dem: 12.01.2017 02:05 xwendin: 654

Batizmî

BATIZMÎ

Batizmî cejneke ,kû bi taybetî li herema çêlkan ,ango bi navekî din, li herema Tor û çolê tête pîroz kirin.ezê li ser dîroka vê cejna kevnar nesekinim,bila ev mijar ji lêkolîner û civaknasan re bimîne..

Lê li gorî rîwayetê di demeke ne dîyar de,qencek ji qencên xwedê tê vê heremê dibe mêvan,mêvan xwe weke Pîr Allî,yan jî Pîr Alê bi nav dike.

Lê niştecihên vê heremê pêre pêre bawer nakin,û jê dixwazin,kû keramet û qencîyên xwe dîyarî wan bike,kû bawer bikin.

Dema kû ji Pîr re Çêlek ,yan jî Mangakê jê re serjê dikin û di gurînin,û wersele û parçeyên Çêlekê hejî li erdêbûne,ango li ser çermê wê li erdêbûne. Wê gavê Pîr radibe û radihîje wekazê xwe û wekazê xwe,li çêleka kû serjêkirî û parçekirî dide,û dibêje;de rabe,rabe ya Çêlê,rabe Çêleka Xwedê..

Dibêjin wê demê ji alîyê Xwedê ve hemû parçeyên çêlek digihîjin hev û hêz dike û radibe serxwe ango, vedijîne ajal dîsa..       

Wê gavê hemû şênî bi Pîr Allî bawer dikin û wî sediqînin û ji wê rojê ve,vê demê salê weke her sal,kû pîr Allî bibe mêvanê wan pîroz dikin.   

Ev cejn bi taybetî li nava êzdîyên çêlka tête pîrozkirin,heta li gorî hin dîtinan,navê Çêlka bixwe ji navê Çêleka Pîr Allî tê..lewra ji wan re Çêlkî tête gotin.

Dema mirov li mînakan binêre,mirov dikare gelek mînakên din jî ji ol yan jî mesebû tayfeyên din jî bibîne.wek Xocê Xizir û Xizir Nebî kû li nav kurdên elewî jî tête pîrozkirin. her wehe ji tevaya êzdîyan jî pîroz û nirxdare.her weha mirov dikare li cem Durzîyan yan jî li cem Ehlî Heq û her wekî din jî bibîne..

Lê ez dixwazim bi taybetî mijara Xizir Eylas û Xizir Nebî biçekî ronî bikim,weke tête zanîn ev cejn li cem tevaya êzdîyan û elewîyan tête pîrozkiorin,her weha êzdî ji bo Xocê Xizir rojîyan jî digirin,û her dibêjin;Xocê Xizir xefûrê rêya û hemû mirovên di tengayêde bimîne re alîkare..

Em werin ser wate û seremonîya pîroz kirina Batizmîyê.

 

  CILŞO

Cejna batizmîyê bi cilşoyê dest pêdike.

Li gorî salnameya kurdî ya kevn,kû li yekşeme herî dawî ji sale tête hilbijartin li gorî hesabê salnama kevn.

Em baş dizanin xelkê me weke niha ,ev luks û hebûn nebû,kû her sal cil û bergên nû bikirin. her weha nave cilşo ye lê ne hew cil dihatin şûştin,di vê rojê de hemû mal û alavên xwe di şûştin û pakij dikirin.ne hew pakijî bû, ev pêwistî û ferz bû,kû mirov vê rojê ji guneh û gemara xwe pîr û pak,Pîr Allî û seremonîya sersalê peşwazî bike..

 

XÊR Û XÊRAT, YAN JÎ NANÊ MIRÎYAN

Weke hemû mirov û civakên cîhanê,ji her male mirî derketine. Rojên duşem û sêşemê dibû roja xêr û xêratan.

Ji xelkê çi biqedîya,li gorî derfet weke fêkîyên cûr be cûr û êmîşên hişk û zuwa,û her weha xwarinên cûr be cûr dihatin datanîn û xwarin.lê bi taybetî nanê Sawik,yan jî nanê mirîyan dihate dayin û belavkirin,ev nebûya nedibû! Ev ferz û pêwîst bû..Sawik nanê birûn yê bvi don û kizêrkên bezê pez dihate neqişandin û biraştin,lê ez dîsa dibêjim ev ferzbû..

 

Çarşem: NEDRAN YAN JÎ,QURBANA PÎR ALLÎ

Li gorî buyer û rîwayetê,vê rojê Pîr Allî tête vê heremê û li vê rojê Cêlek yan jî mange tête serjêkirin û guran.

Li vê rojê her mal û malbat li gorî derfetên xwe çi jê qedîya pez yan jî çêkekê bigurîne û bi nedirîne..û ew goşt û parçeyên goşt,her parçe bi taybetîyekê tête kelandin û qelandin,yan jî her parçeyekî didin ser teyfikek savarê û datînin ser sifrê..

Lê xwarinek ji van xwarinan şîlav e,şîlav cûda tête kelandin û qelandin.û vê qelîyê hiltînin heta roja dawî ya Batizmîyê..

Her weha ev xwarin û vexwarin weke kû Pîr Allî rast hatibe yan jî bête mala wan tête serrastkirin û rêzkirin.

Ji vê xwarinê hemû mêvan û mazûrvan dixwun û vedixwun.her weha cixara Pîr Allî jî nayê ji bîr kirin.

Bi doneû bezê qurbanê,fitîlekê ji qetek cawê hêzarê spî çêdikin û dixin nava tasikekê û agir pêtetexistin û çira Pîr Allî gurrîkirin,ev çira jî ferz û pêwistîye..

Her weha doşekekê û balgîyê ji Pîr Allî re tête danîn,weke kû li civatê rûniştîbe tête dîtin û rêzgirtin..

 

  ROJA GERA MALAN

Pêcşem roja cejn û pîrozbahîye,hemi şênî dikevin nava coş Cejn û şahîya,ferz bû kû hemû şênî herin cejn û îda hev û mal û mezin,ango pîr û kal werin serdan kirin û xeyd û nakokî ji hole rabûna.

Ew rojê dibû,roja ziktêbûnê ..

Dema zikê mirovan têr û tijebûya,mirovan pêre jî xem û keserên xwe jibîr dikirin û radeya şabûnê bilind dibû, mirov dikare bêje kêf,kêfa wan bû.

Ew roj roja herî bi kêf û şahî ya sale,ew rojbû kû,mirovan ji salê heta salê li bendê bûn û dem bi ben û santîma dipîvan..

Ew roj dibû mijara gotin û vegotinên civatên mala û dîwanên xas û gundîyan..li gundan dengê dengvedan tembûr û kemaçê û qîre qîra stran û awazên govend û semayê,stranên ayînî,evînî û kurdewar..

Li nîvê gundan govend digerîyan qor be qor,govendê keçik,xort û hezkirîyan.

Li civatên mêr û ciwanmêran strana Qadî Şero,destan û yên xeşmêran dihatin hûnan û gotin..

Zarok wan rojana xew nedikirin û bawer nedikirin kû batizmî were û wê rojê dîsa bibînin,û roja cejnê bi cil û bergên nû û Pak derdiketin weke kulîlkan vedibûn û geş gurr dibûn. 

Ji xwe mirovên herî ji dil û can şabûnê dikin,herdem zarokên,ken û grîyê zarok her ji kûraya dile.. wê rojê hem ziktêr, û têr leystik dibûn,û hem jî .ji alîyê xizm,mezin û xal û mam ve dihatin dîtin û hezkirin..

Her weha ew roj dibû roja Mirtib yan jî Aşiqên kû bi deng û dengê kemaça xwe govend û dîlan digerandin. Bi Şabaş û diravên diketin berîka wan re, hê bêhtir şad û heşaş dibûn û di coşîyan, û li ser rûyê erdê bi rîtîma kemaçê re hidiçenîn û di reqisîn.. lewra êzdî dostên wan yên herî nêzîkbûn,çendkû kurdên misilman ew kêm dibirin dawet û şahîyan,û ew çend qedr û qîmet nedidan wan,heta cih be cih li wan dihate dayi û heram kirin.. ev mijareke cûda ye..

Yên di vê roja taybet û giranbuha de şa û bikêf,bi qedr û qîmet,di serî de Pîr ê êzdîyan bûn,Pîr bi tembûr û awazên xwe re,gîyanê êzdîyan radikir Şah û Şahîyê..Bi çingîna tembûrê re têla dil û gîyanê dihejîya.. bi sema ,govend û civatan heta êvarî cejn dihate pîrozkirin..

 

ŞEVRON

Roja cejnê û êvara înê,ango piştî şahîya cejnê zarok û kal pîr li male diman û radizan,ji bilîwan hemû şênî bi tevahî Jin û Mêr digihîştin hev,li gor defetan yan li mala,yan jî li şikeftên Pîr Allî,govend, sema,qewl,çîrok, stran û leystikên cûr be cûr,hetanî berê sibê bi kêf î şahî pîroz dikirin..

 

VEHÊSANDIN Û ROJA RAZANÊ

Roja Înê,roja vehêsandinê bû,hemû kar û xebat dihatin rawestandin hetanî êvar dibû.û bi vî awayî cejn û Batizmî bi dawî dibû..

SERSAL

Roja Şemîyê sersal û sala nûbû,û wê rojê mirovên kû hetibûn jibîrkirin û mêvan her weha Kal û piîr dihatin serdankirin û sala wan ya nû dihate pîrozkirin..

Bi vêya re sersal û batizmîya hemû êzdîyan pîroz be…  

14.01.10

Pêveker: batizmi êzdî şevron

Tevlîker

Newaf   Mîro
Newaf Mîro

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84