dem: 13.07.2017 00:18 xwendin: 415

Barzanî ji bo kê dewletê dixwaze?

Wek tê zanîn ku dema Şêx Abdûlselam Barzanî hatiye dardakirin, ew rê û rêbaza millî, ji aliyê birayên wî Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mistefa Barzanî, dû ra jî ji alîyê lawên Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ve heta roja îro tê domandin. Îro jî Mesûd Barzanî vê dozê bi zanayî û dîplomatîk didomîne. Barzanî ji medresa Şêx Abdulselam Barzanî, bi reform û edeleta wî hatiye perwerdekirin ku, ev yek jî ji bo gelê Kurd şansekî herî mezin e.

Hinek partî û kesên xêrnexwaz dibêjin, Barzanî ji bo malbata xwe dewletê dixwaze. Mirov dikare bêje gelo evrast e, bêşik na! Berî biryara giştpirsiyê, ev kesên xêrnexwaz digotin, Barzanî dewletbûnê ji bo malbata xwe naxwaze. Bangeşên bê exlaqî dikirin û digotin ew ji bo malbata xwe Barzanîstanê ava dike. Lêbelê, ji ber van gotinan meriv dikare bêje, madem Barzanîstan heye, ji bo çi dewletê dixwazin.

Îro li Başûrê Kurdistanê berî her tiştî pirsgirêk û gengeşî mîna av zelal û li ber çava ne. Birêz Serok Mesud Barzanî ji zarokatiya xwe heta roja îro doz û tekoşîna wî ji bo dewleteke azad û serbixwe ye. Çawa ku ew kesên ku duh digotin Barzanî dewletê naxwaze, îro jî bi bahaneyên pûç û vala dibêjin ji bo çi dewlet dixweze.

Hinek jî dibêjin gerek berî hertiştî li Kurdistanê hunerweriya (sanayî) giran bê awakirin û paşê gava dewletbûnê bê avêtin.

Ango, ew partî û kesên ku duh tiştekî digotin û îro jî tiştekî din dibêjin, gor ray û ramanên xwe naaxifin. Ji ber ku ew bi mêjî û bi kirinê xwe di xizmeta miletê kurd da nînin. Û ew kesên dijî dewletbûnê, bêşik di xizmeta neyar, dagirker û xêrnexwazên Kurdistanê û dijî milletên Kurd in.

Li çar perçê Kurdistanê û li diasporayê jî hin kes li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin, lê Serokê Kurdistanê bi kiryarên xwe hemû bahaneyên wan pûç dike.

Ji bo vê yekê jî li alîkî bêxîret, li alîkî din jî dewletên dagirker, partî û rêveberên wan, roj bi roj wek gurên har li dijî referandomê (giştpirsî) derdikevin. Komkujiyên di dîrokêda hatine kirin tînin bîra Kurdan. Bi sextekarî dîsa dest davêjin ser ol û biratiya gelan. Lê ew derew dikin, ji roja ewil heta îro, ne bi Kurda ra bûn dost ne jî wek bi riya ol û bi biratiyê tevgeriyan. Bi neyartî û bi kîn û bi gemariyên xwe yê qirêj, gefan li Kurd û serok û rêvebirên kurdan dikin.

Bêguman birêz Serok Barzanî wan baş nasdike û niyeta wan jî baş dizane ku parastin û hiqûqa milletê Kurd her wiha bi serxwebûn û serweriyê dibe. Bi xwina şehîdan, bi parastina peşmergên qehreman û bi îzna xwedê ewê roja 25 ê Îlonê di qonaxa giştpirsiyê da biserkevin.

Ew jî îro li Kurdistana Başûr doza gelê Kurd hatiye merhala dewletbûnê.. Piştî roja 25 ê Îlonê, bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ra, li rojhilata navîn rojeke nû dest pê dike û tîrêja Kurdistanê seranserî rojhilatê ronahî dike…

11.07.2017

[email protected]

Tevlîker

Sîrac  Oguz
Sîrac Oguz

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84