dem: 02.12.2017 23:56 xwendin: 239

Dewleta Neteweyî û Bidestxistina  Mafê Çarenûsiyê

Dewleta Neteweyî û Bidestxistina Mafê Çarenûsiyê

  Netewe, heyîneke çandî û etnîkî ye û xwediyê ziman, dîrok, nirx û armanceke hevpar e. Dewlet jî, heyîneke polîtîk û jeopolîtîk e. Bêguman, di navbera saziya dewletê û netewetiyê de jî, têkiliyek xurt a berbiçav heye, ku meriv dikare dewletê wekî saziya yan rêxistina herî gewre, xurt û mezin a civakî binavîne. Li gor hinek çavkaniyên civaknas û dîrokzanan, dewletên neteweyî ji layê neteweyan ve hatina afirandin, li gor hinekên din jî ku meriv dikare wan kesan wekî aligirê modernîzmê binavîne; nasnameyên netewî  encamên siyaseta dewletên ku hebûne derketine holê.  

Ligel vê yekê wusa tê pejirandin ku dewletên neteweyî, di dewra Şoreşa Fransî de derketine holê û di vê dewrê de, civak ji feodalîzmê derbasî kapîtalîzmê bûne. Dewleta neteweyî, ew dewlet e ku meşrûiyeta xwe ji neteweyê xwe a ku li erdnîgeriyeke kifş dijî werdigre. Lewma jî, mirov dikare bibêje ku dewleta netewî, netewe û dewletê, ku heyîneke polîtîk e; li erdnigeriya xwe lihev tîne û bi vî wesfê xwe jî, ji dewletên berê xwe cihê dike.

Bervejiya şeklên dewletên berê, di dewleta netewî de welatî xwediyê nirx, çand û zimanekî hevpar in. Di dewleta netewî de, parastina bidestxistina mafê xwe yê çarenûsiyê yê neteweyan, esas e û ramana mafê otonomiyê jî diguncîne. Bi vê wesfa xwe ya berbiçav, ji bo gelek tevgerên neteweperest bûye çavkaniya hêvî û îlhameke mezin. Çawa ku berê jî me anî zimên, fikra dewleta netewî, di dema Şoreşa Fransî de derketiye holê û di wê dewrê de, civak ji asta feodalîzmê derbasî asta kapîtalîzmê bûne. Di dewleta feodal de, çavkaniya meşrûiyetê monarşî bû. Lê çîna burjuvaziyê a ku piştî Şoreşa Fransî xurt bû, ji bo ku bikaribe serweriya (desthilatdariya) xwe ya polîtîk pêk bîne, bêgav bû ku piştgiriya girseyên civakî bidest bixe. Ji ber vê çendê jî, ji bo dawîlêanîna hêz û sîstema monark û pêkanîna desthilatdariya gel, tevgerên netewî hatine bihêzkirin û rê li ber, fikra serweriya netewî hatiye vekirin. Şoreşa Sanayiyê ku di sedsala 19an de rûdabû, rê li berfirehbûn pêşveçûna çapemeniya nivîskî û perwerdehiyê vekir û girêdayî van rûdanên pêşverû, ziman, nirx û kulturên hevpar li cîhanê bêtir belav bûn. Bêguman, tevahiya rûdanên ku me behsa wan kir wiha kirine ku, dewletên netewî bêtir werin damezrandin.  

Damezrandina dewletên neteweyî, a niha hêjî berdewam e û her netewe, dixwaze ku bi awayekî azad bijî û serweriya (desthilatdariya) xwe jî bila di destê xwe de be. Mesela kêm zêde di 20 salên dawî de, li Ewropayê 16, ji Yekîtiya Sovyetan û Federasyonên Yugoslavyayê jî 16 dewletan serxwebûna xwe ragihandine. Dewletên wekî Kosova, Makedonya, Karadag û Slovenyayê û hwd. Bêguman, rûdanên dawî jî destnîşan dikin ku heyama netewe dewletan hêjî derbas nebûye û wer xwiya ye ku dê demekê dirêj berdewam jî bike.

Kurdistana ku berê mêtingeha çar dewletan bû û niha jî, sê perçeyên wê mêtingeh in, dagirkerên wê rê nedane ku li Kurdistanê şoreşa sanayiyê pêk were û çîna burjuvaziyê ya kurd derbikeve holê. Ji xwe ta radeyeke, meriv nikare behsa çîna burjuvaziya kurd jî bike; lewre çîna ku bi navê tê binavkirin, li nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derneketiye û bûye nokerê dagirkerên welatê xwe. Ligel vê yekê, meriv dikare behsa çîneke bazirgan ya kurd bike, ku ew jî xwediyê sermiyaneke biçûk in û ne xwediyê derfetên mezin in, ku rabin û xizmeta neteweya xwe bikin yan daxwaza dewleta xwe ya neteweyî bikin.

Hasilê, jiber ku Kurdistan mêtingeh e, dagirkeran rê nedane ku gelek rûdanên cîhanê yên pêşverû û civakî, li Kurdistanê derbikevin holê û hemû çavkaniyên welêt, yan hatine talankirin û yan jî hatine tunekirin. Lewma jî, gelek rûdanên xwezayî û civakî yên ku li deverên cihêreng hatine dîtin, li Kurdistanê pêk nehatine û Kurdistan, ji wan bandûran hatiye îzolekirin.

Devletên Dagirkerên Kurdistanê ola xwe jî bi gotina herdem wekî alavekî bikar anîne û bi vê yekê xwestine ku rê li ber hestên kurdan yên netewî bigrin. Lê bi derengî be jî, meriv dikare bibêje ku kurd jî êdî têgihiştine giringiya hêza netewî û dixwazin ku hemû mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin. Kurd, bi sedê sal in ku di bin zilm û zordestiya dagirkeran de ne û fikra dewleta kurdî ya serbixwe hêviya wan ya herî mezin e. Lewma jî çi dibe bila be, tu carî divê em xwe bêhevî nekin û herdem doza dewleta xwe bikin. Wekî gotina dawî jî, dixwazim ku bi gotineka zimanzan û feylesofê Noam Chomsky vê gotarê biqedînim: ‘Ti carî, dev ji fikra Kurdistana yekgirtî û serbixwe bernedin. Çimku sînorên ku ji aliyê emperyalîstan ve hatine destnîşankirin, niha ji holê radibin û encama vê yekê jî, ne diyar e.’

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê Benîadem
Zanistî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê B..

25.02.2018 15:38    Metîn Eser

Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê vedîtina 15 genên nû pêk anîn. 15 genên nû xetên li ser rû û rûçikê me diyar dikin. Bi vedîtina 15 genên nû hinek karên ji..

Bixwîne
      20
Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      83
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      86