xwendin: 3647

Dazanînname an ku Rapora Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurde ji bo civîna Brukselê

Rapora ku Koma Amadekariya ÎRK raveyî civîna Brukselê kirî li gorî çarçoweya sermijarên jêrê hatine amadekirin. – Înîsiyatîf çawa çêbûye û çi hatiye kirinê – Armanc – Nêzîkbûna ji cewazî an jî dewlemendiya civakî, çandî, olî û mezhebî – Nêzîkbûna ji arîşeya Jinê re – Şêwazê Kar û Bernamê – Nêzîkbûna ji siyasetê re û arîşeya pêkhatinê – Bersiva ji hindek pirsan re – Pêşniyarên ji bo civîna Brukselê
TÊKETIN (Înîsiyatîf çawa derket û çi hate kirinê)

Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd ew Hewldana civandina hişê hevbeşe, yê di encama şerê rizgariya gelê me de pêk hatî. Û hewldana civandina mirovên me yên xwedan hizir û ramane. Naverok û mijara Înîsiyatîfê eve.
Hetanî neha sazîbûneka rewşenbîrî ya di asta Kurdistanê de, ya ji tu navendan ferman wernegre, rexne bike, pirsan bipirse, bi dil û wijdanê xwe biryar bide, hizir bi afirîne, li ser piyê xwe raweste pêk nehatiye.
Hevgirtin û hatina me ya cem hev, ji bo wê yekê da em bêdadiya dijî gelê Kurd pêk tê şûnve bixin, ji bo mafên xwe bidest bixin hemî hiş û hunera xwe têxin tevgerê.
Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, beriya bi sê mehan bi belavoka 1 ê Adarê navê xwe ji bo raya Kurd ragihand. Bi navê Koma Amadekar ya ÎRK yê bi rêka weşangeriyê û bi hevdîtinên rasterast, bi şev û roj karên nasîn û danasînê hatine meşandin, dayin û sitandina hizrî pêk hat.
Hetanî neha bi navê Înîsiyatîfê Sê civîn pêk hatine; ya Yekem 14 ê Adarê li paytaxta Kirgizîstanê Bişkek ê, ya Duyem 26 ê Adarê li Brukselê, ya Sêyem 08 ê Gûlanê li Sitenbolê. Ya Çarem jî îro (04 ê Hezîranê) dîsan li Brukselê pêk tê. Armanca hemî civînên pêk hatî yek bû lê belê çonayetiya wan, naveroka wan cûda bû. Di civîna Bişkek ê de bendewarî û hêvî, karên divê bêne kirin bêhtir derketin pêş. Li Brukselê bêhtir „Divê çawan bête kirin“ hate axaftin. Civîna Sitenbolê ya ku nêzîkî 80 kesî beşdar bû, axaftinên giring û berfireh, gotûbêjên kur hatî kirin û di raya Kurdistanê de jî bersiveka giring dîtî, ji bo pêşketina Înîsiyatîfê pêşniyarên berbiçav , rê û rêçikên saxlem deyna holê. Di encam de rê û rêçikên derketî holê ji bo amadekirina vê dazanînnameyê jî bû bingehekî giring.
Civînên di derketina Înîsiyatîfê de biryara wan hatî girtin bêhtir li deverên Kurd lê pir dijîn pêk tên. Civîn ji bo çine? Ji bo nasîn û danasîna Înîsiyatîfê, belavkirin di encam de mezinkirin û firehkirina hişê hevbeş e.
Piştî ev rêza civîna li parçeyên Kurdistanê û li Welatên derve pêk hatin êdî Konferanseka giştî pêkan e. Em di wê baweriyê de ne ev civîna berbi dawiyê dê bibe asteka giring di pêvajoya tekoşîna Kurdistanê de. Vê gavê tiştê bê kirin ewe bê navber parvekirina hizir û bê qutbûn kar bê kirin.

Em di wê baweriyê de ne civîna Îro ya Brukselê, dê bibe xeleka herî giring ya rêza van civînan.
ÎRK di pêvajoyeka ku li Kurdistanê komkujî pêk tên û di encama pêdiviyên netewî û civakî de derketiye holê. Înîsiyatîf, hewldaneka netewî ye ya ku mercên xwe yên rewşenî, sipartekên civakî, rabihurîneka dirêj ya hizrî ya ji Ehmedê Xanî û pêve, bersiva xwe ya civakî û derfetên pêgihiştî heye. Hetanî neha ji bo vê hewldanê 250 rewşenbîr û aktivistên Kurd bi navê xwe piştevaniya xwe rave kirine, nêzîkî 20 kesan jî bi astên cûda di Koma Amadekariyê de kar kirine. Koma Amadekar kar birêve birine, civîn birêk xistine, çend caran ragihandinên giring bo dazanînê bo raya giştî pêk hatine. Li ser navê Înîsiyatîfê tu biryar nehatine girtin, hewldaneka wisan jî qet çênebûye. Tevayî karên Koma Amadekariyê ji bo pêkhatina Înîsiyatîfê, pêşketin û belavbûna wê bûne.
Piştî ragihandina yekem anjî belavoka yekem hate beglavkirin, malperek bi Kurmancî yek jî bi Tirkî du malper hatine vekirin, di van malperan de daxuyaniyên Koma Amadekar, nivîsên di derbarê Înîsiyatîfê de û dazanîn, nûçeyên di derbarê civînan de û axaftinên di civînan de hatine weşandin. Malperên Dimilî(Zazakî) û Soranî jî di warê teknîkî de hatine amadekirin lê mixabin koma ku van malperan birêve bibe hîna nehatiye birêkxistin.
Di nava van karê sê mehan de, Koma Amadekar rojane bi rewşenbîran ve peywendî daniye û ji bo hejmareka fireh ya mirovan zanyariyên di derbarê Înîsiyatîfê de hatine ravekirin. Bi sedan rewşenbîrên ku rasterast li gel wan hatî axaftin û ji bo beşdarbûna Înîsiyatîfê hatine vexwendin tevlînebûn an jî şopandin ji bo xwe hilbijartin. Her çend di kar û xebatê de çonayetî û naveroka kar wekî xala herî giring bête dîtin jî, ji bo çi gelek rewşenbîrên me xwe derveyî Înîsiyatîfê digrin, di vê civînê de dikare bibe mijare gotûbêjê.
Destpêşxerî, herî bêhtir bala Kurdistaniyê Bakur, yên Sovweya Kevin û Kurdên derveyî welat kişandiye. Ji Kurdistaniyên Başûr peywendîdariyek heye û em di wê baweriyê de ne dê pêş bikeve. Mixabin hîna bi awayekî baş peywendî li gel Kurdistaniyên Rojava pêk nehatiye. Tenî bi çend kesan re peywendî pêk hatiye. Mixabin her çend hêz û derfetekî mezin di Rojavayê Kurdistan de hebe jî hîna tevlîbûneka têr pêk nehatiye. Em bawer dikin sedemên vê kêmasiya me û mijarên pêdiviyên me dê di vê civînê de bêne axaftin.
ARMANCÊN ME
Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd bi diruşma „Kurdistana Serbixwe û hizra Azad“ tevdigere.
Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd, pêkanîna hizrê hevbeş di nava hevkariyê de yê Rewşenbîrên Kurd û di mijara çareseriya arîşeyên Netewî de danîna helwestê hevbeş bo xwe dike armanc.
Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, Kurdistana Azad daniye navenda hizrê xwe û ji bo gefên li ser rastiya hebûna Kurdan bide rawestandin ketiye rêkê. Serxwebûna Kurdistan û yekbûna her çar parçeyan, awayê bingehîn yê cîhana hizir yê me bo xwe kirî armanc pêk tîne. Û bi berhemên ji vî hizrî derbiçin derxistina dagirkeran ji welatê me dê bibe armanca bingehîn.
Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, giringî bi wêya dide ku di aliyê zanist, çand, huner û hizir de dawî bi rewşa dagirkirin û parçekirina Kurdistanê bîne, cîhanên hizrî yên nû ava bike. Ji bo ev yek pêk bê, em di wê baweriyê de divê ew hizrê xwe bi dagirkerê xwe xweş û baş bide xuyakirin ji nûve divê li xwe vegere û bi xwe bihise.
Pêkanîna xeyalên me tenê bi wêya pêkane ku em ji wan hizrên ne yên me rizgar bibin yên xwe bi rengê humanistî û pêgihiştî xemilandî. Di vê çarçowê de, hetanî em ji bandora nêzîkatiyên çepgir, lîberal, demokrat, rastgir û îslamî rizgar nebin ne pêkane em vegerin xwe. Ji ber vê yekê her çend hizir û têgihiştinên cûda yên bandora xwe li ser cîhana hizir ya her kesekî ji me kirî hebin jî, em di wê baweriyê de ne rizgarbûn bi yekbûna li derdorê awir û hizrê Kurdewarî pêkane.
Xeyala me dê di kîjan qonaxan re derbas bibe, dê bi çi rengî pêş bikeve bêguman giringe. Parestina armancên jêr Serxwebûnê re ne karê rewşenbîran e. Siyseta rojane, pêşketinên rojane û li gorî mercên Kurdsitanê destkeftî bi rengekî berbiçav dê bi çi awayî reng bigrin bi giranî karê cîhana siyaseta Kurdistanê ye.
Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, xwedan wî erkî ye, derew, fêl, nexşên veşartî, siyaset û pêkanînên dijî Kurd û Kurdistanê aşkere bike.
Wekî dîtir jî em wisan dihizirin li gel vana pêşxistina karên Akademîk û hunerî, li gelek aliyên hizir û zanistê pêkanîna hewldanên hevbeş divê di nava armancên me de bin.
Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd, di wê zanebûnê de ye ku arîşeya Kurd û Kurdistanê ne kêşeyeka navxweyî, kêşeyeke dadwerî û demokratiya welatên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê ye, lê belê arîşeyeke navnetewî û navdewletî ye. Arîşeya Kurd û Kurdsitanê; bûyera di salên 1920 an de desteserkirina mafê avakirina Dewleteke azad, parçekirin û parvekirina Kurdistanê ye. Divê vê rewşa berbiçav em hilgirine dest, û em vê yekê karibin ji cîhanê re bibêjin çareseriya arîşeya Kurd bi wê yekê dikare pêk bê ku gelê Kurd jî bibe endamekî wekhev yê malbata gelên cîhanê. Û em bi giringî jêra wê xet dikin ku çareseriya herî dawî jî ewe Kurdistan bi Dewleteke demokratîk bête xelatkirin.
Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd, dê hertim rêbaza Dijî“Kurd ya herêmî û navnetewî ya sed sale li ser Kurdsitanê tête meşandin rexne bike. Serkêşên Navnetewî û herêmî yên dijî“Kurd ne tenê Dewletin. Tevayî leyistikvanên pergala Dijî“Kurd divê di bextê mirovatiyê de bêne darezandin.
Vê gavê li herçar parçeyên Kurdistanê û li parçeyê pêncemîn dijî gelê Kurd komkujî, tunekirin, siyaseta; ji derûnê xwe, nava xwe valakirin û pêkanîna wê tê meşandin. Bi hezaran Kurdên dibine maşika vê siyaseta dijminan hene. Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd xwedan wê berpirsiyariyê ye ku vê birêveçûnê berovajî werçerxîne.
NÊZÎKATIYA LI CEWAZIYA AN JÎ DEWLEMENDIYA CIVAKÎ, ÇANDÎ, OLÎ û MEZHEBÎ ya li KURDISTANÊ
Cîhaneka hizrî ya ji taybetmendiyên civakî yên Kurdistanê qut pêk nayê. Cûdayiyên civakî, çandî, olî, mezhebî yê welatê me dewlemendiyên me ne. Di Înîsiyatîfê de nûnerên tevayî beşan hene û dê hebin.
Tu nasname ji ya dîtir bilindtir an jî kêmtir nîne. Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, dê bibe arîkar ku li Kurdsitanê çanda rêzgirtin, dilnizmî û hezkirinê pêş bikeve. Ji bo vê yekê ji bo avakirina pergaleka tevlîker, pir çandî, pir zimanî, pir olî pêk bê, jiyana felsefî û hizrî pêş bixe. Li himber metirsiya hizrên hişk yên bi baskê Sunni“Kurd pêş dikeve hertim hişyarker be.
NÊZÎKATIYA ARÎŞEYA JINÊ
Despêşxeriya Rewşenbîrên Kurd, piştevanê çalek yê tekoşîna jina Kurd e. Tevlîkirina herî mezin ya Tevgera Kurd ya Bakur ji bo Tekoşîna Rizgariya Netewî ewe ku jina Kurd kişandiye nava tekoşîna siyasî û Azadiyê û kiriye xwedan erk û dewr. Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ji bo Jinên Kurd bo refên pêş yê tekoşînê bêne kişandin û bo dewlemendkirina jiyanê dê karan bike.
BERNAME Û AWAYÊ KAR
Koma Amadekar ya ÎRK ji destpêkê ve şêwazê karê klasik ne pejirandiye, amadekirina wekî bername an ku rêbaznameyê piştdest kiriye. Rêka ji bo têgihiştinê vekirî û zelal hilbijartiye; li Kurdistanê û derveyî welat dê rêzecivîn pêk bên û li gorî encamê van civînên dê konferanseka navendî pêk bê û biryarên di civîna dawî de bêne girtin dê bo Înîsiayatîfê bingeh bêne girtin.
Vê gavê „Bernameya“ yekane belavoka 1 ê Adarê ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd e. Di belavoka yekem de armancên IRK, erkên wê yên bernamê bi xetên giştî hatine derbirîn. Di encama civîn û gotûbêjan de dê bername û xalên bingehîn bêhtir zelal bibin. Ji nû ve sererastkirin û pêgihiştina armanc û erkên Înîsiyatîfê dê hesantir be.
Koma Amadekar wekî li himber rêzepileya hundur hey jixwe hebûye, ji bo desttêwerdana ji derveve jî derî vekirî nehiştine. Em di wê baweriyê de ne ku ev hişyarbûn di hemî astên kar de bêne pêşandan.
NÊZÎKATIYA JI SIYASETÊ RE Û ARÎŞEYA HEVKARIYAN
Înîsiyatîf bi înîsiyatîfeka wisan ketiye rê ku berjewendiyên Kurdistanê û Netewa Kurd li ser berjewendiyên dewletên Dagirker, li ser berjewendiyên kom û partiyên li Kurdistanê kar dikin digre. Wekî dîtir jî parezvanê mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya gelê me ye û parezvanê wî hizriye ku dewletbûn mafê herî rewa yê gelê Kurd e.
ÎRK eger bi hizreka hevbeş navbereke bixe navbera xwe û tevgerên Kurd û Kurdistanî yên siyasî, çewtiyên pêkhatinên siyasî, qelsiyên wan, kêmasiyên wan bi şêwazekî rast û avaker rexne bike, tevlîkirinên erênî yên doza me ya netewî derxîne pêş dê bersiveka civakî bibîne.
Em wê yekê diparêzin ku li Başûrê Kurdsitanê ew referanduma Serxwebûnê ya qala tê tê kirin bêyî dem pir bibihure bête kirin. Ji bo Serxwebûna li parçeyê Başûr yê Kurdsitanê di hola navnetewî de bête pejirandin em dê bi şev û roj karkirinê bo xwe erk bibînin.
Em li gel Federasyona Rojavayê Kurdsitanê (Suriya Bakur) in. Ji bo bighêje asteka fermî em di wê baweriyê de ne ku divê rewşenbîr erka dikeve ser şanê wan de bicih bînin.
Em divê ew komkujiya pêl bi pêl, parçe bi parçe li Bakurê Kurdistanê pêk tê û navendên bingehîn yên Kurdistanê têne valakirin veguhezînin rojeva cîhanê. Li kelehên Kurdîtiyê yên Bakurê Kurdistanê kevir li ser kevin nehiştin. Kê kir, kê rêk vekir, kî bû sedem? Ev pirs ne derveyî rojeva Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdin.
Em di wê baweriyê de ne peywendîdanîna li gel Gelê me yê Rojhilat ku bêdengiya berî tofanê dijî, li gel rewşenbîr û aktivistên wan mirovên me dayin û sitandin erke kesane û netewî yê her rewşenbîrekî Kurd yê parçeyên dîtir û yên derveyî welate.
Em di wê zanebûnê de ne ku divê em li gorî rewşa her parçeyekî taybet tevbigerin.
Îro di navbera Kurdan de aşîtî û pêkhatin arîşeyeka lezgîne. Eger ev arîşe neyête çareserkirin, Kurd di vê sedsalê de derfeta di sêniya zêrînde bo wan hatî pêşkeşkirin dê karibin ji dest xwe berdin. Gelek azmûnên em ji wan derfetên ku bav û kalên me ji dest xwe berdayî derxînin hene. Ji bo em wan azmûnên dîrokî yê me wergirtî, werçerxînin rêzanînekê di bin seywana înîsiyatîfê de em gehane hev.
Em tev jî di wê zanebûnê de ne ku rêka pêkhatina hevgirtina Kurdan ewe em dijî hizrê parçegerî, komgerî bi dakokiya parestina yekîtiya netewî û hevgirtinê biparêzin.
Hetanî hêzên siyasî û leşkerî yên Kurd di navbera xwe de yekîtiyê pêk neyênin, peywendî û hevkariyên li gel hêzên derve pêk anîn dê dijî yên dîtir di encam de dijî Kurdistanê kar bike. Dîroka me bi bûyerên weha ve tijî ye.
Destpêşxerî, divê karibe vê yekê bêje ku tevgerên Kurd divê dijî hevdû bêhtir ji hev bixwin û dilnizm bin. Eger Kurd nebin yek wê demê tu derfetê wan yê li ser vê erdê bi nasnameya xwe, bi serfirazî û azad nikarin bijîn.
Di navbeyna herçar parçeyên Kurdistanê de amadekirina kar û çalekiyên ji bo pêkhatina yekgirtina derûnî, yekîtiya çandî, yekîtiya ziman, yekîtiya wêje û hunerê gelek giringe. Hetanî ev gav neyêne avêtin yekîtiya netewî pêk nayê. Dema Destpêşxeriya Rewşenbîrên kurd li herçar parçeyên kurdistanê bibe sazî wê demê dikare bi hesanî van karana pêk bîne.
Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd civata biratiya hizire. Ev hizir ji xeyala SERXWEBÛNA WELATÊ KURDISTAN haveynê xwe girtiye. Hetanî neha peywendiya partiyên Kurd li gel hêzên derve têkilya partiyên Kurdan û hevgirtina wan diyar dikir. Ji îro pêve êdî divê peywendî û hevgirtina navbeyna Kurdan divê reng bide peywendiya navbera hêzên Kurd û hêzên derve. ÎRK ji bo vê yekê heye.
Em divê vê yekê bi ser bixin.
JI BO HINDEK PIRSAN BERSIV
Mijareka di civîna Stenbolê de duvdirêj hatî axaftin di medyayê û torbendên civakî de bûye mijar. „Ji bo çi ev hewldan Înîsiyatîfa Rewşenbîran „ e. Bersiveke gelek hesan û zelal ya vê pirsê heye. Ji ber ku ev Înîsiyatîfeka Rewşenbîrî ye, Hewldaneka wisane ku Rewşenbîrên Kurd destpê kiriye.
Peyva „Serxwebûnê „ ya ku di belavoka yekem ya Înîsiyatîfê de hatî ziman û di gelek nivîsan de tê dûbarekirin ev pirs bi xwere aniye; „ Tenê tê xwestin ku rewşenbîrên SERXWEBÛNXWAZ bêne cem hev gelo ev sînorekî naxê nav rewşenbîran de? Gelo kesên serxwebûnê naxwazin nikarin beşdar bibin? „
Beriya hertiştî rewşenbîrê Kurd yê xeyala wî ya serxwebûnê tune bê nayê hizirandin. Her rewşenbîrê Kurd yê li gorî rastiya rojane tevdigere û nêrînên tevgerê siyasî yên wekî xweserî, federasyon û wekî wan dixe rojevê de jî Xeyala xwe ya serxwebûnê heye. Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ne tevgereke siyasî ye. Di encam de siyaseta Serxwebûnê nameşîne, hizrê Serxwebûnê diparêze. Rewşenbîrên xwedan xeyala Serxwebûnêne lê belê di nava siyaseta xweserî û federasyonê de cih digrin ji roja yekem de beşdarî Înîsiyatîfê bûne û xwedî li vê hewldanê derketine. Her rewşenbîrê Kurd yê azadiya gelê ku girêdayî dixwaze, rewşa dîrokî û civakî bi rengekî rast vedikole, arîşeyan vedibêje û ji bo jiyaneka baştir û xweştir pêk bê tev digere û bi vê zanebûnê têdikoşe endamê xwezayî yê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurde.
PÊŞNIYARÊN JI BO CIVÎNA BRUKSELÊ
1.) Di civîna Sitenbolê de komeka kar ya ji 3 kesan pêk tê hate avakirin. Em pêşniyar dikin di encama civîna Bruksel/Ewrûpayê de Komeka kar ya 5 kesî bête hilbijartin. Komên Kar û peywendiyê ji bo girêdan û peywendiyên di wê dema navbera civînan de pêk bînin û ji bo him herêmî him jî peywendiyên navbera parçeyên Kurdistanê jî qût nebin pêwistin. Komên Kar û peywendiyê yên bi rêkên demokratîk têne hilbijartin piştî civîn bidawî bûn dê karê ku neha Koma Amadekar birêve dibe bi hemî aliyan ve bigre dest xwe.

2.) Civîna Bruksel/Ewrûpayê ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd dikare du koman hilbijêre; A- Koma peywendiyê li gel rewşenbîrên biyanî û diplomasiyê ( bi kinî Şandeya Têkiliyên derve mirov dikare bêje) Şande, dê mafên bingehîn yên Kurdan, pêkanînên dewletan yên deveyî mirovî li ser Kurdan ji bo sazî û dezgehên navnetewî û rewşenbîrên biyanî veguhezîne, bike dazanînname û piştevaniyê bixwaze. B- Şandeya peywendiyên li gel saziyên Kurd ( Bi kurtayî „Şandeya Karên hundur“) şande ji pêkhatinên çandî hetanî bi partiyên siyasî dê karê hevgirtinê bi saziyên Kurdistanê re pêş bixe.

3.) Înîsiaytîfa Rewşenbîrên Kurd civata dilxwaza ye. Di karên hetanî neha de pêdivî bi piştgiriya darayî(maddî) çênebû, peyva „Finans“ nehate bikaranîn. Ev mijar dikare di civîna Brukselê de bête axaftin. Eger pêwistî bête dîtin Rêvebiriya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ya ji komên Kar û peywendiyê pêk tên dikare arîşeya fînansê biaxife û çareser bike.

4.) Navê Înîsiyatîfê her çend di belavoka despêkê de wekî „Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistan“ hatibe gotin jî di kar de bêhtir „ Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd“ hatiye bikaranîn. Em navê „ Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistan“ Rasttir dibînin.


Koma Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistan.

JUNE 11, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84