dem: 13.02.2018 21:36 xwendin: 273

Di Dîrokê De 10 Nexweşiyên Herî Xeter

Di dîrokê de 10 nexweshiyên herî bixeter.

10. Nexweshiya Xurî.

Li ser rûyê erdê gelek mirov ji ber vê nexweshiyê mirine. Di nav her 3 kesên ku bi vê vîrûsê nexwesh ketine, 1 chûye li ber rehma Xwedê û li ser rûyê yên din birînên kûr mane. Nexweshiya xurî weke vîrûsa pêshin ku ji aliyê pisporan ve hatiye berteref kirin, tê zanîn. Kesê dawîn ku ji ber vê nexweshiyê mirî ye, di sala 1978de wênekêshek bûye. Odeya wênekêshê ku di zanîngehê de dixebitibû ye, li jorî odeya laboratoriumê ku tê de lêkolînên li ser nexweshiyê dihate kirin, bûye. Bi rêya 'kuleka hewayê' nexwesh ketiye.

 

9. Nexweshiya felchbûnê.

Di vê nexweshiyê de tishta pêshin ku tê bîra me, hejîna mêjiyê ye. Di 100/80 nexweshiya felchbûnê ji ber hejîna mêjiyê ye û di 100/20 ji ber xwînariya mêjiyê ye. Sedema herî mezin ya vê nexweshiyê xerabbûna damaran e ku ji ber pîrbûn, tansiyon û cholestrolê ye.

 

8. Nexweshiya mîrkutokê-sorikê.

Em vê nexweshiyê ji noqteyên gilover yên li ser lashê xwe dinasin. Nexweshî bi rêya pishkînê û kuxikê derbasî yên din dibe, bi vê rêyê vîrûsa ku di dilopê de ye, dikare bihêsanî derbasî yên din bibe. Li Asyayê û Afrîkayê car caran pêdiviya bo dermana vê nexweshiyê serî radike ku bi rêya derzîlêxistinê pêk tê. Her chiqas di zarokan de bê dîtin, di mezinan de dikare rû bide. Ji holê rakirina vê nexweshiyê bi rêya dêrzîlêxistinê dibe lê bi shertê ku zû bi zû bê tespîtkirin.

 

7. Nexweshiya ta girtinê.

Nexweshiya ta girtinê ji parazîtekekê tê ku bi rêya kelmêshê derbasî me dibe. Pishtî 14 rojan shewata me zê dibe, grîp rû dide, vershîn dest pê dike û ya dawîn meriv pê dimire. Di 3 rojan de tê tedawî kirin. Herî zêde li Afrîkayê, bashûr û rojhilatê Asyayê, bashûr û navîna Amerîkayê û li rojhilata navîn tê dîtin.

 

6. Nexweshiya-êsha zirav.

 Li gorî pîvanên 'world health organization' li ser rûyê erdê di her saniyekê de kesek bi vê nexweshiyê rû bi rû dimîne. Dermankirina vê nexweshiyê pirr dijwar e û ev jî bi xwe re pirsgirêkeke din tîne. Pisporên ku di sala 2014an de dest pê lêkolîneke nû kiribûn di vê mijarê de pêshketine. Her chiqas nexweshî tahdeya herî zêde li nav pishikê bide, tahdeyê li mazikê (dara pishtê), gurchikê û mêjiyê jî dike. Bi rêya kuxikê derbasî yên din dibe.

 

5. Nexweshiya vîrûsa HIVê.

Dibe ku em bi nexweshiya HIVê hema li AIDSê bifikirin û bi AIDSê jî li mirinê. Belê rast e, eger nexweshiya HIVê bi dermanê neyê rawestin, dibe sedema AIDSê. Gelek mirov ji ber vîrûsa HIVê mirine. Vîrûs bi rêya hûcreyên xwîna spî dikeve nava lashê mirov ku mirov nikare li ber xwe bide.

 

4. Nexweshiya tîfûsê.

Di sedsala 18 û 19an de gelek mirov ji ber vê nexweshiyê mirine. Herî zêde li cihê sher û xela (birchîbûn)yê de, rûdide. Ji ber gemarî/qilêrê, spî peyda dibin û bi rêya spiyan derbasî mirov dibe. Di lashê mirovî de shewata zêde, êsha serî, hundir chûyîn (îshal), vershîn tê dîtin. Ji 100/60 kesên ku bi vê nexweshiyê nexwesh dikevin, dimirin.

 

3. Nexweshiya kula heftpenche-shêrpencheyê.

Her chiqas li Hollandayê di lîsteya nexweshiyan yên bixeter de li herî jor be jî, mirinên ji ber vê nexweshiyê herchî diche kêm dibe. Bo mînak: di sala 2013an de 42000 mirov ji ber vê nexweshiyê mirine. Di sala 2012yan de jimara mirinê ji 100/2,4 zêde bû. Kula heftpenche ya pishikê yê pirr binav û deng e. Di mêran de zêde tê dîtin weke jinan. Di nav yên ji ber vê nexweshiyê mirine, herî zêde ji ber kula heftpenche ya pishikê û pirraniya miriyan mêr bûne. Zû bi zû tespîtkirina nexweshiyê, tedawîkirina nexweshiyê dikare pêk bîne. Ji kesên ku bi kula heftpenche ya pishikê nexwesh ketine, 100/90 kesên ku têkiliya xwe bi cixareyê hene.

 

2. Nexweshiya webayê.

Hûn dizanin tam 6 serdeman, ji sedsala 14an heta sedsala 19an jî tê de, li Ewropayê bû sebeba mirina mirovan. Hem jî bi milyonan, ku di navbera salên 1347an heya 1351ê weke "Mirina resh' tê binavkirin, li Ewropayê ji 3 kesan 1 ji ber vê nexweshiyê mir. Nexweshî bi rêya pishkîn û kuxikê û ji buxikan derbasî yên din dibe. Herî zêde webaya pishikê tê dîtin û bubonic (xiyarok) ku gelek mirov ji ber vê mirine, awayekî din e.

 

1. Nexweshiya grîba Îspanyayî.

Ji sala 1918an heya 1919an, di navbera 50 heya 100 mîlyon kes ji ber vê nexweshiyê chûne li ber dilovaniya Xwedê. Ti shofeke (epidemie) din, bi qasî vê shofê nebûbû sebeba mirinê. Tê texmînkirin, nexweshî ji leshkerên ku li Kansasê di sherrê cihanê ya pêshîn de bicîh bûn, bi xwe re anîne Ewropayê. Pishtî qetandina sher, dema leshker di vegera rêya malê de ne, rojnameyeke Îspanyayê nûcheyekê di derbarê vê grîbê de diweshîne. Ji ber vê nûcheyê nexweshî weke bi navê grîba Îspanyayî tê nasîn. Ji ber vê nexweshiyê mirov bêxûd dikevin, nikarin xwarinê bixwin, avê vexwin û bi nefes negirtinê dawî lê dihat.

Chavkanî: Geobeats

Werger: Ji Hollandî, Metîn Eser

Têbinî; Ji malpera Felsefevan hatiye wergirtin.

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      360
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      326
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      430