dem: 29.12.2016 22:52 xwendin: 1274

Bangawazî ji bo PKK û PDK

Bangawazî ji bo PKK û PDK 

XÊNCÎ DİYALOG TU ÇARE NÎNE

Dîsa van rojên dawin, gengeşiyên di navbera herdû hizbên Kurdistanî PDK û PKK de, li ser Şengal û hev-tawanîyên dualî, gelê me yê niştîmanperwer,  yên li  Kurdistan û henderan (diaspora) dijîn, gelek  tatêl dike. Ev şerê bîrdozî û desthilatîyê di navbera hizbên kurd de nû nine; lê belê di navbera gel de  tirsa “birakujîyêk” nû tevdigere.

Ji alî din, di pevçûnek herî piçûk de xeterîya tevlîbûna hêzên mêtingerên derveyî heye.

Hertim tê qalkirin ku Sedsala 21`em, sedsala Kurd û Kurdistan`ê ye. Di van rojên dîrokî de,  dileva azadî ya netewî ya pêşerojê, bi astek herî bilind hevgirtin û yekîtîyê, pêvajoya  serxwebûna Başûrê Kurdistan, bi destxistina pergalek sîyasî jibo Rojavayê Kurdistan, mixabin berjewendîyên netewî dibin boraqa jimarên hizbî.

Li ser Şengal`ê, di ber hev re pirs avêtin û tawanên li hev bar dikin, dide xwîyandin ku Hizbên Kurd,  qasî ji  mêtingerên Kurdistan kirine çar perçe dadixwin, ewqas ji birayên xwe danaxwin. Îro dileva avakirina yekîtîya artêşa Kurdistanî de, bi şirîgatî di navbera hizbên Kurdistanî de avahîya  Kordînasyonên Sazîyê de, gengeşkirina  amadehîya   Yekîtîya Netewî de, em li hewldana Hizbên me yên dixwazin li rupelê diroka me lekeyek nû zêdebikin bi mixab dinêrin.

Statûya Şengala bi Ezîdîtîyê tê bîranîn,  di navbera herdû hizbên kurd de, jibo xwe bi cî kirinên lêşkerî û sîyasî, ji nêzikhatin û nêrînên cûda alozî û pêrsgirêk derdikevin. Tek awaya çareserkirina van pirsgirêkan heye ew jî hevpeyvîn e. Xenji hevpeyvînê awayek vê pîrsgirêkê çareser bike tune! Bera nimînêrên herêma Kurdistan`ê, PKK`yê, gelê me yê Êzîdî li hev kom bibin vê pirsgirêkê bi biratî çareser bikin.

Bi xemgînî em didin xwîyandin ku, di nav û derê herdû hizbên kurd de, hinek kes û hêzên dixwazin van herdû hêzên kurd bidin şerkirin hertim hebûye. Îro ji van dijberên bermijar re lêhatîye, jibo hêzên kurd raperînin hev, bikaranîn û rêya medyayê, bi azwerî çi ji destê wan werin şûnda nadin. Divê herdû partîyên kurdan bi lez xwe dawerivînin ji van fesad û fitneyên bi yafteya “çep, sosyalîst, netewperwer” li der û doran digerin. Bera rêvebirên PKK û PDK`yê vê tiştê yeqîn bizanibin ku;  van tofên han, wan dişehitînin, dixebitînin, şaş fêrdikin.

Divê PKK vê tiştê baş bizanibe, hevpeyvê wî yê girş PDK ye.

Divê PDK vê tîştê baş bizanibe, hevpeyvê wî yê girş PKK ye.

PKK û PDK berî her tiştî li Şengalê êşa zor û erjengîya li Êzîdîya bûye sivik bike, alîkarîya pirsgirêkên wanên jîyanî bike,  ewlehîya jîyana wan biparêze,  wan girêde Herema Kurdistan`ê  û pirsgirêka statûya wan a sîyasî çareser bike henin. Meşrûyeta tu-hêzên dixwazin hêzên Kurdan bînin dîjî hev û şer di navbera wan de derbixin namîne.  Em bang li wan dikin bera yên dixwazin hemwelatîyên me yên Êzîdî ji bo dijrabûnek teşwîk dikin guhdar nekin, bera bibin pira navbera herdû hêzan, û bera hewl bidin, mêla wan û nêzîkhatinên wan li ser yekîtîyê bin. 

Mafê tu kesî tune xwîna merxasên kurdan bi destê birayên wan bide rijandin. Xwîna kurdan tenê ji bo serxwebûn û azadî tê rijîn. Tu-sedemek sîyasî, tu-alozîyek sîyasî di navbera hizbên Kurdistanê de nikare dilopek xwîna kurdan bi destên kurdan bide rijandin.  Qe-tu mexsed, mebest û armancên sîyasî û hizbî ji dilopek Xwîna kurdên me yên Êzîdî zêdetir bi nirx nine. Mafê tu-kesî tune jimara berjewendîyên xwe yên sîyasî û hizbî li ser xwîna gelê me yê Êzdî bike.

Tişta li Şengal`ê diqewime, ne tenê bi hêsanî pirsgirêkek deverî ye, bingeha dîrokî û di paş-plana wî de pirsgirêka dijberîyên civakî ji hene. Ev mesele, bi şer û rapêrînê, bi wezinandina peyvan, bi hevdarazkirin û hevtawankirinê  meseleyek çareser bibe nine.

Divê îro hizbên Kurdistanê dest ji van gengeşîyên bêkêr, bêcî û ne rewa berdin, li Şengalê ewlehîya Êzîdîyan zexm bikin, şert û mercên Êzîdîyan aram bikin û bi hemû derfetên xwe yên sîyasî, dîplomatîk, leşkerî, alîkarîya hevdû bikin jibo Şengal`ê girêdin Herema Kurdistan`ê.

Şerê di nav kurdan de, ji  desthilatdariya mêtîngerên Kurdistanê re xizmeta  qebûlkirin  û xurt kirinê  dike.   ji şerê di navbera kurdan serketin çênabe. Carek din em şer û alozîyên nav kurdan  bi tundî red dikin, bi dengê bilind şermezar dikin û em  gazî  hinek medya, çapemenîyên PKK û PDK dikin, gazî nimînerên sîyasî dikin, bera dest ji dubendî kirin û yekalîbûnê berdin, bera rojek pêşda dest ji zimanê dijminatîyê berdin.    

Komîteya Amadekarîya ÎRK

29.12.2016

 

 

 

 

 

 

 

   

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84