dem: 19.02.2017 10:10 xwendin: 1041

Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê Hesen Şerefi

Destpek

Lidarxistina Kongireya Neteweyî a kurdan li du sê salên derbasbûyî de mijarekî germ û gur ya medya û raya giştî bûye. Çavkaniya vê bas û qalê jî, xwe li guhertinên dever û cîhanê de dibîne ku bilez diqewimin û hewce dike kurd jî li van guhertinan de nexş û rola xwe bilîzin û ji bo dabînbûna maf û azadiyên xwe bibandor bin, ji bo vê yekê jî, hewceyî gotarek netewî ya hevgirtî heye ku li nav hevkêşeyan de hisab li ser were kirin.
Lê serbarê hewcehiya pêkanîna kongireya neteweyî a kurd, hin pirsên din jî hene ku asteng in li ser riya gihîştin bi vê armancê. Bo mînakê kurd li her parçeyek ji Kurdistanê de xwedî çend hêz û partiyên siyasî ye ku nerîn û ramanên wan ji hevdu cuda ne û nekarîne serbarê cudahiyan, li dor pirsên giştî û netewî li hev bihên û hevgirtî bin.
Kurd li her parçeyek Kurdistanê de li dijî desthilata wî welatî li xebat û tekoşînê de ye û li pêvajoya vê tekoşînê de jî, têkilî û hevaltiyê bi welatên cîran û wan desthilatan re dikin ku li dijî mafê kurd di parçeyê din ê birayên xwe de ne. Ew têkilî nerewa ninin, lê ger ev du merc têde nehên berçavgirtin û ewqas pêşde çûbin ku riya vegerê nemabe, û ew têkilî bi zirara tevgera kurd li parçeyên din bi dawî nebe, ji xwe re dibe alîkarek ji destwerdana wan welatan û givaşanîna ser kurdan ji bo ava nekirina têkiliyên kurdane bi hevdu re.
Ez bi xwe ku endamê 21 kesî ê heyeta avakarê Kongireya neteweyî a Kurd bi beşdariya part û aliyên siyasî ên her çar parçeyên Kurdistan im, vê yekê bi eşkere dibînim. Bo mînak, rejîma Îslamî ya Îranê zext û givaş xiste ser hin aliyan di parçeyên Kurdistanê de ku nabe girîngî bi partiyên kurd ên Rojhilata Kurdistanê were dayîn û nabe riya tesîrdayîna wan vekirî be û herweha nabe qala bêmafî û bindestiya kurdan di Îranê de were kirin!
Bi kurtî, astenga sereke yan pêşberî avanebûna Kongireya netewî a kurdan, hejmonîxwaziya hin aliyan, maytêkirin û givaşên desthilatên zal bi ser Kurdistanê de bû, nexa karên vê heyetê bi başî pêşve diçûn û yasa û ayînname ji bo çend Komîsyonên hewcedarî Kongireya Netewî darişt û gihand encamê jî. Pir asayî ye ger ku partî yan aliyek siyasî bi tena serê xwe û li çarçoveya bernameya xwe de tiştek bi navê Kongireya netewî ava bike û yên din jî ku li avakirin û pilandanîna wê de beşdar nebûne, pişikdar nebin, ji ber ku kongireyên bi vî awayî ne dibin kongire û ne jî bibandor dibin.
 

Dursun Ali Küçük: Çawa dikare bi mifahstandin ji ezmûn û ceribînên borî, kongireyek netewî bê lidarxistin?
 

Hesen Şerefî: Her dema ku hêz û aliyên siyasî dev ji pawanxwazî, hejmonîxwazî, xwe ferzkirin û bikaranîna Kongireyê ji bo meremên xwe anîn, em dikarin bibêjin ku Kongireya Netewî dikare bê lidarxistin, lewma berî pêkhatina kongireyê, dibe tekoşîn ji bo rakirina van astengan bihê kirin.

P: Gelo dibe ku em bi kurtasî basa Kongireya Netewî a Kurdistanê bikin ku ji bo her kesî/ê be û tev kes û aliyan ji li xwe de cih bide?

Hesen Şerefî: Ger ku kurd bikarin li ser şêwaz û metoda dabînbûna mafên kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê de li hev bên û li ser sirûda netewî, ala Kurdistanê, navê hêza xebatkare kurd û ...hwd li hev bikin û bi biryarek hevbeş bigihîjin, bila li ser tiştên mayî nerînên cuda jî hebin, hingê dikare ew kongire pêk were.

P: Li warê piratîkî ve çawa dikare bigihin nirx û pîvanên hevbeş ên Kurd û Kurdistanê  û li vê derheqê de biryarên hevbeş bidin?

Hesen Şerefî: Nirx û pîvanên hevbeş li çarçoveyek giştî de him girîng in û him jî ewqas zaf ninin ku bo hertim li netebayî de vemînin. Yên ku li bersiva pirsiyarên berê de min ji we re zelal kirin, piraniya hêz û aliyên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê li ser de hevdeng in, lê mixabin aliyên wusa jî hene ku van nirx û pîvanan napejirîne, çima jêre zelal ninin? Lewre dibe ku raya giştî ya kurdan lome û rexneyan ji van aliyan bigre û givaşan jêre bîne daku xwe ji nirx, buha û sembolên netewî bi dûr negrin û xwe cuda nekin.
 

P: Çima part û aliyên siyasî banga lidarxistina Kongireya Netewî dikin, lê piştre ji bîr dikin û hewl û tekoşîna wan tenê di çarçoveya daxuyanî û bangeşeyê de dimîne?

Hesen Şerefî: Her part û aliyekê ku heya niha bangeşe ji bo Kongireya Neteweyî a kurd kiriye, tenê îdea û bangeşe nebûye, belkî kar û xebat jî jêre kiriye, lê ji ber ku bona armancek taybetî û li çarçoveya berjewendiyên partiyekê û li baştirîn halet de parçeyek Kurdistanê bûye, negihaye armancê û ser negirtiye. Lewre eva ne jibîr kirin e, li rastî de sernegirtin û bêhêvî bûn e. Lê ger her aliyek kurdî ku dost û hevalê welatek cîran e û ji ber berjewendiyên wî welatî, kurdên wê parçeyê nede alî û perawêz neke û buha û girîngiya hewce jêre bide û berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê û kurdan bi giştî berçav bigre û wekî gotina min ya berê, hejmonîxwazî û pawazxwaziyê nehîne rojevê, yekîtiya kurdan û pêkhatin û lidarxistina Kongireya Netewî a kurd jî tevî hemû pirsgirêk û astengan, mehal û nemumkin nine, çiqas zehmet be jî.
*Hesen Şerefî
 *xelkê bajarê Mehabadê
*Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê

Tevlîker

Dursun Ali Küçük
Dursun Ali Küçük

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84