dem: 04.12.2017 23:50 xwendin: 78

Bingeha Felsefeya Platon

Bingeha Felsefeya Platon

     Platon gotiye ku du cîhan hene: Cîhana îdeayan û ya xwiyakirî, ango cîhana qelp. Hemû heyînên ku li dinyayê hene, ew qopiyên heyînên resenî/îdeaya ne, hêz û hebûnatiya xwe jî, ji wan digrin. Lewma jî, cîhana resen û mayende, cîhana îdeaya ye. Heyînên ku di cîhana îdeayan de cih digrin, naguherin, mirin ji wan re tune û ji holê re ranabin. Ango, eternal in. Ev dîtina wî ya xweser, çavkaniya (binyada) hemû felsefeya wî ye. Ango, hemû felsefeya xwe, li ser vê ramana xwe ya xweser ava kiriye.

Mesela wiha gotiye:

* Tevgera herî baş ya ehlaqî ew e ku ber bi <îdeaya baş> ve diqeside. (Felsefeya wî ya Ehlaqê)

 * Heyînên rasteqîn, îdea ne û yên ku li dinyayê xwiya dikin jî, qopî/qelp in. (Felsefeya wî ya Heyînê)

 * Şagird beriya hemû tiştan, bi rêbazên/awayên diyalektîkî divê îdeayan fêr bibin. (Felsefeya wî ya Perwerdehiyê)

 * Huner, texlîdkirina texlîda ye. Lew re, cîhana der texlîd e û hunermend jî, texlîdan texlîd dike. (Felsefeya wî ya Hunerê)

 * Zanayiya rast, zanayiya îdeaya ye. (Felsefeya wî ya Zanayiyê) û hwd.

      Ev nêrîna wî ya xweser ya du cîhanan û ramanên mamosteyê wî Sokrates, ku berê asîmanan nîşan dabû û gotibû ku (jiyana me ya esasî/resenî li wir e).wekî mizginiya olên yekxwedayî hatine/têne qebûlkirin.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: fragman plato

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60