dem: 02.12.2017 21:55 xwendin: 93

Bergson û Felsefeya Fransî ya Dewra Dawî

Bergson û Felsefeya Fransî ya Dewra Dawî

   Henri Bergson, di navbera salên (1859-1941)an de, li Parîsê ji dayîk bûye. Bavê wî, cihûyekî polanî û diya wî jî, jinekê îngîlîz e. Zimanê wî ê dayîkê, fransî ye. Li zaningehê, mamostetiya felsefeyê kiriye. Lê li derveyê zaningehê jî, ji layê gelek însanan ve hatiye şopandin û gelekî bala însanan kişandiye. Di sala 1927an de, Xelata Nobelê sitandiye. berhemên wî yên navdar in.

Di kalîtiya xwe de, ketiye bin bandûra ol. Nêzîkê ku dê bimire, Dêra Katolîk endametiya wî qebûl kiriye. Tê gotin ku di vê yekê de, ramanên wî yên dawî roleka mezin leyîstîne. Heke wiha be, nexwe ev biryar bi awayekî taybet hatiye veşartin û bi derengî hatiye girtin. Çimku wê demê, Fransa ji aliyê Almanyayê ve hatibû vegirtin û Fransa, di bin zordestiya Naziyan de bû. Ji ber vê yekê jî, dibe ku Bergson nexwestibe dilê cihûyên ku di bin zilma Naziyan de bûn, ji xwe bihêle. Di dema Şerê Cîhanê ya Yekemîn de, li Amerîkayê wezîfeya dîplomatiyê kiriye. Dema ku di sala 1920an de rêxistina Neteweyên Yekbûyî ava dibe, di wê cemiyetê de dibe serekê Komîsyona (Desteya) Hevkariya Ramanî. 

Di Ramanên Henri Bergsonî de Feraset

Henri Bergson, girîngiyeke mezin daye ewrîm (peresanê) û wiha fikiriye, ku mirov li gor peresanê divê werin şirovekirin û zanîn. Erk û wezîfeya livokên organîzmayê yên sehekî ji roja ewilî ve, hişyarkirina berteka ye. Ev bertek jî, bi kêrî parastina jiyanê têtin. Ewilî livokên me yên sehekî, piştra jî sîstema tûreyê (sînîrê) ya navendî û dûvre jî zêhn, bi demê re berfireh bûne. Herweha, bûne alavên girîng û alîkariya parastina organîzmayê kirine.

Heta mirov dikare bibêje, ku alîkariya tevgerên mirovan jî dikin û li ser wan, xwedîbandûr in. Tiştên ku îro jî ew didine me, ne wêneyekê nesnel (neterefgir) ya tiştên ku li hawirdor in. Tiştên ku ew didine me, peyam in û tevgerên me, bi riya wan peyaman têne berhêlîkirin. Çimku têgihiştina me ya hawirdorî, naşibe fotografên hûrgilî.

Beravajiya wê têgihiştina me herdem vebijêr, pragmatîst û kêrhatî ye. Em bi tenê, bala xwe didin tiştên ku ji bo me girîng in û derheqê hawirdora xwe de jî, li gor berjewendiyên xwe ramanan diafirînin (pêktînin). Têgihiştina vê yekê, têgihiştina xwezaya rasteqîn ya zanayiya mirovî ye.

Derheqê peresanê de jî; Bergson wiha bawer kiriye, ku hilbijartinên serberdayî yên pêvajoyên mekanîk; têra şirovekirina (zelalkirina) bûyerên ku diqewimin nakin. Herçuqasî ev yek bêtir werin wateya zêdebûna şikestin û xeteriyan jî; hêla peresanê di bin bandûrekê de, ber bi ferdîtî û tevlîhevîyekê ve ye. Bersgon, ji wê bandûrê (hêze) re dibêje . Ji ber ku hemû tişt bi awayekî bêrawest diguherin, Bergsonî wiha bawer dike ku herikana demê bingeha hemû rasteqîniya ye.

Têgihiştin û vejiyîna vê herîkanê jî, bi saya sehek û têgahan pêk nayê. Berevajiya wê, em wê herikanê rasterast di dilê (hundirê) xwe de hîsdikin. Bergson navê vê têgihiştina rasterast, datîne feraset (pêhesî). Herweha wisa bawer dike ku biryar û tevgerên me jî, ji hêla feaseta (pêhesiya) me ve têne berhelîkirin û destnîşankirin.

Lewma jî, mirov xwediyê îradeyeke azad (serbest) in. Belam ev zanayiya rasterast (yekser) ya ku di derheqê xwezaya hundirîn ya nesneyan de ye; ji hêla çawaniyê ve, ji wê zanayiya ku em wê bi saya zêhna xwe bi dest dixin cuda ye. 

Rasteqînî, herikaneke bêrawest e.

Ji bo pêkhatin û nîşandana tevgeran, pêdiviya me bi hinek malzemeyan (kelûmelan) heye û em, wan bi saya zêhna xwe bi dest dixin. Herwiha, em wisa dixwazin ku di pêş de bi wan bizanibin û bila ew di bin venêrana me de bin. Tiştê ku zêhna me bi vê yekê dide me, cîhaneke perçebûyî ye. Ev yek, cîhana kar û barên rojane ye. Cîhana jiyana ekonomîk, aqlê selîm û di heman demê de, cîhana zanistî ye. Em dikarin feydeya wê ya bêhempa a ku dide me, di serfiraziya (serkewtina) teknolojiya nûjen de bibînin. Belam teknolojî bi temamî, hilbera terzê (şêweya) têkiliya me ya bi cîhanê re ye. Û ji hêla sedem û rêbazên xwe ve, dişibe peyjazeka zindî ya ku nexşesazek wê bi xetên ziwa yên geometrîk xêz dike.

Guman têde nîne, ku feydeyeka mezin ya teknolojiyê heye. Lewra, rê û derfetan dide pêkhatina daxwazên me. Rasteqînî, domdar (sereqet) e. Di dema rasteqîn de, kêlî tune nin. Dema rasteqîn, herdem di rewşa herikanê de ye û tu yekîneyên wê, yên ku bi pîvangên dirêjahiyê têne destnîşankirin jî tune nin. Heman rewş, ji bo wargehê (mekanê) jî derbasdar e. Di wargehên rasteqîn de, niqte (xal) û cihên celebîn, tune nin. Ew hemû jî, xapên aqil in.

Heyîn û Dem

Ji ber vê yekê jî, di heman demê de em li du (2) dinyayan (cîhanan) dijîn. Di cîhana hundirîn ya zanayiyên me yên rasterast (yekser) de, hemû tişt domdar in. Hemû tişt, diherikin. Herikanek domdar heye. Tiştê ku di cîhana me ya der de zêhma me dide me, nesneyên (bireserên) cihêreng in; ku ew jî li wargehên cihê, pozîsyonên (derawên) kifş (eşkere) vegirtine. Belam, dema der (ango dema ku bi seetan tê pîvan yan hesabkirin) ya ku avahiyeke demî ye; xwiya ye ku ji wê dema a ku em dizanin di cîhana me ya hundirîn de bi şêwazeke domdar diherike, cihê ye.

Bergson, wê dema rasteqîn ya ku herdem diherike û em wê herdem di hundirê xwe de hîs dikin, mîna zanavê jiyanê û zanavê hêza jiyanê ya ku bi awayekî bêrawest pêvajoya peresanê berepêş dehf dide (êlan vital) dibîne. Beyî ku haya wan ji hevdu hebe, Bergson û Heidegger gihêjtine heman encamê. Lê di felsefeya Heidegger de heyîn û dem, weke zanavên hevdu hatine dîtin.

Henri Bergson di dema xwe de, ji aliyê hemdemên xwe ve; bi taybetî jî ji aliyê Bertnard Russelî ve hatiye rexnekirin.

Rexneyên ku li Bergsonî hatibûn girtin jî ev bûn:

Dîsa hatiye gotin ku ramanên wî, ji bo dahûranên mantiqî ne guncan in û bi kêrî dahûranên mantiqî nayên.

Piştgir û aligirên wî jî gotine ku Ji herdu rewşan jî baş xwiya ye ku mirovên wê demê, gelekî bala xwe dane ramanên Bergsonî û meriv dikare bibêje ku ew wekî fîlozofekî girîng, hatiye dîtin. 

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60