dem: 05.12.2017 00:40 xwendin: 26

Di Felsefeya Yewnan de Rola Mîtolojiyê

Di Felsefeya Yewnan de Rola Mîtolojiyê

   Mirovan, di destpêkê de hemû bûyer û kirûyên xwezayê, bi mîtolojiyê şirove kirine, ku mirov dikare vê astê weke ya yekem bihesibîne. Piştra, şiroveyên olî tên û piştî şiroveyên dînî/olî jî, ramana felsefî dest pê dike û dûvre jî, ramana zanistî. Lewma jî, bandûra mîtolojiyê li ser felsefeyê gelekî zêdeye û xwediyê roleka mezin e. Bêguman ramanên felsefîk ji ramanên mîtolojîk derketine, lê çawa gelo?

Li ser vê mijarê, em dikarin civaka yewnana antîk, weke mînakeke xweser pêşkêş bikin. Dema mirov bala xwe baş dide civaka grekiyan, mirov dibîne ku Xweda û Xwedawendên grekiyan dişibiyan mirovan û grekî, di pergaleke wiha de dijiyan.

Ew Xweda û Xwedawend, bêmirin/zindebar bûn, lê gelek taybetmendiyên wan, dişibiyan yên mirovan. Mesela şer dikirin, dihezidiyan, xirabiyê li xelkê dikirin û heta carinan bi mirovan re diketine têkiliyên cihêreng jî. Piştra di navbera ramanên xwe yên daringî û arîşî madî û manewîyan olî de, cûdatiyeke ava kirine û piştî vê cihêkirinê jî, kulturê dest pê kiriye.

Ev niqte, xwesteka serweriya xwezayê bi xwe re tîne. Lewra, di mîtolojiya grekan de di destpêkê de kaos (sehm) heye û wisa bawer dikin ku gerdûn, di nava tevlîheviyekê de ye û her tişt, ji hev cihê nebûye. Ji vê telîhiviyê, gerdûneka birêzik dertê û jêre ‘cosmos’ tê gotin. Li gorî nêrîna grekiyan, hêza îlahî gerdûnê ji vê tevlîheviyê rizgar kiriye û piştra, gerdûn bûye avahiyeka birêzik/rêkûpêk. Ji wê hêza îlahî re jî gotine Demîurgas.

Piştra, bîr û baweriya xwe bi Xwedayên Zeusî û bi Xwedayên din jî anîne. Di vê babetê de niqteyeka din: Tiştê ku li welatê wan diqewime yan tê serê wan û kar û barên wan yên dinyayî, bi zagonan hatine kargerandin û rola wan zagonan jî, di pêşveçûna civakê de pirr girîng e.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: mîtolojî

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60