine, pêk anîn. 500 rojên li pey roja emeliyatê, rîska nexweşiyên dil yên kesên nexweş ku danê sibehê deriçeyên dilê xwe nû kiribûn, li beramberê kesên danê êvarê emeliyat bûbûn, bi qasî 2 caran zêdetir bû. Ji kesên nexweş yên danê êvarê emeliyat bûbûn, ji sedî-neh (9) ji ber qeyrana dil, rawestana dil an jî nexweşiyeke din çûne ber rehma Xwedê. Lêbelê hejmara kesên danê sibehê emeliyat bûbûn, ji sedî-dehûheyşt (18) bû.

Lêkolîner David Montaigneê ji zanîngeha Lilleyê wiha dibêje; “Di vê serdemê de hê jî bijîjk nikarin rê li ber rîska nexweşiyên dil yên piştî emeliyatê rû didin, bigirin. Bêguman, pêdiviya me bi teknîkên nû heye daku em bikaribin kesên nexweş biparêzin û ji lêkolîna me jî dihêt dîtin ku pêkanîna emeliyatên danê êvarê dikare rê li ber nexweşiyên dil û mirinê bigire.”

Lêkolîner xebatên xwe li ser 30 heb nimûneyên raçînka dil yên ji her yek kesê nexweş hatibûn girtin, pêk anîne. Ji analîza genetîkî hatiye ditîn ku 287 genên pêwendiya xwe bi biyorîtmê re hene, ji kesên danê sibehê emeliyat bûbûne, baştir û çalaktir bûye. Lêkolîner raber dikin ku têkiliya dil bi biyorîtmê heye û di bandora biyorîtmê de dimîne. Dîsa dihêt dîtin ku dil, danê êvarê baştir xwe nû dike.

Çavkanî: The Telegraph

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      225
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      201
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      279