dem: 27.02.2017 10:27 xwendin: 574

Daxuyaniya Koma Amadekariya ÎRK derbarê şehadeta Şîfa Gerdî

25 Sibatê li Musilê bi teqîna bombeyeke vadayî, karmenda televizyona “Rûdaw” Şîfa Gerdî şehîd bûye û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar ketiye.

Şifa Gerdi (Şîfa Zîkrî İbrahim) 01.07.1986a de li koçberiyê li bajaroke Zêwe yê Urmiya hatiye dinê. 2006 a peymangeha teknikî beşa kompyûterê bidawî kiriye. 2013 beşê rigahandinê li kolêja Adab a Zanîngeha Selahedinê bidawî kiriye. 2006 destbi karê rigahandinê kiriye. Ji 2007 heta 2010  karê rojnamegerî kiriye. Destpêka damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê weke rêvebera beşe Outputa kar kiriye.

Şîfa Gerdî, rûyê pak a rojnamegeriyê Kurda ye. Ew êdî bûye nîşana sedan rojnamegerên Kurd yên di qada şer de şehid ketî, an ji aliyê hêzên dagirker ve hatine kuştin. Di nav 30 salên dawî de li her çar parçeyên Kurdistanê sedan rojnameger, nûçegihan ji aliyê neyarên gelê Kurd ve bi hovane hatine qetilkirin. Bîranina wan her tim rêya me ronî kiriye.

Bûyera qetilkirina Şîfa Gerdî him di nav gelê Kurd, him jî qada navnetewî de bi berfirehî bû mijara rojevê. Şehadeta xwîşka Şîfa li ser gelê me xemgîniyek mezin çêkir.

Helwestê netewî yê gelê me ji bo şehadeta vê keça Kurd ya canfeda dayî pêşandan, baweriya me ya bi Azadî û Serxwebûnê bihêztir kiriye.

 

Koma Amadekariya ÎRK

27.02.2017

Pêveker: şîfa shifa gerdî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84