dem: 05.12.2017 01:36 xwendin: 252

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

   Di Serdema Navîn de wateya teqez (girîng) ne di gerdûnê de ye, lê di yên ku ew afirandiye de ye û mirov, encax bi îmaneka xurt dikarin xwe bigihînin wê wateyê. Xwedê afiranerê gerdûnê ye, yê ku yekemîn car gerdûnê çêkiriye ew e û di heman demê de, mebesta wê ye.

Li gorî termînolojiya Arîstoperest, Xwedê him sedemê çalak (causa efficiens) û him jî, sedemê armancê ye. (causa finalis) Ji ber vî sebebî bi serê xwe tenê, ti qîmeta gerdûnê tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem (talî) ye. Ew ji hêla gihêjtina armancê ve di nav xwe de, pergaleke hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide. Ev pergal ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirovî derbas dibe û heta xwe digihêjîne Xwedê. Mirov li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye û rihê mirovî, di rewşa herî dawî de girêdayî Xwedê ye.

Di vê xalê de felsefe weke zanyariyeke di gerdûnê de, li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e. Ew encax, li cem îman û teolojiyê; xwediyê erka xulamtiya teolojiyê û derbaseya odeya îmanê ye. Lê di dawiya serdemê de her çûye, felsefe rêya xwe ji teolojiyê cihê kiriye û ketiye rewşeka dijberê teolojiyê. Di dawiya vê pêvajoyê de felsefeyê, berê xwe daye û teolojiyê jî, berê xwe da ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîneka rastiya cotik derketiye holê.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017 

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: rewş serdem navînî

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      307
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      284
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      368