xwendin: 5355

Civîna Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ya Brukselê

Civîna Însiyatîva Rewşenbîrên Kurdistanê ya li Brûsselê pêk hat

Roja 4. ya Hezîranê li Brûssela paytexta Yekîtiya Ewropayê civîna Însiyatîva Rewşenbîrfên Kurdistanê pêk hat . Civîn di demjimêr 10.00 an de dest pê kir û nêzikî 60 rewşenbîr tevlî civînê bûn. Yên tevlîbûyîne, zêdetir ji welatên Almanya, Fransê, Holland û Belçîkî bûn.

Civînê ji aliyê dîwana ku ji Aydin Dere, Newzad Şirnexî û Azad Yaşar pêkhatî, bi rêve hate birin. Civîn bi zimanê Kurd û hersê zaravên Kirmanckî (Dimilkî) , Kurmancî û Kurmanciya Jêrîn (Soranî)

Di destpêka civînê de ji bo hemî şehîdên şoreşa Kurdistanê û dunyayê sekana rêzgirtinê hate kirin û di heman demê de jî Sirûda netewî ya Kurd (Ey Reqîb) hate guhdarîkirin. Pişt re civîn dest pê kir.

Berî her tiştî, di derbarê armanc û pêwîstiya avakirineke însiyatîvê û her weha xebatên ku berî niha hatine kirin ji aliyê moderrator nivîskar û şêvekar Aydin Dere hate zelal kirin. Piştre jî bi navê Komîteya Amedekar Agrî Soran raporteke dirêj xwend û her weha, di dawiya axiftina xwe de da zanîn ku bi vê civînê û hemî beşdarvanên nû nihêrîngeha kar û xebatên însiyatîvê û pêşniyazên nû wê dewlemendir û berfirehtir bibe.

Piştî xwendina raportê dîwana rêvebir yek bi yek axiftvanên civînê vexwed ser kûrsiyê û wan jî yek bi yek teblîxên xwe pêşkêşî civînê kirin. Cara yekem civaknas Azad Yaşar axiftina xwe pêk anî; wî bi taybet li ser dîroka nêzik ya sedsala derbasbûyî jêkveda ku dewra rewşenbîrên Kurd çawa bûye û divê em wek rewşenbîrên Kurd yên hemdemî, çawa sûd û ezmûneke mezin ji wê serdemê werbigrin. Piştre jî li ser tîplojiyên rewşenbîriyên nirxandinek kir û ji rewşenbîrên Kurd doza fedakarî, dilnizmî û yekbûnê kir. Piştre Newzad Şirnexî li ser rewşa zimanê Kurd ya li dîasporayê axiftinek kir û encamên asîmîlasyonê bi rengekî pîvanbernasî (îstatîstîk) şêrove kir. Piştre Îkram Oguz axiftineke balkêş pêk anî û bi rastî jî gelek bi dilê beşdarvanan bû, ku wî hewildaneke mezin dabû û teksteke dirêj amade kiribû ku li ser girîngiya ramankirina bi zimanê Kurd û serwerkirina zimanê xwe di welatê xwe de têbînî û boçûnên xwe diyar bike, lê mixabin dema ku hatibû dayîn ji bo vê armnacê têrê nekir û wî jî bêyî ku teksta xwe bixwîne, axifî û axiftina wê gelek hate ecibandin û girîngiya zimanê Kurd hate destnîşan kirin. Piştre jî siyasetmedar û nivîskar Huseyîn Turhalli axiftina xwe kir. Axiftina Turhallî bi giranî li ser rewş û pirsgirêkên siyasî yên Kurdistanî bûn û wî got, “Ez pêwîstî bi vê însiyatîvê dibînim, ku eger rojekê serokek Kurd bêje, ez serxwebûn naxwezim, ez dê bêjim, naxêr ey serok, em serxwebûnê dixwezin. Em ji bo ku bibin mekanîzmayeke adîlane ya xeletiyên siyasiyan bê hesab rexne dikin. Piştre nivîskar Kadir Amaç axifitina xwer pêk anî, wî bi Kirmanckî qise kir û mijara wî jî li ser nihêrîna demokrasî ya di welatên dagirkirî de bû. Li gor ku wî îfade dikir, demokrasî di nav rêxisitinan de ne bi derfet bû, ji bo ku em bikarin berhemên demokrasiyê bigrin, divê berî her tiştî ew civak wek dewlet bihête sazkirin.  Di dawiyê de jî nivîskar û weşanger Zeynel Abidîn Han axiftina xwe kir. Wî jî axiftina xwe li ser ramana dewleteke netewî ya ji bo miletê Kurd pêk anî û got “Yên dibêjin me dewleteke netewî nevê, seranser ji karektera xwebiçûkdîtinê tev digerin û ev yek di hemî miletan de birîneke jehrîn e û seranser ji ber vê karekterê ew milet kole dimînin. Jiber vê yekê, kê di siyaseta Kurd de doza serxwebûnê bide, em dê di gemiya wan de bin û tevlî tekoşînê bin, yên li dij serxwebûna miletê xwe derdikevin jî, yeqîn di rastî û rûmeta dîrokê de bihêtin mehkûm kirin û cîh û warê wan yeqîn ne yê şanaziyê be.”

Piştre navbereke xwerin û bêhnvedanê hate dayîn.

Beşa duyem ya civîne jî bi nihêrîn û rexneyên behdarvanan dest pê kir. Bi rastî rexnegirtineke dewlemend û berfireh xwe diyar kir, hema hema her beşdarvan fikir û ramanên xwe li ser sazkirina saziyeke wisa ya rewşenbîrî anîn ser ziman û bi gelemperî hestbariyeke heyînî ya li ser hebûna saziyeke wisa hate nîşan kirin.

Piştre axiftvanên kûrsiya serbest pêk hat, serokê tevgera îslamî Hikmet Serbilind axiftineke bi tesîr kir û rewşa “ûmeta sexte” ya ku li dij Kurdan û mezlûman zulim pêk dihînin protesto kir. Rewşenbîrê Kurdê Cûhî birêz Abrahamî bi analîzeke balkêş mijarê anî ser xwe û got, binihêrin ez wek Kurdekî Cûhî, ji aliyê xwe yê cûhîtiyê ve rûmetirînê dunyayê dibînim lê ji alyiê xwe yê Kurdbûnê ve jî birîndar im. JIber vê yekê ez dixwezim Kurdistaneke serbixwe ava bibe.” Nivîskar Şêxmûs Sefer, Bîlgîn Derîn, Mela Nûredîn Yekta, Leyla Pekoz, Edîp Yuksel û çend kesên din jî derketin kûrsiyê û axifîn.

Di dawiya civînê de, hilbijardinek hate kirin û rêvebiriya kar û xebatên civînê hate destnîşankirin. Ev kesêrn hilbijardî ne, ji aliyê beşdarvanan hatin xwedî berpirsyiarî kirin, ku ew dê bikaribin paşê di nav xwe de komîteyên hewceyî ava bikin û karê xwe heta konferanseke din bimşînin. Civîn ji xwe re kir armanc ku ev kar û xebat bihête berdewamkirin û di demeke mûayen de ev car jî li Hewlêr û Amed konferansek bihête lidar xistin.

JUNE 9, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      52
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      65
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      83