dem: 09.06.2017 23:16 xwendin: 1173

Daxuyaniya ÎRK ê; Ji bo Azadiyê, ji Serxwebûnê re


Gelê Kurd ê qedîm ku li ser xaka Mezopotamya dijîn ev 5 hezar sal in li hember talan û dagirkirinan jî nasname û dewlemedniya çanda xwe parastin.

Di van du sed salên dawî de çiqas rastî pêvajoyên redkirin, înkar û tunekirinê hatibin jî ji bo çarenûsa xwe biguherînin ji no azadiyê têkoşîneke bêhempa nîşan dane û hindik maye vê têkoşîna azadiyê bigihînin serî. 

Divê ev dawiya xweş bi dewletbûnekê bê xelatkirin, lewra ji bo gel hebûna xwe biparêzin û nirxên xwe mezin bikin teqez dewlet divê. An na nikare têkeve nav malbata gelên cîhanê û ji van kirinên hovane rizgar bibe. 

Gelê Kurd ji ber ku bê dewlet e rastî trajedî û kirinên hovane tê, ev rastî ne hewceyî nîqaşê ye jî. Ji ber vê yekê digel ku hejmara Kurdan gihîştiye 50 milyonî jî teqez divê wekî dewlet têkeve nav arenaya gelên cîhanê.

 Piştî di 1990'î de bûyerên li Korfezê rû dan Kurdistana Başûr ev ji xwe re wek fersend dît û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe. Di rewşa îro de divê ev meş bi serxwebûnê bê xelatkirin.

Dîroka rapirsîna ku dê xwesteka serxwebûnê bê diyarkirin di cîvîneke di bin serokatiya Serok Barzanî de bi biryara hevpar a partiyên Kurd wekî 25'ê Îlona 2017'an hat diyarkirin. 

Em wekî "Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd" biryara "Rapirsîna Sercwebûnê" ji dil û can pîroz dikin û piştgirî didin. Em bawer dikin dê ev çira odeyên din jî yên di mala me de ronî bike. Em bang li gelê Kurd dikin û dibêjin "Her Kurdek divê ji dil û can piştgirî bide pêvajoya ku ber bi serxwebûnê ve diçe."

Û em dibêjin kesên digotin "Xeyala Kurdistanê li Agiriyê Medfûn e" bila qet kêf nekin. Pênc hezar sal in li hember her bûyerên li cîhanê qewimîne kesî nikaribûye Kurdan medfûn bike, dê gelê Kurd bi dilxwaziya azadî û bi sekna xwe ya bibiryar di nav gelên cîhanê de ji xwe re cî bibîne. Em bawer dikin ku piştî rapirsînê dê serxwebûn bê ragihandin. Bi taybetî piştgiriya vê pêvajoyê ji bo sazî û partiyên Kurdistanî peywireke dîrokî ye. 

Wekî Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd em bi serbilindî radigihînin ku em bi hemû hêza xwe li pişt vê pêvajoyê ne ji bo alîkariyê em ê hewl bidin.

Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê 
Komîteya Kar

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333