xwendin: 8047

Bangawazî Ji bo partiyên Kurd

Em tekoşîna nêzîkî sed salan ya ji aliyê Partiyên Kurd ve ji bo azadiya gelê me hatî meşandin giring dibînin û bo vê tekoşînê rêz digrin. Nebûna belge û rêbaznameya Stratejiya Netewî ya Kurdistan, ya hemî partiyên siyasî girê bide, kêmasiya me ye. Em hewl didin zemînê derketina belgeyeke weha ava bikin.

 

Li ser erda Kurdistanê, di dîroka dûr û nêzîk de em dibînin, Kurd hertim mezin dibin, şûna dewletên rûxayî, dewletên nû ava kirine, bi hatina hizrê serxwebûna Netewî ya sedsala 19 an ve bo Kurdistanê bê navber xwe di xeta Serxwebûna Netewî de birêk xistine û şerekî berdewam yê Serxwebûna Netewî pêk anîne.

Heya me jê hebe an tune be em gelekî bi yek laşin. Em ew gelê Kurdin yê Kurdê Kirmanşa û Erzîncanê di heman erdê de dijîn û heman dîrokê parve dikin. Dîroka me ya nêzîk bi serokên wisan ve tê bibîr anîn; ji Simko Axa bo Şêx Ehmed Barzanî, ji Elî Şêr ê Koçgirî bo Şêx Seîdê Pîran, ji Şêx Mehmûd Berzencî bo Seyîd Riza, ji Serokê Komara Kurdistanê ya Agirî Îhsan Beg bo Serokê Dewleta Komara Kurdistan ya Mehabadê Qazî Mihemed, ji Mele Mistefa Barzanî bo Serokê PDK-I Qasimlo û Serokê PKK Evdille Ocalan li ser Îradeya me ya bûyîna Netew temenê wan bi mişextbûnê, girtin û dardakirinê bi dawî bûne.

Em dibînin bê bi nijadperestiya dijî Kurdîtiyê çawan Tirk, Fars û Ereb têne cem hev. Ew Komara Tirk ya eve pênc sale li ser Esad dojehê dimeşîne, dema mijar dibe pêkhatina desthilatiya Kurdan li Rojavayê Kurdistan ji aliyê heman Esad î ve bi armanca êrîşkirina li ser Kurdan ji bo Sûriyê tête vexwendin. Farsên Şiî, bi hizra ‘bila Kurd dayika xwe nebine’, him Farsbûna xwe, him Şiîbûna xwe di daynine aliyekî û pir hesanî bi Suniyên Tirk re dijî Kurdan hevgirtinê pêk tînin. Em çi dikin?

Rêxistinên me; ew fêl û fenên Mele Mistefa, Qasimlo, Ocalan ji van dewletan dîtî wekî ku ne gelê Kurd rastî van fêlan hatiye, hîna jî wisan dihizirin ku, dê van dewletan dijî hev bikar bînin. Divê êdî em vêya bibînin dijî wan dewletên rêxistina wan, azmûna wan û yekîtiya wan ya navxweyî qat qat ji ya me bêhtire, meşandina siyaseta ‘Fêlbaziya Rojavayî’ ku ji aliyê rêxistinên me ve tê meşandin, tu bingehê xwe nemaye. Dibe hindek hîna jî vêya nebînin, ji bo vêya em dîsan binivîsin: Dewleta Tirk di encama peymaneka Sûrî – Tirkî ya bi navbeynkariya Îranê ve kete Cerablus a, qaşo di bin çavdêriya DAÎŞ de bû. Ev her sê dewletên bi tu rengî berjewendiyê wan hevdû nagrin û di nava erda Sûrî de rasterast di nava şer de ne, çawan çêdibe evqas hesan hevkarî dikin? DAÎŞ a li Kobanê wekî zebaniya bi ser me de dihat li himber pêkhatina van her sêyan çawa evqas hesan ji holê vedikişe?… Em bawerin tenê hişê Kurdan vêya têdighêje. Dema yekgirtina dijberiya Kurd evqas bihêz be, bi rengekî xwezayî Yekîtiyeke Kurdan ya herî kêm biqasî vêya bi hêz ne rewşeke xwezayî ye?

Başe çima em ji bona daxwaza cîhanê û daxwaza Kurdan yekîtiya xwe ya navxweyî çênakin?

Çima Medya Kurdan ne dijî dijminan lê belê dijî serok û partiyên dîtir bi nivîsên agirbarên tijî ne?

Ji ber çi hemî partiyên têkiliya xwe bi dewletên dagirker re heye, hevû du bi hizrên nêzîkî sîxuriyê tawanbar dikin?

Em hemî jî vêya bi rêz bibîr tînin bê gelê me çawa xwedî li şervanên xwe derket dema Pêşmerge ji bo azadkirina Kobanî di Bakurê Kurdistanê ve çûn, dema Gerîlla ji Qendîlê berbi Kerkukê ve çûn di Hewlêrê re derbas bûn.

23 yê Tebaxê me temaşe kir bê Artêşa Tirk ji bo rawestandina pêşveçûna hêzên Kurd çawa kete Cerablus ê de. Me tenê temaşe kir, ji ber em ne xwedan Îradeyeke Netewî ne ya ku wekî KURDISTAN xwedî li wê xeta dirêjî Efrînê dibe derbikeve, çarçoweya dadweriya Netewî ava bike, mijarên bi vî rengî di hola navnetewî de biparêze û berbi rêxistineke Netewî bibe.

Em hîna li ser wê yekê ne axifîne da şervanên xwe di bin yek fermandariyê de bînin cem hev. Li her parçeyê Kurdistanê em hîna xwedan ‘Artêşên Partiya’ ne. Em bang li partî û rêxistinên Kurd dikin da ji herêmgeriyê derkevin.

Hewldanên hevgirtina netewî ya bi navê Kongreya Netewî ya Kurdistan bi ser neketin. Bêguman em dê dest ji hewldana yekbûnê bernedin. Yekbûna Netewî, Kongreya Netewî ya xwedan çonayetiyeka diyarker di encama kar û xebateka demdirêj û sext de dê pêk bê.

Gelê Kurd soysebateka li dem û çaxê belavbûyî jiyan dike. Di êrîşa 11 ê Êlûnê de, hikumeta Welatên Yekgirtî yên Emerîka da ku dîmenên soysebatê bêteqetî çêneke, qedexeya weşanê derxist. Fransa di dema êrîşên Parîsê de qedexeya weşanê danî. Dewleta Tirk qedexeya weşanê di sala dawî de bi dehan car pêk anî. Rêxistinên Kurd, di mijarên xisardana Yekîtiya Netewî de divê karibe ji yekîneyên jêr xwe re fermana ‘Destnede birayên xwe’ bide û qedexeya weşanê pêk bîne.

Bi fêrbûnên bicihbûyî, bi karmendên ji rewşên xirab sûdwerdigrin, alîgir, rojnamevanên rêxistina ji rêvebirê rêxistinan bêhtir Yekîtiya Kurdan têk didin. Di astên rêvebiriya her Partiyeke Kurd de, sîxurên rêvebir yên bi ziravbihîstiyarî hatî bicihkirin hene. Her partiyeke Kurd beriya partiya himber xwe ya ‘dijberiya ramyarî’ tawanbar bike, divê di nava xwe de paqijiyê bike.

Kurdistan di rojekê de ava nabe. Herroj divê em ji xeletiyeke xwe rizgar bibin û herroj em rastiyekê desthilat bikin.

Komîteya Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistan, tekoşîna desthilatiya bê pîvan ya li ser dewleteke nehatî avakirin bi qalikê ‘tekoşîna îdeolojîk’ napejirîne û em wê rastiya tu partiyên Kurd li ser tunekirina partiyên dijber nikare xwe ava bike bi xetên qalind binê wêya xêç dikin. Em mirovên di astê berpirsiyarê de vedixwînin da li ser qazanc û sûda bihevre karkirinê bihizirin.

Divê êdî Partiyên Kurd yên li her parçeyî bêyî dem bibihure bêne cem hev, hewl bidin di mijarên Çarenivîsa me ya Netewî de lihev bikin.

Ji bo Federasyona Rojavayê Kurdistan û Referanduma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistan divê helwestekî hevbeş yê piştevaniyê bête pêşandan. Partiyên Bakur û Rojhilat divê dest bi lêgerînên lihevkirinê bikin.

Helwestê hevbeş yê dijî dagirkeriya Komara Tirk ya li Rojavayê Kurdistan, ji bo destpêkirina van karan dê bibe sedemeke baş.

 

Komîteya Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd (ÎRK)

 

03.09.2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      183
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      159
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      228