dem: 12.01.2017 03:56 xwendin: 800

Danasîn, Taybetmendî û Rêbazên Zanista Psîkolojiyê

Danasîn, Taybetmendî û Rêbazên Zanista Psîkolojiyê

   Danasîna Psîkolojiyê

  Psîkolojî (Derûnnasî) ji pevgihana têgehên 'psykhe' (giyan, rih) û 'logosê' (zanist, zanayî) pêk tê, ku hevokeke hevedudanî ye û di bingeha xwe de, di wateya 'zanista giyanê- zanista rih' de ye. Belam têgehên rih û hwd. jiber ku ne ezmûnî ne, di roja me ya îroyîn de ne mijarên psîkolojiyê ne. Danasîna (pênaseya) psîkolojiyê mirov dikare bibêje ku hebekî zehmet e, lewra ev danasîn li gor her teorîsyenê psîkolojiyê diguhere. Her psîkologeke wesfekê psîkolojiyê derxistiye pêş, yan jî em bibêjin girîng hesibandiye û bi vî awayî, nêzîkê zanista psîkolojiyê bûye. 

Mesela li gor Wilhelm Wundt: psîkolojî, vekolandina hiş/bîr û pêvajoyên wê ye.  Psîkologê Pavlov jî; di encama xebatên xwe de ku li ser heywanan pêk anîbû, gihêjtiye wê baweriyê ku tevgerên mirovan girîng in û li ser bertekên/tepkiyên  mirovan rawestiyaye. Dîsa jî, ji 100 % ne misoger be jî, em dikarin danasînekê psîkolojiyê bidin û wiha bibêjin: <'Psîkolojî ew zanist e ku li ser tevgerên mirov û heywanan, herweha li ser pêvajoyên zêhnî/bîrbirî ku mirov dikare bibêje bingeha wan tevgera ne radiweste, li wan vedikole û dixwaze ku bi wan pêvajoyan bizanibe.>

Di vê danasînê de 4 hêmanên girîng hene:   

  1. Mirov: Mirov, babeta psîkolojiyê ye. Hemû xebatên ku bi armanca fêhmkirina tevgerên wî têne kirin, di nav sînorên qada psîkolojiyê de ne. Lê ne tenê tevgerên mirovan, pêvajoyên zêhnî jî ji bo psîkolojiyê babetên vekolandinê ne; çimku di bingeha tevgerên mirovî de, ev pêvojo hene. Xwarin, vexwarin, razan, dîtina xewnan û ajotina bisiklête, êş, hezkirin û gelek çalakiyên din, tevger in. Ji bo pêkhatina tevgeran pêdivî bi zêhn, fikirîn û hişê heye, ku ev jî pêvajoyên zêhnî ne û weke bingeha wan pêvajoyan in. Herweha, psîkolojî qîma xwe bi tenê bi fêhmkirina wan pêvajoyan jî nayne û dixwaze, ku tevgerên mirovan yên çewt serersat jî bike.
  2. Heywan: Heywan ji bo fêhmkirina tevgerên mirovan, navgîn/alav in. Lewra, mirov di laboratuaran de weke qobayan nikarin werin bikaranîn. Heywan herçuqas ji hêla zêhnî û fizyolojîk ve ji mirovan cihêreng bin jî, têgihiştina tevgerên wan dibe ku ji bo têgihiştina têvgerên mirovan hindek daneyên girîng bidine me. Heke ezmûnên Pavlov yên li ser kûçikan tunebûya, me îro nikaribû behsa Bertekiya Bişert (Refleksa Bimerc) bikiraya. 
  3. Tevger (Libat, Refdar): Hemû bertekên hundirîn û der yên organîzmayê, tevger in. Cemidîn, birêveçûn û lêxistina çepikan, tevgerên der (yên ku xwiya dikin) in, fikirîn, hezkirin û biryargirtin jî, tevgerên navxweyî (tevgerên hundirîn) ne.
  4. Zanist: Psîkolojî, rêbaz û prensîpên zanistên xwezayê bikar tîne.

Di Psîkolojiyê de Rêbaz û Teknîkên Lêkolînê

A- Rêbazên Çavlêgerandinê: Bi riya pirskirina pirsên kifş/diyar, fikr û nêrînên girseya gel, tê sitandin (wergirtin).

  1. Test: Serkeftin, bal û behreyên cihêreng yên şexsan tê pîvandin.
  2. Anket: Bi riya pirsên ku hatine amadekirin, di derheqê nêrîn û qeneetên mirovan de zanayî têne bidestxistin.
  3. Çavdêrî: Çavdêrîkirin û qeydkirina, tevgerên mirova ye. Du texlîdên rêbaza çavdêriyê hene.
  • Çavdêriya Xwezayî: Di vê texlîda çavdêriyê de; lêkolîner bi tu awayan dest nade rewşa ku heye. Bûyer çawa bin, wan wiha dişopîne û qeyd dike.
  • Çavdêrîya Sîstematîk: Di vê rêbazê de; lêkolîner, riyên bidestxistina zanayiyan, qontrol dike. Ango, midaxaleya lêkolînê dike.
  1. Gotebêj /Hevdîtin: Wekî gotebêjên kar û şeweirmendiyê, dibe du beş. Ev rêbaz, hem ji bo bidestxistina zanayiyan û hem jî, ji bo başkirina nexweşiyên psîkolojîk tê bikaranîn.

5- Lêkolîna Jînenîgariyê / Biyografîk: Di vê cure rêbazê de; derheqê rabirdûya şexsan, nexweşiyên wan yên derbasbûyî û serboriyên wan yên girîng de, zanayî têne topkirin û qeydkirin.

B- Rêbazên Ezmûnî

Psîkolojiya ezmûnî, ew psîkoloji ye ku xwe dispêre xebatên labaratuwarê.

Di Ezmûneke de, çar (4) hêmanên girîng hene û ev hêman jî:

  1. Guhêrbara Serbixwe: Guhêrbara ku di dema lêkolînê de di bin qontrola lêkolîner de ye û di têkiliya sedem-encamê de wekî sedemê/sebebê ye, ye. Encam, girêdayî vê guhêrbarê dertê holê.
  2. Guhêrbara Pêgir: Guhêrbara ku rewşa wê li gor guhêrbara serbixwe diguhere. Ne di bin qontrola lêkolîner de ye. Di lêkolînê de wekî encam dertê holê.
  3. Koma Ezmûnê: Koma ku guhêrbara serbixwe, lê tê sepandin/tetbîq kirin.
  4. Koma Qontrolê: Koma ku guhêrbara serbixwe, lê nayê sepandin û di rewşa xwe de tê hiştin, da ku bi koma ezmûnê re were rûbirûkirin.

C- Rêbazên Qorelasyonel: Daneyên ku bi rêya ezmûnê tên bidestxistin, bi hejmaran têne nîşandin.

Bi du awayan/şeklan pêk tê:

  1. Rêbaza Qorelasyonel: Ji têkiliya di navbera du rêz puanan re, yan jî ji têkiliya di navbera du pîvanan re qorelasyon/girêdanî tê gotin. Heke ji guhêrbaran, dema yek bilind bibe û ya din jî bilind dibe; girêdaniya wan (qorelasyona wan) pozîtîf e. Ji guhêrbaran, yek bilind bibe û ya din dakeve xwarê, girêdaniya wan, wê demê negatîv e. Na heke di navbera guhêrbaran de têkilî tunebe, wê deme em dibêjin ku sifir (o) qorelasyon ango, girêdanî heye.

Sembolên wan 

Girêdana Pozîtîf: +1 / Girêdana Negatîf: -1 / Bêtêkilîtî: O

Çend Mînakên Qorelasyonê

Fêrbûn - Birçîtî : -1 / Zanayiya Felsefî - Ajotina Trimbêlê: O

Motîvasyon - Ferbûn: +1 / Tundî - Tirs: +1

Terereq - stres: +1 / Çand - Erîşkarî: -1 / Hezkirin - Xezeb: -1

  1. Dereceya Girîngiya Ferqan: Rewşên cihêreng yên wekî perwerdehî, zêhn û temen, bandûrê li encama ezmûnê dikin. 

Ali Gurdilî

[email protected] 

12.01.2017 

Ev nivîs, berê di malpera www.felsefevan.org de jî hatiye weşandin. 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453