dem: 11.01.2017 00:52 xwendin: 465

Alîkariya bi Êzîdiya re, yan alîkariya Êzîdiya?

Alîkariya bi Êzîdiya re, yan alîkariya Êzîdiya?

 

Ger di dîrokê de cara yekem ku xêra êzîdiya li êzîdiya vegerya be, ew jî alîkariya wan ya pkkê re ye.

Ev tê wê wateyê ku ev rêkxistin heta niha ne nankore. Yê beriya wan nanê êzîdiya xwarine û neyartiya wan kirine.

Lê ev ne mineteke. Nabe bibe jî. Ku hêzên pkkê di qirkirina Şengalê de bi hawara êzîdiya ve çûn. Mala wan ava. Êzîdî mirovên qedrnasin dê tu carî vê qenciya wan jibîr nekin.

Lê divê were gotin, ku êzîdiya bi mal û canê xwe alîkariya vê rêkxistinê kirine. Êzîdiya bi sala bi her haweyî alîkariya vê rêkxistinê di salên herî dijwarde kirine û hêjî dikin. Deriyê malên xwe ji wan re vekirin û nanê mala xwe bi wan re parvekirin. Di her meş û şahiyê de beşdar bûn û xwe ji wan re kirin bertek û star. Ez bixwe şahdeme.

Çawa ku êzîdî vê alîkariyê weke minetekê nabînin. Nabe ku pkkê yan kes û saziyên bi wan ve bikin deyn û minet. Lê wûsa jî nabe ku hesabên xwe yê siyasî li ser neçariya êzîdiya bike. Ev rêkxistin bi hawakî di roja îro de şerê dunyayê dike, Êzîdî ne di wê astê de ne û nikarin bi vî barî re rabin.

Qirkirina êzîdiya li Şengalê û li tevaya Kurdistanê karesateke miroviye, divê her kesê xwedan nasnameyeke mirovî lê xwedî derkeve. Ne ji bo berjewendiyên siyasî, ev erkeke exlaqiye.

Divê ne qencî û ne jî xirabî wenda nebe û neyê jibîrkirin.

Wûsa jî nabe, qencî û xirabî bibe asteng ji bo siberoja civakekê.
 

Newaf Mîro

Tevlîker

Newaf   Mîro
Newaf Mîro

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84