dem: 03.05.2017 18:07 xwendin: 840

Çêleka bi dizî were ga, aşkere dizê!.. Îkram Oguz

Kîngê ji sîyaseta Kurd, Kurdên ku di hin rawestgehên nawendî da ji sîyaseta Kurd û Kurdistanî dûr dikevin û nêzikî neyarê xwe dibin, dibînim û eciz dibim, xwe davêjim ber bextê dengbêjan û li wan guhdarî dikim.

Bi kilam û stranan birînên xwe disotînim û radibim ser xwe.

Berê xwe didim nav gûlîstanên edebîyata Kurdî ya devki.

Li gotinên pêşîyan digerim...

Di wan gotinan da xwe û civata Kurd dibînim.

Rastî û durûtî, dizî û çilpizî, bîr û bawerî, mêr û jin, serdest û bindest,  tiştên ku bi mirov û mirovatîyê va girêdayî, ew hemû di nav gotinên pêşîyan da, gotinên ku wek ava zelal diherikin, tên dîtin...

J bo têkîlîya jin û meran;

Jina xirab ketîye dest merê çê, ne tê kuştin ne tê berdan!..

Mirov dikarê vê pêşgotine wuha jî buguherîne;

Mêrê xirab ketîye dest jin a çê, ne tê kuştîn ne tê berdan!..

Ji bo wekhevîtîya jin û mêr;

Şêr şer e, çi jin e çi mêr e!..

Mêr çem be, jin behr e!..

Ji bo civateke vekirî;

Çêleka bi dizî were ga, aşkere dizê!..

Dawîya derewan hata nîvê şevê ye!..

Li ser dewlemendî û feqîrtîyê;

Hê hesp tu ne, lê afir jê ra çê dike!..

Bêrika feqîran vala ye, qelbê wan tijî ye!..

Ji bo jîrtî û teralîyê;

Heger havînê tu li ber sîyê pal bidî, tu yê zivistanê jî zikê xwe mist bidî!..

Yê havînê serê wî kelya ye, zivistanê kasika wî dikele!..

Ji bo çavnebartî û çavbirçîtîyê;

Tu ji min ra çi dixwazî, bila Xwedê du qatî wî bide te!..

Pîrê bawer nedikir mêr bike, mer kir niha dawa heftik û heyştikan dike!..

Ji bo tirs û cesarêtê;

Berxê nêr ji bo kêr e!..

Ji şertên mêranîyê 99 neh, rev e!..

Ji bo axa û xulaman;

Malê axa tere, canê xulam derdikeve!..

Jib o şêx û melan;

Mirudê nezan şêxê xwe şaş dike, şêxê nezan mirudê  xwe di erdê da kaş dike!..

Xwarina xweş cemaatê dikşîne ser sifrê, melayê şaş cemaatê dibe ser kufrê!..

Îro jî evqas bes e.

Li pêy van gotînên xweş, dixwazim bi pirsek B. Franklin nivîsa xwe biqedînim.

“Di kesên din da qencîyê, di xwe da li xirabîyê bigerin.“

03.05.2017

Tevlîker

İkram Oguz
İkram Oguz

Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpê..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      308
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      284
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      369