dem: 10.02.2018 20:19 xwendin: 332

Bi Teknîka Nû LIDARê Xebatên Li Ser Şûnwarên Mayayiyan

Bi xêra teknîka nû ya lazerê li daristanên Guatemalayê vedîtina hejmareke pirr zêde ya xirbeyên Mayayiyan pêk hat. Xirbeyên vedîtî ji xanî, qesr û seray, kemerên avê, avahiyên berevanî û parastinê û hwd...pêk dihêt. Xirbeyên Mayayiyan dem û dewraneke dûr û dirêj xwe bi giya, nebat û darên li daristanê xemilandiye. Şûnwarnas Stephen Housten wiha dibêje; “Dema min bi xêra teknîka nû ya lazerê xirbeyên Mayayiyan dît, min nekarî xwe rabigirim û rondikên min ji çavên herikîn.”

Şaristaniya Mayayiyan bi qasî 2.000 sal beriya Zayînê çêbûye û li Hondûras, Belîze, Guatamala, El Salvador û Meksîkayê belav bûye. Xirbeyên li daristanê, ji dewra zêrîn ya Mayayiyan e ku dewreke pirr bi miyaser û îhtişam bû, dewra zêrîn ya Mayayiyan ji sala 250 heya 900 piştî Zayînê ye. Mayayî di dewra zêrîn de bi beşên weke huner, çand, mîmarî û ezmannasiyê karên girîng pêk anîne. Tiştê ji wê çanda dewlemend û berhemdar ji me re maye, xirbeyên li daristanê ne.

Lê heya vê gavê em nizanin û me pêdernexistiye ku di xirbeyên li daristanê de çi hene û di çi halê de ne. Komeke lêkolînerên navneteweyî bi teknîka nû ya lazerê xwestin bersiva pirsên me vebînin û bibersivînin. Navê teknîka nû ya lazerê LIDAR (Light Detection and Ranging) e. Bi LIDARê ji helîkopter an jî balafirê di her çar saniyeyê de bi mîlyonan tîrêjên lazerê xwe digihînin rûyê erdê. Bi fîlmên ku ji gihandina tîrêjên lazerê yên rûyê erdê, pêk dihên, dimenên 3Dyê çêkirine.

Şûnwarnas bi LIDARê xebatên xwe li daristana Peténê qadeke mezin ya ji 2.100 çarkoşe kîlometreyê pêk anîne. Petén beşek li bakurê Guatemalayê ye, li nêzikê bajarên Mayayê yên bi nav û deng e. Dîmenên 3Dyê encameke pirr balkêş û nedîtî diyar kirine. Ji dîmenên 3Dyê vedîtina 60.000 xirbeyê pêk hatiye ku bi salan e daristanên mezin 60.000 xirbeyê di hembêza xwe de dihewîne.

Lêkolîner xirbeyên weke qesr û seray, kemerên avê û avahiyên berevaniyê ji xirbeyên din ji hev veqetandine. Stephen Housten, profesorê şûnwarnasî û antropolojiyê yê li Brown Universityê ya li Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê ye wiha dibêje; “Karekî bêemsal û bêhempa ye. Dibe ku hinek bi min bikenin û yariyên xwe bi min bikin, lê dema min dîmenên 3Dyê dît, min xwe ranegirt û hêstir ji çavên min herikîn. Ji karên di 150 salên dawîn de yên li ser şûnwarên Mayayiyan pêk hatine, me karê herî mezin û girîng pêk anî.”

Çavkanî: VRT Nieuws

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421