dem: 04.03.2018 13:48 xwendin: 316

Cîhaza Cixareyên Elektronîk Bandorê Li Tendurustiya Me Dike

Em ne tenê bi hilma cixareyên elektronîk, her wiha bi cîhaza wê cixareyê jî nexweş dikevin. Lêkolînerên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi xebata xwe vedîtin ku dema cîhaza cixareyên elektronîk germ dibe, metalên giran ên weke risas, krom û manganezê (mangan) li hilma cixareyê zêde dibin.

Bi cixareyên elektronîk em nîkotînê bi rêya hilmê werdigirin û ne bi rêya dûmanê ku ji ber vêxistina titûnê çêdibe, û di wê vêxistina titûnê de madeyên ku dibin sedema nexweşiya kula heftpençeyê û di hilma cixareyên elêktronîk de tune ne, belav dibin. Pirraniya kesên ku cixareyên elektronîk bikar dihînin, ji bo dest jê kişandina titûnê, cixareyên elektronîk alternatîfek baş dibînin û di wê bîr û baweriyê de ne ku cixareyên elektronîk li hember titûnê kêmtir tahdeyê li tendurustiya meriv dikin. Lêbelê tabakolog diyar dikin ku cixareyên elektronîk, qet nebe bi qasî titûnê tahdeyê li tendurustiya meriv dikin.

Lêkolînerên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi xebateke din vedîtibûn ku nîkotîna di hilma cixareyên elektronîk de rîska nexweşiyên kula heftpençeyê û nexweşiyên dil zêde dike, û ji ber tahmên xweşik ên lêdihêne zêdekirin jî şaneyên mirov bertekên hilgirtinê diyar dikin û car caran jî şaneyên mirov dimirin. Lêkolînerên ji John Hopkins Bloomberg School of Public Healthê a li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi xebata xwe ya nû vedîtin ku cîhaza cixareyên elektronîk jî bandorê li tendurustiya me dikin.

Lêkolîner xebatên xwe li ser 56 cîhazên elektronîk pêk anîne. Di hilma ji her 56 cîhazên elektronîk de jî şopa metalên giran ên risas, krom, manganez û nîkelê hebûye, û kesên biberdewamî metalên giran werdigirin bi nexweşiyên pişik, pişika reş, mêjî, kula heftpençe û pirsgirêkên muafiyetê re rû bi rû dimînin. Lêkolîner û rêvebira xebatê Ana María Rule wiha dibêje; “Divê haya rayedar, hilberîner û kesên cîhazên elektronîk bikar dihînin ji metalên giran ên li hilma cixareyê zêde dibin, hebe.”

Cîhaza cixareyên elektronîk ji pîl, darikê cixareyê/qelûn, cihê toza tahmên cixareyê û atomîzerê pêk dihêt. Dema meriv atomîzerê germ dike, toza tahmên cixareyê vediguherin hilmê û meriv wê hilmê dikişîne. Lêkolîner hê tam pêdernexistine ku metalên giran, çawa û bi çi awayê li hilma cixareyê zêde dibin. Atomîzer bi pirranî ji nîkel, krom û metalên din pêk dihêt ku bi xwe re çavkaniya metalên giran ên di hilma cixareyê de jî eşkere dike. Lê risas çawa û ji kuderê li hilma cixareyê zêde dibe, hê jî ne diyar e.

Lêkolîner pêdivî bi xebatên berfireh dibînin û dixwazin bi xebatên cihêreng û berfireh bandora cîhazên elektronîk ên bi metalên giran a li ser tendurustiya benîadem hûr bibin.

Çavkanî: Frontiers in Physiology

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      56
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      83
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      416