dem: 07.02.2018 20:52 xwendin: 342

Cheddar Manê Brîtanyayî

Rengê çermê “Cheddar Man”ê rengekî tarî û rengê çavên wî jî kesperî bûne. Lêkolînerên Brîtanyayî encama xebatên xwe yên li ser DNAya “Cheddar Man”ê ragihandin. Rengê çermê Brîtanyiyê herî kal ji rengê qehweyê tarîtir, porê wî reş û rengê çavên wî jî kesperî bûne. Şêwekarên Hollandayî jî nimûneyeke rûyê Brîtanyayî yê herî kal çêkirine.

“Cheddar Man” nêçîrvanek bûye ku 10.000 sal berê li Brîtanyaya Mezin jiyaye. Hestiyên Cheddar Manê di sala 1903an de li Cheddar Gorgê ya li başûr-rojavayê Îngeltereyê ye, di şikeftekê de hatibû dîtin û hema bêje tevahiya hestiyên îskeletê qet ziyan nedîtine. Bejna Cheddar Manê kurt û bi qasî 1,65 metreyê dirêj bûye. Bi îhtimaleke pirr mezin dema çûye ber rehma Xwedê, bîst(20) salî bûye û dibe ku ji ber tundî û lêdanê miriye.

Lêkolîner xebatên xwe li ser hestiyên Cheddar Manê pêk anibûn û agahiyên berfireh bidest xistibûn. Lêkolînerên ji National History Museum û University College Londonê xebateke nû pêk anîne û li ser DNAya Cheddar Manê hûr bûne. DNAya Cheddar Manê ji beşek kiloxê wî bûye.

Ji xebatên li ser DNAyê diyar bûye ku porê wî reş û dibe ku gungilî bûye. Rengê çermê wî ji rengê qehweyê tarîtir û nêzikê rengê reş bûye, lê çavên wî ji rengê kesperî bûne. Heya a niha xebateke ku li rojavayê Ewropayê rengê benîadem weke rengê reş diyar bike, pêk nehatiye. Teoriyeke balkêş diyar dike ku benîadem çend hezar sal berê ji xwarinên ku dixwar, vîtamîna Dyê hindik werdigirt û ji ber wê jî derdiket ber tavê û vîtamîna Dyê ji tîrêjên tavê werdigirt ku rengê çermê wî li ber te tavê tarî dibû.

Du şêwakarên Hollandayî modeleke Cheddar Manê çêkirine. Lêkolîner hin agahiyên din jî ji xebata xwe ya li ser DNAya Cheddar Manê wergirtine. Cheddar Manê li hember laktozê pirr hesas bûye û nedikaribûyê şîr vebixwe ku di wê serdemê de şîrvexwarin tiştekî pirr normal bûye.

Çavkanî: VRT Nieuws

Têbinî: Kesên dixwazin dikarin belgefîlma “Cheddar Man”ê 14ê vê meheyê de li ser kanala Channel 4a Brîtanyayî temaşe bikin.

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      361
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      326
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      430