dem: 05.12.2017 01:02 xwendin: 62

Di Felsefeya Antîk Yewnanî û Filehtiyê de Ramana Xwedê

Di Felsefeya Antîk Yewnanî û Filehtiyê de Ramana Xwedê

  Têgeha (ramana) Xwedê, mîna feraseteka filehtiyê xwiya dike. Hêza afirandinê ye û ev hêz, ji tinebûnê heyberan diafirîne hebûnê (hebûnatiyê). Herweha, ev têgeh hevrezanekî jî dixe navbera Xwedê û ebdên wî. Belam, li gorî dîtinên serdema antîk; Xwedê ne afirander e. Ew, bi tenê mîmarê gerdûnê ye. Made jî, weke Xwedê (Xwedayan) ezelî ye. Bi gotinekê din: Made, heyîn û xweza qet ne hatine afirandin. Lewra, ew her hebûn û ezelî ne.

Li Gor Felsefeya Antîk: Li gerdûnê caos hebûye û di vê caosê de tevlîheviyeke xwiya dikir. Paşê, Xweda yan jî Xwedayan, wê tevlîheviyê ji holê rakirine û rêkûpêkiyeke gihandine gerdûnê. Belam, dûvre di danezanîna ola filehtiyê de angaşteka din xwiya dike û li gorî vê angaştê jî Xweda, gerdûnê di şeş (6) rojan de afirandiye. Felsefeya Platonperestiya Nû jî; li gorî danûstandina afiraner û aferînê, nêrîneke heyama antîk e. 

Li gorî vê felsefeyê:  Xwedê, heyîn bi xwe ye û bi vî awayî, tiştên din para xwe jê distînin û xwe dikin heyîn. Belam, di felsefeya filehtiyê de nêrîneka wiha tune û qet, peyda jî nabe. Di vê mijarê de niqteyeka giranbiha heye ku ew jî ev e: Bi bandûra Platonperestiya Nû re, mistîsîzm bûye dijberê filehtiya ortodoksê û piştre jî, pêşengiya tevgera reformê kiriye.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      71
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60