dem: 03.12.2017 02:41 xwendin: 80

Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê

Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê

‘Di navbera bextewariya şexsî û nirxên ehlaqî de, têkiliyeke xurt heye û ev yek heke wekî daxwazeke aqil were dîtin û pejirandin, wê demê ji aliyê barbirên (ozne, subject) ehlaqî ve pejirandina hebûna Xwedê, tiştekî maqûl e û aqilane ye.’

Feylesofê ku cara yekem argumenta li jor (moral argument) bikar aniye, Immanuel Kant (1724-1804) e û Kant wê delîlê (argumentê) wekî delîlekî bingehîn bikar aniye. Li gor nêrîna Kant, mirov mecbûr e ku heyîneke ehlaqdar be û nirxê ku mirovan dike hêjayî bextewariyê jî, ehlaqdarî ye.

Dîsa Kant dibêje ku di cîhana aqlî de, sîstemeka ku ehlaqdarî û bextewariyê dike yek, heye û ev yek, mafê me ê herî xwezayî ye. Lêbelê ev yek, divê bi tenê di asta ramanî de nemîne, nexwe dê ehlaqdarî tu carî nikaribe xwe bigihîne bextewariyê.

Lewma jî li gor nêrîna Immanuel Kant, yekîtiya ehlaq û bextewariyê, dibe sebebê afirandina başiya (qenciya) herî raser. Ligel vê yekê, temamiya mirovan rabin werin cem hevdu jî, bi serê xwe nikarin wê başiya raser (bilind) biafirînin. Lewre ev yek, ji wan zêdetir e û heta ji pergal û sazûmana xwezayî jî zêdetir e. Wate, ne mirov ne jî sazûmana xwezayî, dikarin wê başiya raser pêk bînin. Ev yek bi tenê, encax bi rêya fikirîna Aqlê Mutleq (Xwedê) dikare pêk were, ku gerdûnê bi rêya qanûnên ehlaqî bi rê ve dibe.     

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: kant delîl ehlaq rave

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      157
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      130
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      190