dem: 02.02.2017 10:45 xwendin: 384

Amerika, Kurd û pêşeroja Sûriyayê

Amerika, Kurd û pêşeroja Sûriyayê

Di destpêka şerê Sûriyayê de îdareya Amerîka a bi Serokatiya Obama weke pêwîst rola xwe enlist, lewre rê jiber vê yekê ve bû daku welatên weke Îran, Tirkiye û hin welatên din yên Kendavê û pişt re jî Rûsiya destê xwe bixin nava şerê Sûriyayê û her aliyek hewl bo vê yekê da birêya alîgirên xwe berejwendiyên xwe li hesastirîn devera Rojhilata Navîn de biparêze.

Lawazbûna rola Amerîka di destpêka şerê de û herwiha piştgîriyên berfire yên Tirkiye û welatên sune yên Kendavê bo grûp û tevgerên îslamî yên Radîkal û selefî bûn sedema geşe sendina eniyên curbicur yên îdeolojîk û çekdarî ên radîkal. Li Hember de jî modaxileyên Îranê û piştgîriyên Îranê bo rejîma Beşar Esed bûn sedema vê yekê ku rejîma Sûriyayê di warê leşkerî û locistîkî de temena xwe dirêjtir bike û hevdem eniyeke berife û bihêz ya şîi jî li Sûriyayê serî hilbide.

Di destpêka awabûna wan enî û hevsengiyan de Tirkiye gelekî hewlên cidî bo bihêz kirina pêgeha xwe û alîgirên xwe yên radîkal li Sûriyayê neda, lêbelê dema Kurd karîn li Kobanê û Girê Spî dawî bi xelafeta DIŞI û suneyên selefî bînin, Tirkiye gelek tirsa û tirsa Tirkiyeyê jî ji awa bûna herêm anjî dewleteke Kurdî bû li Rojavayê Sûriyayê, jiber vê çendê Tirkiye jî bilez û bez hewldanên xwe yên leşkerî û locistîkî berfiretir kir û bi eşkere piştgîrî û hevkariyên curbicur pêşkêşî grûpên sune yên selefî û radîkal kir û xwest bi vê rengî pêşî ji vebûna deriyek bo ser behrê ji Kurdan re bigire daku Kurd li deverê de hertim mihtacî Tirkiyeyê bin.

Dema Rûsiya jî dît ku Îran û eniya şîiyan li Sûriyayê bihêz dibe û eniya suneyên selefî ya ser bi Tirkiyeyê ve bihêztir dibe û eniya sokoler ya ser bi Kurd û Amerîkayê jî hêdî hêdî dibêje ez jî heme, bilez Rûsiya jî dest bi karên xwe yên leşkerî li Sûriyayê kir û guhertin di nava hevsengiyên leşkerî yên li vê welatî de kir, hewldanê Rûsiyayê di dawî de bûn sedema şikesta eniya suneyên selefî a ser bi Tirkiye û welatên Kendavê li Heleb û derdorê û herwiha bû sedema bihêztir bûna rejîm û eniya şîi li piraniya deverên Sûriyayê.

Prosesa derxistina eniya sune ya selefî ji Helebê şikesteke mezin bû bo Tirkiye û welatên sune yên Kendavê lê serkeftineke mezin bû bo Rûsiya û eniya şîi. Dema ku ev guhertin di warê leşkerî de li ser erdnigariya Sûriyayê çê dibûn, li Amerîkayê amadekariyên hilbijartinan dihatin kirin lewre Amerîka bi awayekî çalak nikarî rola xwe di nava vê prosesa han de bilîze lêbelê pêşrewî û serkeftinên eniya sokoler ya Kurdî ew yek jib o eniya şîi û eniya suneya selefî îsbat kir ku ne eniya şîi ne jî eniya suneya selefî nikarê otorîte û desthilata xwe bi ser tevahiya Sûriyayê de bisepîne, hevdem serkeftin û pêşrewiyên eniya sokoler ya Kurdî ew yek bo îdareya nû û Serok nû yê Amerîkayê îsbat kirk u ew enî eniya yekaneye ku mirov dikare li Sûriyayê bo awa kirina Sûriyayeke demokratîk û fedral pişta xwe pê bispêre.

Jiber vê çendê Amerîka ku ji aliyê Rûsiya, Îran û Tirkiyeyê ve di prosesa Astanayê de hatibû perawêz xistin, steratejiya xwe ya li hember Sûriyayê guhert. Îdare û Serokê nû yê Amerîkayê beruvajî Îdareya Obama birayar da daku bi awayekî aktîf û çalakanetir piştgîriya eniya sokoler ya Kurdî bike, jiber ku Amerîka dizane ku hêza parseng ya li Sûriyayê û hêza ku bikarêbe di warê siyasî û leşkerî de hevsengiyên heyî yên li Sûriyayê biguhere hêza eniya sokoler ya Kurdiye. Ji ber vê çendê Amerîkayê ku li prosesa Astanayê ti hesabek jê re nehatibû kirin, bo tole sendin ji vê pêngava wan sê welatan bi eşkere piştgîrî û meşa xwe ya li gel eniya sokoler a Kurdî li Sûriyayê bo raya giştî ya cîhanê diyar kir.

Ji niha û pêde vê Amerîka li Sûriyayê hîn zêdetir û çalakanetir hebûna xwe îsbat bike û ew yek jî bi tenê bi rêya hevkarî kirin û piştgîrî kirina eniya sokoler ya Kurdî dibe jiber ku Trump ji xwe li dijî îdeolojiyên oliye û nikare li gel ew alî û tevgerên ku li ser esasê îdeolojiyên olî tev digerin kar bike, lewre enî û tevgereke sokoler ya pirreng jê re pêwîste û li Sûriyayê jî ji bilî eniya Kurdan ti eniyeke bi vê rengî tuneye.

Amerîka bi ti awayî naxwaze şaştiyên xwe yên piştî sala 2003an li Îraqê li Sûriyayê dubare bike, piştî 2003an Amerîka Îraq azad kir û pergaleke nû ji Îraqê re danî lêbelê Amerîka di vê demê de pişta xwe bi eniya şîi û suneyên Îraqê dabû û gelek dem derbas nebû ku eniya şîi, eniya sune perawêz xist û zextên xwe li dijî eniya Kurd zêdekir û Îraq radestî Îranê kir. Amerîka ji vê yekê gelek acize û bi ti awayî naxwaze ew şaştiya han li Sûriyayê dubare bibe lewre yek ji xalên girîng yên steratejiya du alî ya Amerîkayê a bo Sûriyayê piştgîrî kirina eniy sokoler ya Kurdî dibe.

Amerîka niha bo pêşeroja Sûriyayê du plan ango du steratejiyên cuda lê nêzî hev amade kiriye, plana yekem Sûriyayekî sê parçeye ku pentagon serkeşiya vê planê dike û Sûriyayekî çar parçe ku dezgeha CIA serkeşiya vê planê dike.

Di plana Sûriyaya sê parçe de sê dewlet vê werin damezrandin, dewleta Kurdî, dewleta sune û dewleta şîi – elewî. Bi cîhbicîh kirina vê planê yaku Îsraîl jî bi merc piştgîriya vê dike hem Rûsiya tê razîkirin hem jî Îran û hem jî Tirkikye û welatên sune yên Kendavê. Di çaroçoveya vê plana han de wê dewleteke sune ji sînorên Tirkiyeyê destpê bike û heta Dabiqê dirêj bibe, ji Rojavayê Minbicê destpê dike heta Bakûrê Rojhilatê Efrînê dirêj dibe. Dewleta Kurdî jî bi dêrêjahiya axa Sûriyayê yanê ji sêmêlka heta perawên behra spî dirêj dibe bi awayekî ku her sê kantonên niha vê bibin yek û ji aliyê Başûr  ve jî ji Reqa heta Başûrê Babê û liwir ve jî digehêje perawên behra spî. Dewleta şîi jî aliyê Başûrê Sûriyayê digre navxwe. Niha Amerîka hewl bo cîhbicîh kirina vê plana han dide lê belê hîn jî nakokî di navbera Îsraîl û Amerîkayê de li dor vê plana han hene, jiber ku Îsraîl dixwaze xeta enerjî ya her du beşê Kurdistanê ( Başûr û Rojava nêzî xwe bike) eger Amerîka vê merca han ya Îsraîlê qebûl bike ( ez bawerim qebûl kiriye) vê plana sê parçe kirina Sûriyayê bikeve meriyetê.

Plana Sûriyeya çar parçe jî her heman plana sê parçe bûnêye lêbelê li Başûrê Sûriyayê li nêzî sînorên Îsraîl û Urdinê jî dewleteke din yê hevsînor li gel Îsraîl û Urdinê tê damezrandin ku ew jî dewleteke Elewî anjî dorzî dibe, mebest ji damezrandina vê dewleta han jî garantî kirina sînorên Îsraîl û Urdinê ye jiber ku her du alî hevpeymanên Amerîkayêne û Amerîka naxwaze di pêşerojê de ji wan her du hevpeymanên xwe re kêşe çê bibe.

Bi kurtî tişta ku gelek baldare ewe ku di her du steratejî û planên Amerîkayê de yên bo Sûriyayê Kurd fakterekî gelek serekî û girîngin û Amerîka dixwaze di destpêka çalakiyên xwe yên nû ên li Sûriyayê de herêmên bi ewle awa bike, awa kirina herêmên bi ewle jî pêngaveke girîng ya Amerîkayê ye bo piştgîrî kirina Kurd, lêbelê lazime Kurd yekgirtî û yek deng bin daku ew plana awakirina herêmên biewle nebe sedema parçe kirina Rojavayê Kurdistanê, jiber ku eger Kurd yekdeng û yekgirtî nebin vê di çarçoveya wan plana han de vê bo demekî Rojavayê Kurdistanê were parçe kirin, lê eger Kurd yekgirtî û yek deng bin vê demê Rojava nayê parçe kirin û derfeta dewletbûnê di nava taseke zêrîn de ji aliyê Amerîkayê ve ji wan re tê pêşkêşkirin.

Erdelan Goran

 

Tevlîker

Erdelan Goran
Erdelan Goran

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70