dem: 21.02.2017 16:50 xwendin: 456

Netewa kurd çima nikare yekbûna xwe ava bike? - Bawer Barî Teyfurî

Netewa kurd çima nikare yekbûna xwe ava bike?
Çima yekbûn ji bo kurda bûye daxwaz, xewn û xeyal ?
 

Gelê ku nikare bilind bike al,
Bêkenîyê xelqêye dijî bê pergal.


Ezê hewl bidim raman û fikrê xwe li vê derbarêda zelal û bi kurtî bînime ziman.
Belê, li dîrokê de pir caran ji bo kurdan mecal û derfet ji bo pêşketin û serxwebûn ê pêşda hatine, lê kurda nikaribûne jê pêk bînin. Çima? Lewra kurd tênegihîştî bûne, gelê ku bi çanda xweva mezin nabe helwest û hişmendîya wî ne zelale, biryara wî jî ne dîyare lema jî jîyanêda tu karî da jî pêş nakeve û hertim tê xapandinê têk diçe ji pêşerojê der dimîne. Gelê kurd ne ku tenê axa wî wisa jî bi hişmendîya xweva hatîye parçe-parçe kirin. Rewşek wehada yekbûn hertim mera bûye daxwaz, xewn û xeyal. Ji klassîkên kurd ji Baba Tahîr bigre heya Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û gellek navdarên kurd yên din her tim di demên cuda-cuda da ji yekbûna kurda behs kirine. Lê dîrokê da kurd tudem nikaribûne û niha jî nikarin yekbin, lewra kurd di dibistanên dagirkerande bi çand û diroka biyanîyan va bi ruhê xelqêva mezin dibin, têdigêhjin û wek wan difikirin, dinivîsin, wek wan bibiryarin bi vi awayî ji hest û ruhê netewî dûr dimînin. Heya niha jî zimanekê me standart tunene, em hevdu fehm nakin û em wek miletekî hewl nadin bi zimanekî netewî ê hemdemî fêr bibin. Gelê ku bi zimanekêda hevdu fehm nake dêmek ew ne millete, dijî hevdu xemsarin, hestê wan ê netewî vemirandîne. Îxaneta lape mezin ji bo gelan neaxaftina zimanê zikmakîye. Gel bi zimanê zikmakîve zindîye, jîre û dijî.


 Gelê kurd ji demên Xelîfetîyê, Osmanîyan, Sefevîyan û heya niha jî di dewletên cuda-cuda da li bin bandor û xizmeta bîyanîyan daye. Ji bo vî jî welatparêzîya kurd têrê nake ku wek miletekî xwe bide naskirinê da. Hest û gîyana netewî kurdada an têrê nake seqete, an jî tunene. Lema jî piranîya kurd xelqpereste xelqêra xizmetê dike, bi zimanê wan diaxife. Mirovên ku bi zimanê zikmakî neaxivin nivcîne, gelê xwera îxanetê dikin.


Gel ê ku bi çanda bîyanîyan va mezin dibe û ji perwerda netew a xwe dûre, xwe nasnake û hevdu napejirîne û naparêze hemberî nirxên netewa xwe xemsar û serte. Mînak, di komara Turkîyêda dijî gelê kurd hewqas buyer û neheqî qewimîn nûner, kadroyên gel hatin girtin hemberî vê piranîya kurda bê deng man. Li Îranêda kurd tên kuştin, dardakirin kurd wek netewek nikare bi giştî piştgirîya hemnijadên xwe bike, bersîvê bide. Serok û rêberên rêxistin û sazîyan  tên darizandin nikare biparêze. Beş beşîne. Gelê ku dijî hevduye dîrokêda cîyê wî tunene. Edalet jî ji bo wî nîne.


 Gelê ku dîroka xwe nizane xwe nasnake, dijwarîya ra rû bi rû dimîne, jîyanê da nikare bibe xayê îrade û axa xwe, mafên xwe jîyanê winda dike li bin bandoran da dimîne,ne çalake. Bi lêkolînvanî, bi hişyarî û bi zanyarî pêwîste dîrok û rewşa gelê me bi zelalî were radest kirin:


1.    Tayfeperestî. Gelê kurd li goveka tayfetîyêda (aşîretî) kevneşop, nezan û xizan maye, tayfa xwe ji xwe ra gel û parêzgeh hesibandîye û dihesibîne.


2.    Bawermendî. Li ser kurda ol gellekî bi bandore. Kurd ji netewa xwe zêdetir bi ola xweva girêdayîne. Hewl dane û niha jî hewl didin bi ola xwe xwe bidin xuya kirin, mînak: kurdên êzîdî, kurdên misilman (sûnnî, şîe û terîqetên din), kurdên elewî û yd. Hewl didin bi ola xwe xwe îfade bikin bên naskirin u dîjî hevdu dîmeşin. Her yek ola xwe ji yên din rasttir, çêtir, kevntir, balkêştir dihesibîne. Yek yekî qebûl nake. Ji bawermendîya pir cuda gel biçûk xuya dike.


3.    Ziman. Zaravên cuda-cuda de diaxifin, hevdu fehm nakin. Zimanekî resmî, fermî , wêjeyî tune.


4.    Rêxistin û partîdî. Nêrîn, raman û fikirên cuda-cuda. Îro rêxistin û partî di hêla sîyasî û cekdarîve pêşengîya gel dikin kurd û KURDISTANê temsîl dikin. Hemû jî bi navê kurd û Kurdistanê daxûyanîyan didin. Hin rêxistin û partî dewa  Kurdistana serbixwe dikin, hinek jî daxwaza jîyana hevbeş dikin, rêya jîyana nû nîşan didin. Tê xuya kirin ku di navbera partîyan de nakokî hene. Herweha kongirê a gel pêş nakeve, ji bo rizgarî û serxwebûnê nikarin yekbin, dûrî hevdune. Ji cudatîya nêrîn û ramanê têk diçe biryara yekbûnê. Gelê kurd bi tehlûkek mezinve rû bi rû dimîne.


5. Nexandîdî, nezanetî, xizantî, kevneşopî û ez-eztî kurda ji hevdu dûr dixêre, hevdu qebûl nakin. Vê rewşêda hemû pirsgirêk jî bê çareser dimînin.


6. Perwerde û dibistanên bîyanî. Kurdada xemsarîyê di nirxên netewa wîra pêşda tîne. Bi vî awayî her weha kurd ji helwest û hişmendîya netewî qut dibe.


7. Welat û hişmendîya parçe-parçe bûyî. Kurd wek miletekî nikare xwe îfade bike, lewra xwe wek miletekî nabîne û nasnake.


8.  Bandora hêzên hundurîn û yên derve. Ji bê biryarbûna wan hertim  pêk tînin, hewil didin ji kurda ji bo berjewendîyên xwe ê stratêjîk kar bînin kurdara dibin asteng, çarenûsa kurdara dileyizin(dîrokêda ev helwest û taktîka di dijî kurda hertim dubare bûye lê kurd dersê jê hilnadin).


9. Kurd hê nebûne netewek temam. Hest û ruhê wî gelêrî lawaz û zeîfe. Li bin bandora hestên tayfeperestîyêda xitimîye. Tayfa wî yekbûn û jîyana wîye.      

                                                 
Bi nêrîn û ramanên min a ev faktorana yekbûnê re hemû derfet û mecala didin xitimandin, heyîn û hebûna kurd li bin sîyêda dêhile. Heya kurd bi hevra biratîyê nekin pêşnakevin. Her gel bi gorî hiş, çand û hêza xwe dijî û dimeşe. Gel û mirovên têgêhîştî tu dem koletîyê, bindestdîyê qebûl nakin. Kurd bûne leyîstok ê dîrokê. Yekbûn jîyana pîroze. Gelê ku nikare dewleta xwe a fermî netewî ava bike mafê wî tune ji şeref û namûsê gilî veke. Namûs, şeref ji bo milletê bindest mîf û çîroke.


Gel û mirovên bê welatra cîhan dibe dojeh dîrok jî dibe gor, azadî jî dibe xewn. Miletê ku hevdura xayî dernakeve zeîf û bêfehme. Pêşeroja wî li bin tehlûkêdaye. Kurd tu wext nikarbûne yekbin, hertim dijî hevdubûne a hemû kêmasî jî ji bo gelê kurd ji vê destpêkirîye


Bi hezar salan resen û keseyyata kurd hatiye perçiqandin, tirsandin, helandin, înkar û xeza kirin. Gelê kurd ji her tiştî bê par hatîye hîştin li bin bandoranda jîye, ezîyyet kişandîye bi nirxên xweva hatîye dagir kirin, nezan, xizan, kevneşop maye, ji bo ku nûjenbûn nebe nesîbê wî hemû derfet jê hatine copandin û çewisandinê, ji nezanetîyê hertim hatîye xapandinê, di qadên jîyanêde di warê cîvakî, aborî, gelêrî, dîplomasî, gerdûnî… di her astêda têk çûye, ji bo ku ev kêmasî û astengî ji holê werên rakirin îro pêdivîya gel bi hêza rewşenbîr, ronakbîr û nivîsarkarên netewra heye. Dibistana netewî gel bi ruhê gelêrî perwerde dike û têdigihîne, ev jî karê ronakbîr, rewşenbîr û nivîsarkaraye. Deme pêwîste rewşenbîr xwe tevger bikin, û partîyên kurdara têkevin hewilhildana, tevayî pêşengîya gel bikin, bi giştî hemû astengî û dijwarîya ji hole rakin. Ev kesayyetana neynika cîvak û gelanin, gel bi şexsê wanva tên naskirin û nirxandin. Gelê ku kesayetên xwe ên rewşenbîr napejirîne dêmek peşeroja xwera îxanetê dike. Kesayyetên sexte jî gel û cîvakara dibin bela û bobelat. Kesayyet û serokên gel ku bê biryarbin, ew gel warê xweda bê cî, bê xayî û bê pêşeroj dimîne, dibe kundê demê…


Tu şoreş, serhildan, tu gel bê kesayyetên netewî bi ser neketine. Îro ji bo yekbûnê barê giran cara ewlîn dikeve li ser rewşenbîrên kurd. Rewşenbîr peywirdar û mecbûrin rewşek weha şepirzeda yekbûna xwe avakin bibin hêzek neteweyî a altêrnatîv hemû rêxistin û sazîyên kurdara têkevin danûstandina. Rola xwe pêk bînin. Ev pêvajoyek girîng,balkêş.normal,erênî û pêwîste. Bê hewildana kesayetên kurd, rewşenbîrên kurd, ronakbîrên kurd xuyaye ku yekbûna gel bi giştî yê ava nebe. Kongirê jî yê neyê sêrî. Îro her kurdekî xwe naskirî ji bo azadîya kurd û Kurdistanê ji hemû nûner, ol, rêxistin û partîyên kurd Yekbûnê cavra dike. Yekbûn bo gelan jîyana bi şerefe. Dîdem û pergala  kurda pêş cavaye.


Ji bo xatirê pêşeroja nifşên hatî pêwîste kurd vîna hevdu qebûl bikin û bi yekbûnê bimeşin. Yekbûn azadîye, jîyana bi rûmete, xêrxwezîtîye, pêşeroje asta lape pîroz û tewrebilinde, di warê hişmendîyêva têgîhandina milyonaye.Yekbûn hêze, cîhana meda gelên bi hêz altindarin, serketîne. Hêz şertê jîyana pîroze,zeîfbûn wesîla berbi windabûn û vemirandinêye. Gelê parçebûyî zeîfe.


Miletê mêrxas ewe ku zimanekî wî sabît welatekî wî resmî û fermî hebe.


Miletê kurd netewek kevneşop û klassîke ji hemdemîyê, ji nûjenbûnê dûr maye, hela hê xwe nasnake lema jî dijî hevdu dimeşin, hevdu qebûl nakin. Ji pêşketinan merhûmin.
Ey kurd, şerme dîroka te dîroka qehremanîya mirovahîyêye. Îro pêşeroj, dîrok, mirovahîya maqûl, medenî , xwedayê mezin û dilovan li benda yekbûna teye, ji te behs dikin. Yekbûn azadî û serxwebûna teye…
    
Miletê bê al nabe xwedan mal,
Barkaş nezane, dijî ça hembal.
Gel ku nizane hê çîye yekbûn,
Xewn û xeyale jê re serxwebûn…
Mirovê bê welat dijî bi wayê,
Heyfa tu kesî jî tu wext lê nayê.

*** *** *** *** *** *** ***
 Mirovê bê welat hertim xesandî,
Jîna wî erzane û vemirandî.

*** *** *** *** *** *** ***
 Her kêmasîya ram dike welat,
Yên bê welat re qismet bobelat.

Ev cîhan zulm û zore a dagirkerîyêye. Ji bo gel û mirovên bê welat li vê cîhana meda edalet tune…
BÊWAR  BARΠ TEYFÛRÎ
Rewşenbîr, helbestvan, nivîskar.
Maykop, Rusya.

Silav û rêz!


17.02.2017.

Tevlîker

Dursun Ali Küçük
Dursun Ali Küçük

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84