dem: 30.10.2017 20:53 xwendin: 78

Atmosfer û CO-2

Konsantreya-CO2 ya di atmosferê de sala par/çûyî gihîşt radeya herî bilind. Dezgeha Navneteweyî ya Meteorolojiyê daneyên xwe yên sala par eşkere kir. Konsantreya-CO2 di sala 2016an de li hemberê 10 salên bihurî ji sedî pênce zêde bûye.

Dezgeha Navneteweyî ya Meteorolojiyê li 51 welatên cihêreng pîvandina gaza serayê pêk aniye. Dezgeha Navneteweyî ya Meteorolojiyê li seranserê cîhanê îstasyonên cihêreng çêkiriye û bi îstasyonên xwe dikare konsentreya gaza karbondîoksît, metan û azotmonoksît û gazên din bipîvîne. Daneyên Dezgeha Navneteweyî ya Meteorolojiyê piştî ku gaz ji aliyê okyanûs û biyosferê hatiyê mêtin, pêk dihêt.

Di sala 2016an de konsentreya-CO2 ya di atmosferê de ji her mîlyonekê 403,3 parî, di sala beriya 2016an de ji mîlyonekê 400 parî bûye. Oksana Tarasova wiha dibêje; “Em xebatên xwe 30 sal e bi îstasyonên xwe pêk dihînin û me heya vê gavê zêdebûneke ewqas mezin nedîtibû.”

Bi dîtina lêkolînerên Dezgeha Navneteweyî ya Meteorolojiyê çalakiyên mirov yên rojane û fenomena El Niño, sebeba zêdebûna CO-2 ya di atmosferê de ne û dîsa di 800.000 salên dawîn de qet hema qet radeya CO-2yê ewqas zêde nebûye. Li gor encama lêkolînê CO-2ya ji ber çalakiyên mirov çêdibin, di çend salên dawîn de hêdî-hêdî zêde bûyê.

Çavkanî: De Morgen

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70