dem: 03.12.2017 16:01 xwendin: 331

Çandinî û Mirovê Beriya Dîrokê

Pîlên jinên ji beriya dîrokê ji pîlên jinên vê serdemê yên spora bêrikkêşiyê dikin, xurttir bûye.

Ji vê jî em bi hêsanî pê derdixînin ku pirraniya karê çandiniyê bi hêz, ked û xêra jinê pêk hatiye. Alison Macintosh rêvebirê xebatê yê ji zanîngeha Cambridge ye, li ser hestiyên jinekê yên ji 5.300 sal beriya Zayînê û li ser hestiyên jinên sporvan yên ji vê serdema me ne, xebatên xwe pêk aniye û muqayese kiriye.

Ji xebata li ser hestiyên mêran yên ji beriya dîrokê hatibû dîtin, bandora çandiniyê ya li ser jiyana rojane hatibû tespît kirin. Bi hatina çandiniyê mirovê beriya dîrokê destpê çêkirina gund û waran kiriye û dest ji gerîna cih û rêyên dirêj berdaye. Em vê jî ji hestiyên qorê mirovê beriya dîrokê dibînin, lewre hestiyê qîtikê yê mirovê beriya dîrokê, beriya çandinî ji li pey hatina çandiniyê xurttir bûye.

Heya vê gavê agahiyên li ser jinê yên ji beriya dîrokê nehatibû vedîtin. Ji lêkolîna nû diyar dibe ku qorên jina ji beriya dîrokê ne ewqas xurt bûye, ji ber ku karê xwe bi pirranî bi çandiniyê, bi pîlên xwe kiriye. Hestiyê qîtikê yê jina sporvan yê ji serdema me, ji hestiyê qîtikê yê jina ji beriya dîrokê xurttir e.

Dema em pîlên jina ji serdema Tûnc/Bronzê (3000-800 b.Z.) û pîlên jina sporvan ya ji serdema me dadihînin ber hev (muqayese), dibînin ku pîlên jina ji serdema Tûncê ji pîlên jina sporvan ya ji serdema me xurttir bûye. Karê zor û zehmet û giran para jinê ketiye, barê hêrandina genim û têrkirina ajalan, sewalkarî li ser pişta jinê bûye.

Çavkanî: De Morgen

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421